Hewlêr (Rûdaw) - Îro 25 sal di ser koça dawî ya hunermendê Kurd Ahmet Kaya re derbas dibin.
Ahmet Kaya di 43 saliya xwe de berî 25 salan ji ber krîza dil koça dawî kir.
Sala 1999an, dema ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Magazînê ve hat xelatkirin, wî Kurdbûna xwe eşkere kir û got, ew dê klîpekê bi zimanê Kurdî çêbike.
Ji ber gotina ku Kurd e û dê klîpeke bi zimanê Kurdî amade bike, Kaya di salonê de rastî êrişa nijadperestên Tirk hat.
Piştî çend rojan doz li wî hat vekirin û bi 12 salan cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.
Ahmet Kaya neçar ma berê xwe bide Ewropayê û li Parîsa paytexta Fransayê bi cih bû.
Ahmet Kaya 16ê Çiriya Paşîn a 2000î li Parîsê koça dawî kir û li goristana navdar a wî bajarî Pere Lachaiseyê hat veşartin.
Ahmet Kaya
- 28ê Çiriya Pêşîn a 1957an li Meletiya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû
- Sala 1984an albuma xwe ya yekem belav kir
- Sala 1988an bi nav û deng bû
- 21 albumên wî hene
- Sala 1999an ragihand ku ew dê klîpeke bi zimanê Kurdî çêbike
- Bi 12 salan cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin
- Sala 1999an li Parîsê bi cih bû
- Sala 2000î bi krîza dil li Parîsê koça dawî kir
- Cenazeyê wî li goristana Pere Lachaiseyê nêzîkî gora Yilmaz Guney hat veşartin
#GRAFÎK - Ahmet Kaya berî 25 salan ji ber êş û kulên sirgûniyê koça dawî kir#Ahmetkaya pic.twitter.com/JvGEwiVhNJ
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 16, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse