Azadiya Welat piştî 10 salan dîsa dest bi weşanê kir

1 demjimêr berê
Nîşan Azadiya Welat Rojname Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Azadiya Welat a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, piştî 10 salan mafê navê xwe bi dest xist û careke din dest bi weşanê kir.

Rojnameya Azadiya Welat 29ê Çiriya Pêşîn a 2016an bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.

Rojnameyê piştî demekê mafên xwe yên navî wergirtin û biryar da ku ji nû ve dest bi weşanê bike.

Hat diyarkirin ku Rojnameya Azadiya Welat li cihê ku rojnameya Xwebûnê lê hiştibû rêya xwe didomîne.

Rojname di hejmara xwe ya ewil de bi manşeta “Berê me li Rojê ji bo siberojê, Dîsa Azadiya Welat” derket pêşberî xwînerên xwe.

“Em dîsa vedigerin nav jiyana we”

Di nivîsa edîtor a rojnameyê de peyama vegerê hat dayîn û wiha hat gotin:

“Em wekî Azadiya Welat berê xwe didin Rojê û ji bo paşerojê piştî 10 salan dîsa vedigerin nav jiyana we.

Em di wê baweriyê de ne ku bi piştgirî û xwedîderketina xwîner û gel dê ji her carê bi hêztir û geştir bibe.”

Naveroka hejmara yekem

Rojnameya Azadiya Welat di hejmara xwe ya yekem de cih daye hevpeyvîna bi Hevserokê MAF-DADê Mahmut Şakar re ku li ser şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axiviye.

Her wiha di hejmara nû de gotar û lêkolînên nivîskarên wekî Mulkiye Bîrtane, Medenî Ferho, Felemez Ulug, Hesen Huseyîn Denîz, Tayîp Temel, War Botan, Siyabend Aslan, Lîzşêr Amed, Fatma Taşli Tunç, Xelîl Xemgîn, Alî Guler û Serdar Altan cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst