Îsmaîl Mamo li Kobaniyê sînemaya gerok ava kir

08-11-2025
Mey Dost
Şanoger û nivîskarê Kurd Îsmaîl Mamo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Şanoger û nivîskarê Kurd Îsmaîl Mamo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îsmaîl Mamo Kobanî Sînemaya Gerok
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Şanoger û nivîskarê Kurd Îsmaîl Mamo, sînemaya gerok bir bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.

Îsmaîl Mamoyê ji Kobaniyê piştî berxwedana dîrokî ya li dijî DAIŞê berê xwe da Holendayê lê ti carî welatê xwe ji bîr nekir.

Wî li diyasporayê huner kir hevalê xwe û bi rêya wê pirek di navbera Kobanî û Holendayê de ava kir.

Îsmaîl Mamo li Holendayê şano xwend, projeya sînemaya gerok bir Kobanê û pirtûkek bi zimanê Holendî li ser jiyana xwe weşand.

Kobanî, ew bajarê ku bi berxwedana xwe li cîhanê navdar bû, bi hezaran çîrok jê derketin.

Yek ji wan çîroka Îsmaîl Mamo yê 29 salî ye ku berî 10 salan ji Kobaniyê derket û li Holendayê dest bi jiyaneke nû kir.

Hezkirina welêt ev vegerand Kobaniyê

Hezkirina wî ya ji bo welatê xwe, sala 2024an careke din ew vegerand Kobaniyê.

Wî li wir projeya sînemaya gerok damezirand.

Ew bi tîma xwe re gund bi gund digeriya û fîlm nîşanî xelkê Kobanê dida.

Li wan gundên ku şer şopa xwe lê hiştibû, Îsmaîl bi sînemayê, ken û hêvî li ser rûyê zarokan çand.

Dîmenek heye ku hêj ji bîra wî naçe.

Şanoger û Sînemakar Îsmaîl Mamo wiha behsa wê kêliyê dike:

"Dema stran di fîlma 'Azad' de diqede, piştî qedandina fîlmê ez dibînim zarokek radibe ser xwe, destên xwe datîne pişt xwe û mîna ku li mal be bi stranê re dimeşe.

Wê hesta hanê kir ku ez wê şevê bigirîm, ji ber ku min wê demê zarokek dilxweş kiribû. Ew dîmen ti carî ji bîra min naçe."

Pirtûka "Dayê, ez ne qeyran im"

Çîroka Îsmaîl tenê li ser ekrana sînemayê û dika şanoyê nema.

Wî serpêhatiyên xwe wek penaberekî di pirtûkekê de kom kirin.

Navê pirtûkê peyameke kurt û bi hêz e: "Dayê, ez ne qeyran im".

Îsmaîl Mamo sedema vî navî wiha vedibêje:

"Di medyayê de pir dibêjin qeyrana penaberan, li her derê. Min dît ez jî penaber im lê 24 saetan kar dikim û dixwazim nasnameya xwe nîşanî wan bidim.

Her tim ji min re digotin qeyran. Min jî peyamek ji diya xwe re nivîsî, her cara ku min behsa pirsgirêkên xwe dikir û digot ez ne pirsgirêk û qeyran im.

Min navê pirtûka xwe jî kir 'Dayê, ez ne qeyran im'."

Îsmaîl di vê pirtûkê de ku lehengê wê Baran e, bi zimanekî sade hest û tecrûbeyên xwe û hemû penaberan tîne ziman.

Ew çar salan li ser wê pirtûkê xebitî û Adara 2024an jî weşand.

Îsmaîl Mamo got ku ew bûye beşek ji civaka Holendayê û hunera wî her du çandan dewlemendtir dike û wiha domand:

"Gava kesek ji min re dibêje behsa tiştekî bike ku di çanda te de heye, wê demê ez hest dikim ez kî me û ez hest dikim ku ez ne pirsgirêk im.

Ji ber vê yekê, gava ez çanda xwe tev li çanda wan dikim, wê demê çanda me herduyan jî dewlemendtir dibe. Loma ez dubare dikim ku ez ne qeyran im."

Destpêka hezkirina ji hunerê

Hezkirina Îsmaîl a ji bo sînemayê li Şanoya Bajarê Rotterdamê ya li Holendayê dest pê kir.

Îsmaîl Mamo wan rojan bi bîr tîne:

"Gava ez hatim bajarê Rotterdamê, destpêka min a bi karê şano û sînemayê re li vir bû. Di hefteyekê de min çar rojên jiyana xwe li vir derbas dikir.

Min hem kar dikir û hem jî ez dihatim li şanoyan temaşe dikir. Kesên li vir pir alîkariya min kir heta ku ez amade bûm biçim zanîngehê û şanoyê bixwînim.

Dema ez li kampê bûm, wan em anîn sînemayê. Cara yekem bû ku min di 19 saliya xwe de fîlmek li ser ekraneke mezin dît. Tiştek bû ku hestên min hejandin."

Îsmaîl Mamo, îro bi hunera xwe çîroka xwe û gelê xwe vedibêje.

Ew dixwaze di paşerojê de gelek projeyên din pêk bîne ku yek ji wan avakirina sînemayeke daîmî li Rojavayê Kurdistanê ye.

Çîroka wî çîroka hêviyê ye ku ji Kobaniyê dest pê kir û li Holendayê bi hunerê geş bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst