Stranbêj Pinar Aydinlar hat berdan

13-05-2025
RÛDAW
Nîşan Pinar Aydinlar Berdan HDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêj Pinar Aydinlar ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibû girtin, hat berdan.

Li Stenbolê û 8 bajarên din 18ê Sibata 2025an di operasyona li dijî HDKyê de 52 kes hatin desteserkirin ku Pinar Aydinlar jî di nav de bû.

Lêpirsîn bi hinceta ku “baskekî PKKyê ye” derbarê HDKyê de hatibû destpêkirin û biryara desteserkirina 60 kesan hatibû dayîn.

Pinar Aydinlar piştî karên îfade wergirtinê roja 21ê Sibatê bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.

Îro yekem rûniştina doza HDKyê li 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin.

Pinar Aydinlarê di îfadeya destpêkê de red kir ku endama HDKyê ye û tenê di çarçoveya HDPyê de çalakî kirine.

Dadgehê bi şertê konrola edlî biryara berdana Pinar Aydinlarê da û rûniştina dozê dê 11ê Îlona 2025an bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst