Mem Ararat bi klîpeke hişê çêkirî strana 'Sebahul Xeyr' vejand

16-09-2025
RÛDAW
Mem Ararat / Wêne: Ji klîpê hat girtin
Mem Ararat / Wêne: Ji klîpê hat girtin
Nîşan Mem Ararat Sebahul Xeyr Zubêr Salih Melayê Cizîrî Hişê Çêkirî (AI)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar Mem Ararat strana klasîk a Zubêr Salih a bi navê "Sebahul Xeyr" ku gotinên wê ji helbesta Melayê Cizîrî hatine wergirtin, bi aranjmaneke nû û klîpeke taybet ji nû ve şirove kir.

Taybetiya herî balkêş a klîpê ew e ku bi tevahî bi hişê çêkirî (AI) hatiye amadekirin.

Di klîpê de bi hişê çêkirî dîmenên fantastîk ên erdnîgarî, dîrok û çanda Kurdistanê tên nîşandan.

Ji Sûra Amedê heta Keleha Hewlêrê, ji Perestgeha Lalişê heta Çiyayê Nemrûdê, ji Qesra Îshaq Paşa heta Dêra Axtamarê gelek cih û sembolên girîng ên Kurdistanê di nav dîmenan de cih digirin.

Di klîpê de teyrê quling wekî motîfeke serekî derdikeve pêş û li seranserî erdnîgariya Kurdistanê digere.

Ev klîp wekî sefereke dîtbarî û xeyalî di nav dîrok û xwezaya welêt de ye.

Strana "Sebahul Xeyr" yek ji berhemên klasîk ên muzîka Kurdî ye.

Mem Ararat bi vê xebata xwe pirekê di navbera helbesta klasîk a Melayê Cizîrî, muzîka nemir a Zubêr Salih û teknolojiya herî nûjen a serdemê de ava dike û mîrateyeke çandî bi şêwazeke modern pêşkêşî nifşê nû dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst