Hewlêr (Rûdaw) - Her çi qasî tenê ev 5 sal in ku Festîvala Fîlman a Deryaya Sor tê lidarxistin jî bi beşdariya sînemaya 70 welatî, hêdî hêdî li cîhanê dibe yek ji festîvalên herî mezin ên fîlman.
Festîvala Fîlman a Deryaya Sor 4ê Kanûna Paşîn li Erebistana Siûdî dest pê kir û dê heta 13ê mehê bidome.
Festîval ji xeynî fîlmên Hollywoodê berhemên sînemaya welatên din ên cîhanê jî li xwe digire.
Li gorî festîvalên din ên cîhanî, Deryaya Sor bêhtir giraniyê dide ser sînemaya Ereban, Afrîka û Asyayî.
Lîstikvan Sharlto Copley beşdarî festîvalê bûye û got:
"Hesteke xweş e ku ez vegeriyam. Me 5 mehên sala 2021ê li vir derbas kirin. Yek ji ezmûnên herî taybet ên jiyana min a pîşeyî bû.
Tîmeke me hebû ku ji 38 neteweyên cuda pêk dihat."
"Em hemû li ser heman gerestêrkê mirov in"
Lîstikvana navdar Dakota Johnsonê got:
"Çaksazî (reform) û maf li ser asta cîhanê gelekî girîng in, ev yek min teşwîq dike ku ez werim vê derê û li vir kar bikim.
Ez dixwazim bi xelkên ji seranserê cîhanê re kar bikim. Ev yek tiştekî tîne bîra min ku ez herî zêde baweriyê pê tînim, ew jî ew e ku em hemû li ser heman gerestêrkê mirov in."
Festîvala Fîlman a Deryaya Sor, hêdî hêdî dibe navenda pîşesaziya fîlman a li Rojhilata Navîn ku fîlmsazên herêmê bi hilberînerên cîhanî ve girê dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse