Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di 10 salan de milyonek û 789 hezar û 209 kes çûne Muzeya Arkeolojiyê ya Rihayê.
Muzeya Arkeolojiyê ya Rihayê 24ê Gulana 2015an hat vekirin û tê de 5 hezar berhemên dîrokî tên nîşandan ku li şûnwarên dîrokî yên Rihayê hatine dîtin.
Muze li ser 60 hezar metre çargoşe hatiye avakirin û 3 qat in.
Geştyarên cihî û biyanî dema diçin Rihayê heta li Muzeya Arkeolojiyê jî negerin ji bajêr venaqetin.
Geştyar li muzeya arkeolojiyê dîroka deh hezar salî dibînin.
Herî zêde sala 2024an geştyar çûbûn muzeyê ku 298 hezar û 43 kes bûn.
Ji 24ê Gulana 2015an heta îro milyonek û 789 hezar û 209 kes çûne Muzeya Arkeolojiyê ya Rihayê.
“Em hêvî dikin ku...”
Birêvebirê Muzeyên Rihayê Celal Uludag ev agahî dan:
“Sala 2019an wekî sala Girê Mirazan hatibû ragihandin û wê demê muzeya me rekora serdanê tomar kiribû.
Helbet salên piştî wê jî qerebalixiya geştyaran berdewam kir û sala 2024an bi nêzîkî 300 hezar geştyarî rekor hatibû tomarkirin.
Em hêvî dikin ku sala 2025an jî rekoreke nû bê tomarkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse