Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bûye navenda girtina fîlm û rêzefîlman.
Mêrdîn bi mîmariya xwe ya bêhempa û atmosfera xwe ya dîrokî veguheriye platoyeke xwezayî ya sînemayê.
Kolanên teng, xaniyên kevirî û şûnewarên dîroka hevbeş ên 25 şaristaniyan, roj bi roj zêdetir bala derhêner û çêkerên fîlman dikişînin ser xwe.
Birêvebirê Çand û Geştyariyê yê Mêrdînê Ayhan Gok li ser mijarê axivî û got:
"Mêrdîn bi navçeyên xwe ve bûye wekî seteke fîlman.
Kolanên teng û mîmariya kevirî bajêr dikin muzexaneyeke vekirî, lewma dema mirov lê dinêre bajar bi serê xwe bêyî ku hûn dest bidinê platoyeke fîlman e.
Ev jî ji bo girtina reklam, belgefîlm û rêzefîlman aliyê beramber teşqîw dike û em ji vê yekê kêfxweş in."
Tenê îsal ji bo girtina 70 fîlm, rêzefîlm, belgefîlm û klîpan serî li Birêvebiriya Çand û Geştyariyê ya parêzgehê hatiye dayîn.
13 ji wan fîlmên sînemayê û rêzefîlm in û 9 proje jî yên şirketên biyanî ne.
“Em spasiya xelkê dikin”
Çêkera fîlman Buşra Kuşê anî ziman:
"Bi rastî vê derê gelek bandor li me kir.
Jixwe dema em hatin vê derê em gelekî bi germî hatin pêşwazîkirin.
Her kes gelekî alîkar û mêvanperwer e.
Em bi taybetî spasiya xelkê vê derê dikin."
Ne tenê navenda bajêr, gund û navçe jî bûne cihê setên fîlman.
Hema bêje li her tax û kolanekê tîmeke sînemayê tê dîtin.
Derhêner dibêjin li şûna studyoyên çêkirî, ew sûdê ji atmosfera rastîn a Mêrdînê werdigirin.
Derhêner Alî Aslan jî da zanîn:
"Mêrdîn êdî bûye bajarekî ku em nikarin dest jê berdin.
Yek ji sedemên ku em jê hez dikin ew e ku xwedî platoyeke xwezayî ye.
Di warê dîtbarî de hûn berê kamerayê bidin kû derê hûn dîmenekê bi dest dixin.
Ji ber wê girtina fîlman li vî bajarê mîstîk ê Mezopotamyayê gelekî xweş û bi kêf e."
Eleqeya zêde ya sektora sînemayê, bandoreke rasterast û erênî li geştyariya bajêr jî dike.
Ew berhemên ku li Mêrdînê tên girtin, rê li ber nasandina parêzgehê û zêdebûna hejmara geştyarên xwemalî û biyanî vedikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse