Pirtûka ‘Zazakî û Kurmancî ji aliyê felsefeya zimanî ve’ ji Weşanên Avestayê derket

14-06-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka Îbrahim Bingol a bi navê  “Zazakî û Kurmancî  ji aliyê felsefeya zimanî ve” ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûka “Zazakî û Kurmancî ji aliyê felsefeya zimanî ve” ku ji aliyê nivîskar Îbrahim Bingol ve hatiye nivîsandin ji Weşanên Avestayê derket.

Zazakî û Kurmancî ji aliyê felsefeya zimanî ve ji 104 rûpelan pêk tê.

Îbrahim Bingol wiha behsa armanca xwe ya nivîsandina vê pirtûkê dike; “Hezar caran heyf e ku zazakî îroj li ber mirinê ye, bi gotineke zazakî nêzdêrû de ye. Heke mûcîzeyek çê nebe, ji vir şûn de rizgarkirina zazakî gelekî dijwar e. Em vê rastiyê dizanin ku xelaskirina zimanekî tenê bi xîret û çalakiyên rewşenbîr, zanyar û vekoleran nabe. Gelek faktorên din yên derveyî zimanî jî hewce ne. Xuya ye ku zaza xwedî van faktoran nînin û di paşerojê de jî di asoyê de xwedîbûna van faktoran xuya nake. Dîsa jî çi ji destê me bê, divê em bikin ku ev xebat berhema vê saîqê ye. Min xwest di vê xebatê de kurmancî û zazakî di çarçoveya cîhanbîniyê de, di çarçoveya felsefeya zimanî de bidim ber hev û nîşan bidim bê ka ji aliyê mentiqa zimanî ve çi ferq û wekheviyên her du zaravayan hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst