Ricky Martin û Ciwan Yûsif ji hev veqetiyan

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Ricky Martin Ciwan Yûsif
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Popê yê navdar Ricky Martin ê 51 salî û şêwekarê Kurd Ciwan Yûsif ê 38 salî piştî ku 6 salan zewicî man ji hev veqetiyan.

Ricky Martin û Ciwan Yûsif ji ajansa People re axivîn û gotin, “Me biryar da ku em zewaca xwe bi evîn, rêz û rûmet ji bo zarokên xwe biqedînin û em rêzê li wan tiştên ku me wek cot di van salên xweş de jiyane digirin.”

Ricky Martin û Ciwan Yûsif di daxuyaniya xwe de her wiha anîn ziman, “Daxwaza me ya herî mezin niha ew e ku em dînamîka malbateke tendurist û têkiliyeke li ser aştî û hevaltiyê berdewam bikin ji bo domandina perwerdehiya hevbeş a zarokên xwe, parastina rêz û hezkirina me ya ku ji hev re heye.”

Ricky Martin û Ciwan Yûsif wêneyên keça xwe Lucia ku di 2018an de hate dinyayê û kurê Renn ê ku di 2019an de hate dinyayê parve kiribûn. Martin her weha xwedî 2 kurên cêwî yên bi navên Matteo û Valentino ye ku di 2008an de hatine dinyayê.

Hevalekî nêzîkî Ricky Martîn got ku ew bê pirsgirêk ji hev veqetiyane.

Ciwan Yûsif ê ji Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê şêwekar e ku ji ber xebatên xwe gelek xelat wergirtine.

Ricky Martin û Ciwan Yûsif di 2015an de dest bi têkiliyekê kiribûn û di sala 2016an de li AmFAR Inspiration Gala-ya gelemperî derketin pêş kamerayan. Ew di sala 2018an de zewicî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst