Sehafekî Kurd wekî arkeologan dikeve pey pirtûkên kevin

13-11-2023
Omer Sonmez
Xwîner bi erzanî dikarin li mezadan pirtûk bistînin
Xwîner bi erzanî dikarin li mezadan pirtûk bistînin
Nîşan Sehafê Kurd Huseyîn Palewî Stenbol Mezad Pirtûk
A+ A-

FÎÇER – Li bajarê Stenbolê ku wekî paytexta çand û hunerê ya Tirkiyeyê tê dîtin, sehafekî Kurd wekî arkeolog dikeve pey pirtûkên kevn.

Huseyîn Palewî, ev 13 sal in li Stenbolê karê sehafî û mezadiyê dike.

Li cem sehafê Kurd, bi zimanên cuda cuda pirtûk, kovar, nexşe û destxetên Kurdî û berhemên derbarê Kurd û Kurdistanê tên peydakirin.

Huseyîn Palewî di hefteyê de du rojan li depoya xwe ya pirtûkan bazara mezadiyê li dar dixe û hejmarek zêde xwîner û hezkiriyên sehafan berê xwe didin mezada wî.

Berhemên kêm tên peydakirin li cem Huseyîn tên dîtin

Li mezada wî him pirtûk erzan in, him jî berhemên kêm tên peydakirin li cem Huseyîn tên dîtin.

Sehaf Huseyîn Palewî, di dema mezadê de wekî mîzahkarekî hosta, kesên li salonê amade ne bi esprî û mizaha xwe ya taybet dilê wan xweş dike.

Gelek kes ji ber tarza wî ya mîzahî diçin mezada wî.

Mudawîmên mezada Huseyîn dibêjin mezada wî tim ji surprîzan re vekiriye.

Wekî nêçîrvanê pirtûkan tê naskirin

Huseyîn Palewî ku ev 13 sal in li navçeya Fatih a Stenbolê karê sehafî û mezadiyê dike, wekî nêçîrvanê pirtûkan tê naskirin.

Huseyîn Palewiye ku di sala 1980an de li Paloya Xarpêtê ji dayik dibe, piştî li Antalyayê beşa Arkeolojiyê xilas dike berê xwe dide Stenbolê.

Ew ji sala 2010an û vir ve li Stenbolê bi sehafî û mezadiya kitêban navdar e.

Gelek pirtûkên destxet, kovar, rojname, nexşe, belge û ewraqên dîrokî li dikana Deylemî Sehaf a Huseyîn peyda dibin.

Huseyîn di hefteyê de du rojan li depoya xwe ya pirtûkan mezadiyê dike.

Ji zarokatiya xwe ve ji pirtûkan hez dike

Huseyîn Palewî ji Rûdawê re wiha behsa xwe û xebatên xwe dike:

“Navê min Huseyîn Palewî. Ez di sala 1980an de li Paloya ser bi Xarpêtê ve ji dayik bûm. Min li Antalyayê beşa Arkeolojiyê xilas kir.

Ev 13 sal in ez li Stenbolê sehafî û mezadiya kitêban dikim. Jixwe ez ji zarokatiya xwe ve ji pirtûkan hez dikim.

Lewma min dest bi vî karî kir. Êdî navê min û kare min li piyasayê belav bû. Kitêb, ewraq û xerîteyên kêm tên peydakirin li cem min tên dîtin. Ez jî di mezadan de difroşim.”

Piştî sohbet û lihevpirsînê êdî mezata kitêban dest pê dike. Ev kesên li salonê nêçîrvanê kitêbên kevn û nadir in.

Her kes bi kelecan li benda kitêban in, ka vê carê wê çi bikeve para wan. Ew bi tûrikên vala tên lê di dawiya mezadê de tûrikên xwe bi kitêb û bîranînan tijî dikin.

Xwîner pirtûkan Rasim got, “Kesên ji pirtûkan hez dikin re bibliyofil tê gotin. Bibliyo pirtûk e, fîl jî hezkirin e, bibliyofil yanê kesê ji pirtûkan hez dike.

Wekî din bibliyomanî heye. Yanê mirovê ku pirtûkan kom dike. Ez bi xwe di navbera bibliyofilî û bibliyomanî de me.

Li mezada vir em pirtûkan bi erzanî distînin. Tabî pirtûkên em li piyasayê nikarin peyda bikin dikarin li vir bi hêsanî peyda bikin.”

Mezad ji bo hezkiriyên sehafan bes mekanê kirîn û firotina pirtûkan nîne.

Herwiha ew der ji bo nasîna meraqdar, nivîskar, rewşenbîr, dîroknas û lêkolîneran dibe navendek bêhempa.

Rastî bernameya Komeleya Jinên Kurd ya 1919an hatiye

Sehafê Kurd diyar kir ku ew li pey pirtûkan digere û wiha pê de çû:

“Carinan ji xurdefiroşan, carinan ji esnafan, carinan jî ji xwendekaran pirtûk distînim. Heta niha gelek malzeme û berhem hatine berdestê min.

Mesela, ez rastê nîzamnameya-bernameya Komeleya Jinên Pêşketî ya Kurd ( 1919) hatim. Zimanê wê bi Osmanîkî bû.

Min da lêkolînerekî Kurd. (Ekrem Malbat bernameyê amade dike û xebat wek pirtûk ji Nûbiharê tê weşandin) Em li mezadê pirtûk û berhemên nû dibînin. Her wiha em li vir însanên nû nas dikin.”

Ew li mezada kitêban, hem sohbet dikin, hem jî ew li wir rastê kitêb û kevnareyên kêm ten peydakirin dibin.

Helbet kesên di mezadê de amade dibin, derd û kul û problemên li derve heta 3-4 saetan ji bîr dikin.

Rojeva wan bes kitêb û amûrên kevn e.

“Mezada Huseyîn tim ji surprîzan re vekiriye”

Endezyarê kîmyayê Aydin Kandil jî da zanîn ku ew ev sal in diçe mezada û got:

“Bihayê pirtûkên li vir li gorî mezadên din pir erzan e. Her wiha ev der tim ji surprîzan re vekiriye.

Helbet em dixwazin li mezadan zêdetir kitêbên bi Osmanî, Ermenikî, Rûmî û zimanên din hebe.”

“Pirtûka biha bûne”

Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Necmettin Şahin jî wiha got:

“Ev salên dirêj e ez bi pirtûkan re mijûl im. Tim serdana sehaf û mezadan dikim. Helbet aliyekê vê ji ber rewşa aboriyê ye.

Standina pirtûkan êdî pir biha ye. Her kes nikare êdî pirtûk bistîne. Em bi korsanî distînin an jî li ser PDF peyda dikin.”

Li cem sehafê Kurd, bi zimanên cuda cuda pirtûk, kovar, nexşe û destxetên Kurdî û berhemên derbarê Kurd û Kurdistanê de tên peydakirin û ew girîngiyeke mezin dide wan.

Nivîskarê Kurd Murad Celalî eşkere kir ku ew 12-13 sal in diçe mezada li wir û got:

“Pirtûkên Kurdî li vir tên dîtin. Him ji ber derdora Huseyîn, lewra kesên jê re pirtûk tedarik dikin Kurd in an bi Kurdî re eleqedar in.

Mesela min pirtûka Hêjar ya Bo Kurdistanê li vir bi îmzeya Hêjar peyda kir. Niha ew pirtûk li pirtûkxaneya min e.”

Wekî mîzahkarekî hosta dilê xwîneran xweş dike

Sehaf Huseyîn Palewî, di dema mezadê de wek mîzahkarekî hosta, kesên li salonê amade ne bi esprî û mizaha xwe ya taybet dilê wan xweş dike.

Gelek kes ji ber tarza wî ya mizahî diçin mezada wî.

 Huseyîn yek bi yek pirtûkan digire destê xwe û dide nasîn.

Di dawiya mezadê de her kes bi bextewar vedigere mala xwe, pirtûkên xwe bicih dikin û ji ber ku êdî ji wan re bûye edet bi sebr û kelecan li benda mezada bê dimînin.

Peyamnêr: Omer Sonmez / Kamera û Montaj: Faruk Uysal

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst