Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê 13emîn Festîvala Fîlman a Bogaziçiyê bi merasîmekê dest pê kir.
Festîval bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê tê sazkirin û dê heta 14ê Çiriya Paşîn berdewam bike.
Festîvalê îsal bi nîşandana fîlmê "Palestine 36" ku berbijêrê Oscarê yê Filistînê ye, dest pê kir û mijara taybet a îsal jî sînemaya Filistînê ye.
Di çarçoveya festîvalê de, ji gelek welatên cîhanê bi giştî 50 fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm tên nîşandan.
Rexnegirê sînemayê Kerem Akça derbarê festîvalê de got, “Gelekî girîng bû ku festîval bi fîlmê Palestine 36 dest pê kir.
Bi ya min beşa sînemaya Filistînê zêde bi kelecan nîne lewra fîlmên wê li her deverê tên nîşandan lê fîlmê min a favorî DJ Ahmet e.”
Di festîvalê de li gel fîlmên Tirkî, Erebî û Farisî du belgefîlmên Kurdî bên nîşandan.
Yek ji wan belgefîlma derhêner Yalçin Çîftçî ya bi navê “Daweta Pîran” e ku li Hewramana Rojhilatê Kurdistanê hatiye kişandin û behsa kevneşopiyên Kurdên Hewramanê dike.
Derhênerê Wanî Kenan Dilêr jî bi belgefîlma xwe ya “Di Bin Siya Dara Bîyê de” beşdarî festîvalê bûye.
Her wiha fîlmê Îraqî "Pasteya Serok" (The President's Cake) a derhêner Hesen Hadî ku behsa serdema Sedam û salên 90î dike li sînemaya Atlasê hat nîşandan.
Berpirsa fîlmê Tamara En-Nûliyê ji Rûdawê re got, “Li Îraqê sektora sînemayê hêj piçûk e lê derhênerên me yên xwedî ezmûn hene.
Bi ya min sînemaya Herêma Kurdistanê gavên baş avêtine.”
Festîval li 3 salonên sînemayê yên li Beyogluyê tê lidarxistin û dê bi nîşandana fîlman, gotûbêj û atolyeyan heta 14ê Çiriya Paşîn bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse