Mûş (Rûdaw) - Adem Sonmez wênegirek kurd e û ji bajarê Mûşê ye. Ew nêzîkî 50 sal in wêneyên şûnwarên geştîyarî,jîyan û şûnwarên xwezayî dikişine.
Çîroka wênegirîya Adem Sonme ji meraqeq zarokatîyê destpê kiriye û hêj dewam dike. Li gor gotina wî ew 50 sal in bi dengê deklanşora xwe pêşerojê digihîne paşerojê. Wî bi dehan li bajarên Tirkiyê û Bakûr Kurdistanê pêşangehên wêneyan vekirîye û ew bi dehan car jî hatiye xelat kirin.
Bi wêneyên ji jiyana Kurdên Bakûr reng û dengen erdnîgara Kurdan bi dinyayê hatiye nasîn. Adem Sonmez hêj bi eşqeq mezin vê hunera xwe didomîne.
Adem Sonmez li navenda Mûşê xwediyê dikanek amûrên elektronîk e, ew li gel dikandariyê di şev û rojên xwe de bi wênekêşîyê re mijûl e.
Di heyamê pandemiyê de ji ber temenê xwe wî nekariye derkeve derve û wêneyan bikişîne ji ber wê jî wî mala xwe kiriye galerîya hunerê û wêneyên ku bi salane kişandiye di galerî ya xwe de radestî çevên welatî û geştîyaran kiriye.
Wênekêş Adem Sonmez dibêje: “Hêj di zarokatîya min de meraqa min li ser teknoliyê bû, radyo, wêne çi ne vana bi giştî bala min dikişandin. Di wan salan de tiştên teknolojik kêmbûn di kêm malan de radyo hebûn. Piştî ku ez çûm eskeriyê min makîneyek wêneyan stendibû. Wênekêşî ya min di destpêka salên 70an de destpê kir.”
Hebûna wênekêşê kurd û dengê deklanşorê hevalbendê hev ên salan e. Çîroka wî ya wênekêşîyê jî ji meraqek zarokatîyê destpê kiriye û hêjî dewam dike.
Adem Sonmez herwiha got: “Ji ber ku jiyana min jiyanek gundî bû min merak dikir ku ev jiyana me çawa bû. Styla xaniyên qubbe çawa bû gelo, jixwe zarokatîya min jî di wir de derbas bibû. Piştî ku min dest bi wênekêşiyê kir min got ez dê vê jiyanê bikişînim. Ewilî min li Mûşê wêne dikişand,li gund û navenda Mûşê wêne dikişand. Piştî demekê min dest bi geştê kir. Ez çûm Bedlîsê, çûm Wanê, çûm Qersê, Erzerom, Amed, Riha, Dîlok, Colemêrgê yanî li pey wênekêşiyê ez gelek geriyam.”
Sonmez bi wêneyên cûrbecûr yên xweza û jiyanê heta niha bi dehan jî xelat wergirtine.
Derbarê vê de jî Sonmez wiha axivî: “Min gelek pêşangeh vekir. Min li Stenbol,li Îzmîr,li Aydinê yanî min li gelek bajaran pêşangeh vekirin. Pêşbazî çêdibûn min wêneyên xwe dişand ku derê min xelat distand. Çimkî wêneyên min wêneyên honankî nebûn, xwezayî bûn û min çi didît min ew dikişandin. Weke îro ji xwe photoshop tunebû. Min bi negatîfan dikişand. Min ewqas wêne kişand lê wêneyê herî zêde ku kêfa min jê re tê,yê keçika li ber kuçik li ber agir sekinîye ew wêne bû.Rengê agir daye rûyê keçikê û wechê wê bi renge agir sor bûye. Min navê wî wêneyê jî danîye rengê agir.Wêneyên herî xweş bi min ew e. Dûv re wêneyê tendûrê, î wêneyê Çiyayê Nemrûdê diecibînim. Çimkî ez gelek li pey wêneyê Nemrûdê ketim. Ji bo wênekêşiyê min ji karê xwe, ji jiyana xwe, ji jiyana mala xwe, zarên xwe, jina xwe, karê xwe pir fedakarî kir û ez bi pey wêneyan ketim.”
Adem Sonmez ku niha 72 salî ye û ew bi makîne ya hêj li pey çîrokên jiyanê ye, dibêje: “Min ji jiyana berê zehf wêne kişand. Ji îro pê ve heta ku emre min têrê bike ez dixwazim jiyana modern bikşînim û jiyana kevneşop û ya modern bînim ba hevdû û bidim nişan ku berê jiyan ev bû niha jî ev e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse