Piştî 4 salan li Amedê Pêşengeha Pirtûkan: Bi hezaran kes beşdarî vekirina pêşengehê bûn

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Pêşengeha Pirtûkan a Amedê DTSO Amed Pirtûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê li Navenda Kongre û Pêşangehan a Mezopotamyayê, piştî 4 salan pêşengeha 10emîn a pirtûkan hat vekirin.

Pêşengeha pirtûkan a Amedê bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Eylûl Fuarcilikê hat tê lidarxistin. 

Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç û Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Serokê Borseya Bazirganî ya Amedê Engîn Yeşîl, Serokê OSByê Mustafa Fîdan, Alîkarê Walitiya Amedê, Serokê Amedsporê Azîz Elaldi, nivîskar Murathan Mungan, Remzî Çayir û bi hezaran kes beşdarî merasîma vekirina pêşengehê bûn.

Herwiha nêzîkî 120 weşanxane û zêdeyî 350 nivîskar tevlî pêşengehê dibin.

Di vê çarçoveyê de panel, hevpeyvîn û rojên îmzayan têne lidarxistin.

“Armanca me 700 hezar mêvan in”

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya di vekirina pêşengehê de axivî û got:

“Herî dawî 2019an me pêşengeha pirtûkan vekir. Wê demê 175 hezar kesan ziyareta pêşengehê kiribû.

Bi rastî di vê pêşengehê de hêviyên me gelekî zêdetir in. Armanca me ew e ku 700 hezar bên serdana pêşengehê.

Em pêşengeha xwe wekî pêşengeha Mezopotamyayê li dar dixin. Ango ev nûnertiya herêmê dike. Em li benda mêvanên xwe yên ku ji dervey bajêr in.”

Kaya ji bo beşdariya Murathan Mungan spasiyên xwe pêşkêşî wî kir û got:

“Li Amedê pêşengeha pirtûkan wekî şahiyekê tê zanîn. Ji ber ku ji bo hemû weşanxaneyan eleqeyeke mezin heye.

Ez spasiya hemû kesên ku di vekirina pêşengehê de ked dane dikim.”

Arinç bangî ciwanan kir

Bulent Arinç diyar kir ku piştî wî dev ji siyasetê berda 3 pirtûk nivîsîne û pêşengehên têne lidarxistin ji nêz ve dişopîne.

Arinç wiha berdewam kir:

“Ez bi dîtina Kemal Burkay û Murathan Mungan gelekî kêfxweş bûm.

Mixabin çanda populer û TîkTok me ji xwendinê dûr dixe. Bi taybetî jî ev di nava ciwanan de zêde ye. Pêwîst e em ciwanan teşwîqê xwendina pirtûkan bikin.”

Murahthan Mungan slav li Kişanakê kir

Helbestvan û nivîskarê navûdeng Murathan Mungan jî piştî vekirina pêşengehê bi xwendavanên xwe re civiya.

Mungan di axaftina xwe de, slav li seroka berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kışanaka kir ku niha di girtîgehê de ye.

Pêşengeha ku îro dest pê kir dê 24ê Kanûna Pêşînê bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst