Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda bi hişê çêkirî (AI) Zozan C. ji bo Rojîn Kabaîşa ku bi awayekî bi guman miribû klîpeke bi Kurdî çêkir.
Dihat îdiakirin ku Rojîn Kabaîşê "xwe kuştiye" lê bi taybetî bi hewlên bavê wê wekî mirineke "bi guman" ket rojevê.
Ji bo ku “kujerên” wê bên dîtin ji her beşên civakê piştgirî ji malbatê re tê dayîn.
Hunermenda Zozan C. jî di nav wan kesan de ye ku piştgiriyê didin malbatê.
Klîpa bi Kurdî ya Zozan C.yê ya bi navê "Hebhenarkê Rojîn" li ser platformên dijîtal hat weşandin.
"Ji bo ku neyên jibîrkirin...”
Di daxuyaniya ku ji ser hesabê Zozan C.yê hat dayîn de, hat diyarkirin ku klîp diyarî Rojîn Kabaîş û hemû jinên ku bûne qurbaniyên cinayetan hatiye kirin û hat gotin:
"Ji bo ku neyên jibîrkirin, bên bibîranîn û edalet pêk were hatiye çêkirin."
Di berhema Kurdî ya ku bi şêwaza muzîka pop a modern hatiye amadekirin de, cih ji Gulîstan Dokuyê re jî hatiye veqetandin ku li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê dixwend û ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ve agahî jê nayê standin.
Gotinên berhema bi Kurdî "Hebhenarkê Rojîn" ji aliyê afirînerê hunermenda dîjîtal Bijar Koban ve hatine nivîsandin û derhênerî û montaja wê jî Sedat Akar kiriye.
Rojîn Kabaîşa 21 salî ya ku xwendekara Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê bû, ji 27ê Îlona 2024an ve winda bû û 15ê Çiriya Pêşîn 2024an li qeraxa Gola Wanê mirî hatibû dîtin.
Piştî kar û barên otopsiya destpêkê yên li Saziya Tiba Dadî ya Wanê, nimûneyên ku ji termê Rojînê hatibûn wergirtin, ji bo tesbîtkirina sedema mirinê ya teqez ji Saziya Tiba Dadî ya Stenbolê re hatibûn şandin û li ser bedena wê şopên DNAyên du kesan hatibûn dîtin.
Cenazeyê Rojînê 16ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Amedê hatibû veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse