Şeveke Lêvsor ji Weşanên Avestayê derket

18-07-2025
Nîşan Şeveke Lêvsor Çidem Baran Weşanên Avestayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka çîrokan a Çidem Baranê ya bi navê Şeveke Lêvsor ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat çapkirin û belavkirin.

Şeveke Lêvsor ji 80 rûpelî pêk tê yekem berhema çîrokan a Çidemê ye.

Pirtûkhez dikarin vê berhemê bi rêya online û pirtûkfiroşan li pirtûkxaneya xwe zêde bikin.

Li ser bergê pirtûkê wilo hatiye nivîsîn:

“Bi dengê peyamê wêneyê ku xêz dikir ji destê xwe danî. Demeke ne kin ne jî dirêj li fotoyê ku hevala wê ya zanîngehê bi rêya watsapê jê re şandibû û herdu di foto de dilşad dixuyan meyzand.

Bêyî ku karibe bi xwe li ser wî zemanî giriya û fam kir ku êdî zeman ji bo wê beriya mirina dê û piştî mirina dê ye.”

Çidem Baran kî ye?

Çidem sala 1985an li Midyadê çavên xwe li jiyanê vedike. Sala 2018an li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Wêneyan diqedîne. Sala 2022yan li Zanîngeha Artukluyê li Beşa Wêneyan a Fakulteya Hunerên Bedew mastera xwe xilas dike.

Demeke dirêj di Kargeha Hunerên Bedew a Fewzî Bîlge de perwerdeya wêneyan dibîne. Di dîrokên cuda de, li welêt û derveyî welêt gelek pêşangehên wêneyan li dar dixe.

Aniha li Farqînê mamostetiya wêneyan dike.

Berhemên wê yên ku hatine çapkirin ev in:

* Li Peravên Torê Torên Evînê, Roman, Weşanên Ronahî, 2011

* Lerizînên Tenêtiyê, Roman, Weşanên Ronahî, 2012

* Li Dû Siya Sêwiran, Roman, Weşanên Ronahî, 2014

* Şikefta Helbestê, Hevpeyvîn, Weşanên Ronahî, 2014

* Ferhenga Hunerê, Ferheng, Weşanên Dara, 2022

* Bor, Roman, Weşanên Zîz, 2024

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst