Hewlêr (Rûdaw) - Di qada lêkolînên dîrokî yên Kurdî de ku gelek caran ji kêmasiya jêderên resen û belgeyên arşîvî gilî û gazinan dike, pirtûka nû ya nivîskar û rewşenbîrê Kurd Dilawerê Zengî ya bi navê "Dîroka Botanê" wekî gaveke girîng û cidî tê pêşwazîkirin.
Ev berhem ku encama lêkolîneke bi salan e, ne tenê dîroka yek ji kevintirîn û girîngtirîn mîrgehên Kurdistanê vedikole lê di heman demê de bi belgeyên ku cara yekem têne weşandin, gelek agahiyên nakok û şaş ên dîrokî sererast dike.
"Ev pirtûk encama hûrlênêrînên bi salan e”
Dilawerê Zengî ji Rûdawê re di daxuyaniyeke taybet de, bi hûrgilî qala armanc û zehmetiyên li pişt vê xebata xwe kir û got:
"Ev pirtûk encama lêkolîn û hûrlênêrînên bi salan e. Min pir dijwarî û cefakêşî di danhev û komkirina berheman de dît.
Di ger û tevgera xwe de, ez ji carekê zêdetir çûm Urdun û Stenbolê û min gelek belge peyda kirin. Min pir sûd ji wê gera xwe dît."
Ev berhema nû ya Dilawerê Zengî "Dîroka Botanê" bi zimanê Erebî bi navê (Tarîx Botan) derketiye û ji 310 rûpelan pêk tê û bi qebareya 14.8 x 21 cm hatiye amadekirin, ji aliyê Çapxaneya Mîran ve weke çapa yekem li Qamişloyê hat weşandin.
Derhêneriya wê ya hundirîn ji aliyê Şengo Dumilî ve hatiye çêkirin.
Lêkolîner Faris Osman ku lêveger û pêşgotina vê pirtûkê nivîsandiye, girîngiya dîrokî ya vê herêma Botanê bi van gotinan tîne ziman:
"Dîroka Botanê ji ber girîngiya xwe, cihekî taybet di wîjdana piraniya gelê Kurd de digire."
Osman di pêşgotina xwe de balê dikişîne ser kûrahiya dîrokî ya Botanê û dibêje:
"Vê mîrgehê ku xwedî cihekî stratejîk di navbera Amed û Çiyayê Cûdî de bû (...) ne tenê pêkhateyeke herêmî bû, lê belê bi sedsalan bûbû modelek ji bo birêvebirina xweser a Kurdî û cihek ku wêje, aborî û siyaset li tevahiya herêma Kurdî hembêz dikir."
Ew herwiha bi bîr dixe ku dîroknasên kevnar ên wekî Herodot û Ksenofon jî behsa vê herêmê û niştecihên wê yên weke "Kardoxî" kirine.
“Ev berhem beşdariyeke cidî ye ji bo dîroka Botanê”
Osman di cihekî din ê pêşgotina xwe de wiha dibêje:
"Bi rastî, ev berhem beşdariyeke cidî ye ji bo ji nû ve îtibardayîna dîroka Botanê û ji bo bihêzkirina hebûna wê di bîreweriya Kurdî ya hemdem de, bi rêya lêkolîneke zanistî ya kûr ku valahiyekê di qada lêkolînên dîrokî yên Kurdî de dagire."
Zengî diyar dike ku hewcedariya sererastkirina çîrokeke dîrokî ku bi salan bi şaştî hatibû vegotin ew neçar kir vê berhemê biafirîne, "Gelek agahiyên şaş li ser mîrên Botan hatibûn belavkirin.
Nivîskarên ku li ser vê babetê nivîsandibûn, tevan ew agahiyên şaş ji hev vediguhastin.
Sedema yekem a ku hişt ez li ser dîroka Botanê bixebitim, redkirina van agahiyan bû bi rêya belgeyên pir girîng ku cara yekem têne belavkirin.”
Zengî axaftina xwe berdewam dike û wiha dibêje:
"Sedema duyem herêma Botan ji ber cihê xwe yê giring di dîroka Kurdistanê de û ji ber kevintirîn û giringtirîn mîrnişînên Kurd hatiye naskirin di dîroka siyasî, civakî û çandî ya Kurdistanê de roleke giring lîstiye.
Lewra min bi zelalî û bi belgename li ser dîroka Botanê nivîsandiye.
Bi awayekî zanistî û bi belgekirî gelek agahiyên nû ku cara pêşî têne belavkirin. Min bi çavên hûrlênêrînî ew qonax di ber çavan re derbaskiriye."
Pirtûk li ser sê beşên sereke hatiye avakirin
Pirtûk bi awayekî sîstematîk li ser sê beşên sereke hatiye avakirin.
Beşa yekem bi hûrgilî li ser erdnîgarî, koka navê Botan, neseba mîran û pêkhateya civakî ya herêmê radiweste.
Beşa duyem kûrtir dibe û rewşa siyasî ya sedsala nozdehemîn, di nav de serdema Mîr Bedirxan Beg û Yezdanşêr, di bin siya siyaseta Osmanî û destwerdanên Ewropî de dinirxîne.
Beşa sêyem, ku bi temamî ji pêvekan pêk tê, gencîneyeke belgeyî ya bêhempa pêşkêş dike.
Yazdeh pêvekên ku nameyên Konsulê Brîtanî li Mûsilê Christian Rassam, belgeyên ji rojnameya "Kurdistan" a Bedirxaniyan, bîranînên Mîr Celadet Bedirxan û çavkaniyên din ên dîrokî li xwe digirin, vê berhemê dikin jêdereke bingehîn ji bo lêkolîneran.
Dilawerê Zengî vê berhema xwe ya girîng, ku bi keda salan amade kiriye, diyarî giyanê helbestvanê mezin ê Kurd Ehmedê Şêx Salih dike û bi vê yekê, pireke moralî di navbera du nifşên kedkarên çanda Kurdî de ava dike.
Dilawerê Zengî
Dilawerê Zengî di qada çand û rewşenbîriya Kurdî de, xasma ya Rojavayê Kurdistanê navekî diyar û naskirî ye.
Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
Dora (300) pirtûkên li ser wêje, çand, dîrok û folklora Kurdî çap kirine û her wiha gelek kovar û rojname dane çapkirin û weşandin.
Berhemên wî di warê helbest, çîrok, ziman, dîrok, wêje, folklor û wergerandinê de, dora (50) pirtûkan weşandiye. Niha li bajarê Qamişloyê dijî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse