Li civîna Enternasyonala Sosyalîst peyama Ocalan hat xwendin

25-05-2025
Rawîn Stêrk
Civîna Enternasyonala Sosyalîst a li Stenbolêr / Wêne: AA
Civîna Enternasyonala Sosyalîst a li Stenbolêr / Wêne: AA
Nîşan Enternasyonala Sosyalîst Stenbol Kurd Ocalan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Enternasyonala Sosyalîst ku zêdeyî 100 partiyên çep û demokrat ên ji hemû cîhanê endamê wê ne û sala 1951an hatiye damezirandin vê carê civîna xwe li Stenbolê li dar xist.

Enternasyonal her şeş mehan carekê bi mazûvaniya partiyekê li welatekî cuda konseya xwe kom dike.

Mazûvanê îsal CHP ye û ji sê parçeyên Kurdistanê jî partî beşdarî civînê bûn.

Hemû partiyên Kurd ên beşdar li hev kir da ku li ser navê wan hemûyan û li ser navê çar parçeyên Kurdistanê axaftinek bê kirin û daxwaz û çîrokên Kurdan ji wan re bên vegotin.

Beşdariya partiyên Kurdan

Enternasyonala ku 132 partiyên ji zêdeyî 100 welatan endamê wê ne, îsal bi dirûşma "Ji bo Cîhaneke ku Heqê Me ye, Yan Bi Hev re Yan jî Ti Kes" dest bi civîna xwe kir.

Bernameyê bi axaftina Serokê CHPyê Ozgur Ozel dest pê kir û bû platforma gelek axaftinan.

Peyama Ocalan hat xwendin

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û wê peyama Ocalan xwend.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê amaje bi beşdariya Kurdan da û li pey çû:

"Helbet îro di vê civîna Enternasyonala Sosyalîst de nûnertiya gelek partiyên Kurdan heye. Ev gelekî girîng e.

Em girîngiyê bi wê didin da ku hevahengiyek di daxwazên aştî, azadî û wekheviyê yên gelê Kurd de derkeve ku ji çar parçeyan dijîn.

Ji ber wê jî hatina cem hev ji bo wan partiyan gelekî girîng e. Em jî li vir bi wan hemûyan re hatin ba hev û me gotûbêj di nava xwe de kir."

Beşdariya navneteweyî

Civîna Enternasyonalê ku bêtir daxwaza aştî û demokrasiyê bandora xwe lê dikir, ji 81 welatan 115 partiyên çep, sosyalîst û demokrat li xwe digire.

Pedro Sanchezê Serokwezîrê Spanyayê ku di heman demê de Serokê Enternasyonalê ye jî yek ji beşdaran e.

Her wiha ji Başûrê Kurdistanê PDK û YNK, ji Rojhilatê Kurdistanê jî Komele beşdarî civînê bûne.

Dara Xeylanî li ser navê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Rizgar Şerîf jî li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdarî civînê bûn.

Nûnerên her du partiyan bi rêya Rûdawê eşkere kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û aştiyê dixwazin.

Mijarên civînê

Di civînan mijara Filistînê û Kurdistanê jî bi taybetî tê gotûbêjkirin.

Her wiha biryar hatiye dayîn ku Koma Xebatê ya Kurd jî bê çalakkirin.

Şerê Ukraynayê û rewşa Sûriyeyê jî wekî mijarên taybet hatine hilbijartin û gotûbêj li ser wan tên kirin.

Di axaftinan de amaje pê hatiye kirin ku neteweparestî û rastgirtî li cîhanê zêde dibe û divê sosyalîst û demokrat bêhtir bixebitin ji bo cîhanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst