Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Ezîz Weysî bi hinceta piştgirîkirina xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hat desteserkirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê ji Rojhilatê Kurdistanê wergirtine, îro Şemiyê 15ê Cotmeha 2022yan hunermendê Kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê Ayzî Weysî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Kirmaşanê ve hat desteserkirin.
Ezîz Weysî di rojên derbasbûyî de videoyek li ser torên medyaya civakî belav kiriye ku pêşkêşî kesên ku di di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane dike û tê de piştevaniya xwe bo xwe xwepêşandanên nîşan dide.
Sehend Weysî kurê Ezîz Weysî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê got: “Îro danê sibê bavê min bo liqa 16 ya dadgeha Kirmaşanê hatiye vexwendin û piştî ku li wir hat desteserkirin, n bo girtîgeha hêzên ewlekarî ya Kirmaşanê hate veguhastin.”
Piştî ku di 16ê Îlona îsal de keça Kurd a 22 salî ya ji Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê li Tehranê hatibû desteserkirin, canê xwe ji dest da, xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin.
Xwepêşandanan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û bi awayekî bilez û berfireh li seranserê Îranê belav bû.
Jîna Emînî xelka Seqizê roja 13ê Îlona 2022an li Tehran ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve bi hinceta ku cilûbergên wê ne li gor hîcaba îslamê ne, hatibû desteserkirin, piştre li navenda polîsan ji hişê xwe çûbû û ketibû komayê û rakiribûn nexweşxaneyê. Jîna Emînî roja 16ê Îlonê canê xwe ji dest dabû û roja 17ê Îlonê li bajarê xwe Seqizê hatibû veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse