Pirtûkxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî dê were dijîtalîzekirin

15-07-2025
Omer Sonmez
 Nûnerên Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê û Îsmaîl Beşîkcî / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nûnerên Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê û Îsmaîl Beşîkcî / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pirtûkxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê Dijîtalkirin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê ku navenda wê li Hewlêrê ye, bi Weqfa Îsmaîl Beşîkcî re protokola arşîva Kurdî îmze kir.

Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname û belgeyên derbarê Kurd û Kurdistanê de ne bi piştevaniya Navenda Kurdistanê dê bên dijîtalîzekirin ku ji sala 1950î ve ji aliyê civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkcî ve hatine berhevkirin.

Bi saya protokola Navenda Kurdistanê dê berhemên pirtûkxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî li ser platformên dijital ji bo her kesî bêne vekirin.

Yekem car e ku Navenda Kurdistanê li derveyî Herêma Kurdistanê projeyeke bi vî rengî bi rê ve dibe.

Rêveberê Navenda Kurdistanê Mihemed Fatîh got:

“Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê heta niha li Kurdistanê arşîva dijîtal a herî berfireh û bipêşketî çêkiriye.

Heta niha me zimanê Îngîlîzî û Kurdiya Soranî arşîv kiriye. Me xwest em arşîva Kurmanciyê jî li arşîva xwe zêde bikin.

Arşîva Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê dê bi Kurmancî dewlemendtir bibe. Destpêkê jî me bi Weqfa Îsmaîl Beşîkcî re dest bi vî karî kir.”

Navenda Kurdistanê cîhaza veguhestina (screenkirina) dijîtalkirina pirtûk û belgeyan bexşandiye Weqfa Îsmaîl Beşîkcî.

Her wiha tîma Navenda Kurdistanê dê 2 xebatkarên Weqfê, li gorî standardên cîhanî fêrî arşîvkirina dijîtal bikin.

Li gorî peymanê dê ev kar û xebat salekê berdewam bike.

“Em dê li gorî standardên cîhanî xebatkaran fêrî arşîvkirina dijîtal bikin”

Rêvebera Navenda Kurdistanê Ayten Kotîkyanê jî got:

“Ev cîhazeke taybet e ji bo dijîtalkirina pirtûkan. Em ji bo perwerdekirina xebatkarên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî hatin vir.

Em dê li gorî standardên cîhanî xebatkaran fêrî arşîvkirina dijîtal bikin.

Her wiha em dê wan fêr bikin ku dê kîjan pirtûk û belgeyî bi kîjan rê û rêbazî li sîstema dijital zêde bikin.”

Pirtûkxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derbarê Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek ji pirtûkxaneyên herî berfireh û dewlemend tê dîtin.

Di nav pirtûkxane û koleksiyona Weqfa Îsmaîl Beşîkcî de, bi hezaran berhemên nuwaze û dîrokî ên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Farisî, Îngilîzî û zimanên din cih digirin.

Li pirtûkxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ji 20 hezarî zêdetir pirtûk, 800 kovarên cuda, ji 92 rojnameyên cuda derdora 3 hezar rojnameyên ku hatine cîldkirin û 2 hezar nameyên ku ji Îsmaîl Beşîkcî re hatine ji bo xwîner û lêkolîneran vekirî ye.

“Arşîva Kurdî ya neteweyî dê bê amadekirin”

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Îbrahîm Gurbuz jî got:

“Ji bo neteweyan arşîv gelekî girîng e. Eger arşîva te tunebe tu nikarî ti tiştan bikî.

Lewra bi saya arşîvê hişmendiya dîrok, erdnîgarî, civaknasî çêdibe. Arşîv her tişt e.

Bi saya vê protokolê dê arşîva Kurdî ya neteweyî bê amadekirin.”

Bi saya protokola Navenda Kurdistanê dê ji 20 hezarî zêdetir pirtûk, kovar, rojname û nameyên pirtûkxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bên dijîtalîzekirin.

Bi vê xizmetê dê ji her aliyê cîhanê her kes karibe xwe bigîhîne koleksîyona Kurdolojiyê ya mamoste Îsmaîl Beşîkcî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst