Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya Fîlman a Fransî-Almanî li Hewlêrê tê lidarxistin û tê de belgefîlma "Zaroktiya Îmad" ku behsa çîroka zarokekî ji destê DAIŞê rizgarbûyî dike.
Tora Medyayî ya Rûdawê di amadekirina "Zaroktiya Îmad" de beşdar bû û dê wekî tekane fîlma Kurdî were nîşandan.
Li Sînemaya Hewlêrê ya Royal Mallê roja pêncşemê hefteya fîlman ji aliyê Enstîtuya Fransî ya li Hewlêrê û Enstîtuya Goetheyê ya li Hewlêrê ve hat destpêkirin û dê heta 25ê mehê bidome.
Di hefteya fîlman de dê fîlmên Fransî, Almanî û belgefîlmeke Kurdî werin nîşandan.
Berpirsê Navenda Sînemaya Hewlêrê û Derhênerê Belgefîlma "Zaroktiya Îmad" Zehawî Sincawî ji Rûdawê re got:
"Zaroktiya Îmad behsa zarokekî Êzidî yê bi navê Îmad dike ku dema min ew dît, nû ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin û 5 sal bû.
Wî tam 2 sal û nîvên temenê xwe di destê DAIŞê de derbas kiribû.
Ew hatibû perwerdekirin û ji bo ku bişînin kampeke fêrkirina şer, guhertina mêjî û kar li ser ruh û laşê wan zarokan bikin da ku paşê wan bikin şervanên xwe yên Îslamî di dewleta xwe de."
Derhênerê Belgefîlma "Zaroktiya Îmad" Zehawî Sincawî her wiha got:
"Xweşbextane Îmad li gel dê û birayê xwe hatibû rizgarkirin lê mixabin bavê wî şehîd bûbû.
Dema min ew dît min hest kir ku tevgerên vî zarokî ne asayî ne.
Sala 2016an ez 13 mehan li gel wan li yek ji kampên parêzgeha Dihokê mam.
Ev fîlm berhema 13 mehên çavdêrî û dîtina tevger û şêwaza jiyana Îmad e ku bi temamî hatibû guhertin.
Piştî vegerê jî her meyla wî ya şerkirinê hebû, meyla wî ya tundiyê hebû.
Lê tiştê ku min di wan 13 mehan de dît, hewl û xebata malbat, dê, derdor, civaka Êzidiyan û çend rêxistinên biyanî bû ku wan hewl da Îmad vegerînin ser rewşa wî ya zaroktiyê."
Zehawî Sincawî da zanîn:
"Ji 2016 û 17an heta destpêka 2018an ez li gel wan bûm.
Xweşbextane nîvê 2018an ji aliyê rêxistineke Kanadayî ve mafê mayînê li Kanadayê wergirt û ew çûn Kanadayê.
Niha li wir di bin çavdêriyeke profesyonel de ye, alîkarî lê tê kirin, diçe dibistanê û rewşa wî ji ya di fîlmê de gelekî baştir e."
Fîlmên Almanî û Fransî
Karmendê Enstîtuya Goetheyê ya li Îraqê Thomas Lee ji Rûdawê re got:
"Me du fîlmên Almanî hilbijartine, yek ji wan behsa nêrîna biyaniyan a li Almanyayê di 10 salên borî de dike.
Ya din jî fîlmeke komedî ye ku li ser yekbûna Almanyayê ya piştî sala 1990î ye."
Frederic Tissotê berpirsê Enstîtuya Fransî ya li Hewlêrê jî ragihand:
"Ji bo me wekî civaka Fransî ya li Hewlêrê, gelekî girîng e ku em bibin temaşevanên fîlmên Almanî û Kurdî.
Yek ji fîlmên me li ser jiyana keça Victor Hugo ye."
Fîlm dê rojane saet 19:00an li Sînemaya Hewlêrê werin nîşandan û temaşevan dikarin bêpere amade bibin lê divê berê navê xwe ji bo dîtina fîlman tomar bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse