Hewlêr (Rûdaw) - Li Swêdê ji Weşanxaneya Sabrî Yûsif pirtûkeke nû ya helbestvan û rexnegirê Kurd ê Sûrî Luqman Mehmûd derket.
Navê pirtûkê "Tiştê ji Bîranînê Maye" ye. Ev berhem ne tenê curekî wêjeyî ye lê berhemeke afirîner e ku gelek cûreyan li xwe digire.
Rojnivîsk, bîranîn, gotar û raman di nava hev de dihelin. Ew bi vê yekê, berhemeke vekirî pêşkêş dike ku qalibên amade dişkîne.
Serpêhatiya ceribandina hunerî û pêwîstiya wê
Pirtûka nû ya Luqman Mehmûd di çarçoveya "ceribandinê" de ye.
Di wêjeyê de ceribandin ne tenê xwestekeke hunerî lê pêwîstiyeke afirîner e. Dema cureyên wêjeyî yên naskirî digihîjin asta têrbûn û ducarekirinê ev pêwîstî derdikeve holê.
Di vê astê de, divê nivîskarê afirîner van qaliban bişikîne û li asoyeke nû ya zindî bigere.
Pirtûka Luqman Mehmûd jî serpêhatiyeke hunerî û estetîk e. Ew hewl dide şêwazên nû yên vegotinê biafirîne. Şêwazên ku bikarin giraniya bîreweriya takekesî û kolektîf hilgirin. Her wiha di serdema bersivên hazir de, pirsên nû bipirsin.
Pirtûk bi hunera xwe ya aloz, dixwaze raman û rewşên ku hişmendiya mirovan asê kirine, rexne bike û li dijî wan derkeve.
Ji xema takekesî ber bi derdê giştî ve
Di destpêkê de, dibe ku pirtûk weke dilfikariyeke kesane xuya bike û bi rastî jî wisa ye lê dema xwêner tê de kûr dibe, bi ser tiştekî din ve dibe.
Ev xema taybet vediguhere dengekî giştî. Ev derbasbûna ji taybet ber bi giştî ve, ango "yekjimara bi wateya pirhejmar" rêbazeke mirovî û gerdûnî ye.
Mehmûd bi hostayî vê yekê dike. Xeyalê wekî pirekê ji bo derbasbûna nav ketwarê bi kar tîne. Tecrubeya xwe ya şexsî dike neynikeke ku êş û hêviyên gelekî nîşan dide.
Helbest: Warê helbestvan ê rasteqîn
Tevî ku Luqman Mehmûd di nav mijarên siyasî, civakî û rewşenbîrî de kûr diçe jî helbest stargeha wî ya sereke dimîne.
Pirtûk teqez dike ku helbestvanê rastîn ne xwedî welatekî cografî yê dayîmî ye. Belê, warê wî yê resen, zimanê wî yê helbestî ye.
Bi gotina Heideggerê fîlozof, ev ziman "stargeha wî ya tekane" ye.
Ji dema ku Komara Palto helbestkar ji bajarê xwe dûr xistin û helbest wekî zanîneke xeyalî û şaş bi nav kir, helbestvan bi zanebûn hilbijart ku li kêlekê bimîne. Dûrî navend û desthilatê be da ku rastî û azadiya xwe biparêze.
Ji Pirtûkê: Bersivdana zordestiyê bi rêya nivîsê
Pirtûka nû ya Luqman Mehmûd "Tiştê ji Bîranînê Maye" di nav pirsgirêkên mirovahiyê de kûr dibe. Di serî de jî diyardeya zordestiyê ku rûyê mirovahiyê reş û kirêt kiriye.
Zordestî ne tenê sîstemeke rêveberiyê ye lê nexweşiyeke giran e ku giyanê civakê dizêrîne. Di vê pergalê de, vîna bi milyonan kes di gêwlê kesekî tenê de kom dibe. Ev sîstem li ser fetisandina azadiyan û bêdengkirina mirovan hatiye avakirin.
Zordarî welatan vediguherîne zindanên mezin. Çanda tirs û gumanê belav dike, afirîneriyê dikuje û rûmeta mirovahiyê tarûmar dike. Li ser kavilên dadmendî û azadiyê, xeyala aramiyê pêşkêş dike lê tevî hêza xwe ya polayî, zordarî di cewherê xwe de qels û lawaz e. Ji ber ku bingeha wê ne bawerî lê hêz e. Dawiya wê jî têkçûn e li hember îradeya gelên azad.
Dema behsa zordestiyê tê kirin, Ebdilrehman Kewakibî (1855-1902) tê bîra mirov. Ew yek ji wan rewşenbîrên herî girîng e ku di pirtûka xwe ya nemir "Xûyên Zordariyê yan Zordestname"yê de ev diyarde bi kûrahî şîrove kiriye.
Ji gotinên wî yên navdar ev in: "Zordestî koka her nexweşiyê ye" û "Zordestî rastiyan di mêjiyan de serûbin dike, qenciyê dike nerindî û nerindiyê dike qencî."
Ji pirtûka Luqman Mehmûd em vê paragrafa watedar li ser zordariyê dixwînin: "Diyardeya zordestiyê yek ji pirsgirêkên herî metirsîdar e ku rûyekî kirêt daye dîroka mirovahiyê. Gelek caran bûye sedema hovîtî û êşên ku meriv şaşwaz dihêlin.
Mirovan di sîmayekî hovane de nîşan dide ku li dijî avadaniyê, berê xwe dide wêranî û kuştina birayê xwe. Li hember diyardeya zordariyê, mirovan gelek caran berê xwe daye bersivdayîna tund lê gelek caran jî vê tundiya bersivdayînê, li şûna çareseriyê, pirsgirêk kûrtir kiriye."
Tevî ku ew li gel zimanê xwe yê zikmakî bi Erebî jî dinivîse, Luqman Mehmûd helbestvan û nivîskarekî Kurd e. Di hevpeyvîneke sala 2023yan de dibêje: "Mirovê/a Kurd wekî nivîskar ji dayîk dibe."
Ji ber vê yekê, ew di pirtûka xwe ya nû de her tim êş û azarên gelê xwe yê Kurd tîne zimên.
Em di pirtûkê de dixwînin, "Gelê Kurd li hember zordestiyê qurbaniyên mezin dane û hîn jî dide lê dîsa jî ev qurbanî bi xayîntiyê hatin bersivandin.
Di gotara siyasî ya dewletên zordest de 'xayîntî' çi be, di gotara olî de jî 'tekfîr' heman tişt e. Di her du rewşan de jî tê wateya derxistina yê din ji civakê û helalkirina xwîn, mal û namûsa wî.
Kurdan gelek şer dîtin. Hin ji wan şerên veşartî bûn ku dişibiyan Şerê Sar û jiyana mirovan dikirin dojeheke rasteqîn.
Hin jî şerên eşkere bûn, ango xopankirin û kuştina sîstematîk, wekî komkujiyên navno yên Enfalê û kîmyabarana Helebceyê.
Tevî van hemûyan jî bîreweriya mirovahiyê, bi hemû diyarde, sembol, xeyal û hestên xwe ve, girêdayî karê nivîsandinê ye.
Nivîsandin dibe arşîveke şaristanî û çandî ji bo hişmendiya kolektîv û takekesî ya mirovahiyê."
Bi vî awayî, nivîsandin dibe çalakiyeke berxwedanê li dijî zilm û zordestiyê. Dibe amûrek ji bo tomarkirina birînan û serkeftinên biçûk, da ku ji nifşên nû re bimînin.
Luqman Mehmûd kî ye?
Luqman Mehmûd, helbestvan û rexnegirê Kurd ê Sûriyeyî ye. Ew sala 1966an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û niha welatiyê Swêdê ye û li wir dijî.
Bi zimanên Kurdî û Erebî dinivîse. Luqman di qada çanda Kurdî û Erebî de dengekî girîng tê hesibandin. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û endamê PENa Kurd e.
Heta niha 32 pirtûkên wî di warê helbest û rexneyê de hatine weşandin. Ji van pirtûkan sê dîwanên helbestan bi zimanê Kurdî ne: "Bi pê şopa azadiya xwe dikevim" (2013), "Ji leylanê bo avê" (2013) û "Bi tena xwe bi rêve diçim" (2023).
Hinek berhemên wî yên din jî ev in: Kêfxweşiyên Xemgîn (1990), Dilşaistan (2001), Ava Dîlgirtî (2015), Kêfxweşiya Nepenî: Antolojiya Helbesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê (2013), Ezmûna Azadiyê (jînenîgariyeke helbestî) (2019) û gelekên din.
Luqman Mehmûd di warê rojnamegeriya çandî de weke edîtor di kovarên "Serdem el-Erebî" û "Îşraqat Kurdiyye" de kar kiriye.
Her wiha weke edîtor di beşa çandî ya rojnameya "et-Teaxî" de xebitiye. Beşdarî gelek festîvalên helbest û çandê û pêşangehên pirtûkan li Swêd û derveyî Swêdê bûye.
Berhem û gotarên wî li gelek zimanên cîhanî yên wekî Swêdî, Fransî, Spanî, Danîmarkî, Îngilîzî, Almanî, Holendî, Tirkî, Farisî û Amazîgî hatine wergerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse