Hewlêr (Rûdaw) - Projeya hunerî ya "11:11" ku ev du sal in ji bo girêdana hunera resen a Kurdî bi cîhana modern re dixebite, vîdeoklîpa xwe ya herî nû ya strana Mihemed Mamlê ya bi navê "Ey Yar" li nav siruşta xweş a Mêrgepanê girt.
Dîlan Klarnêt damezirînerê projeyê ye û yek ji muzîkjenên wê yên serekî ye.
Ew li studyoya Rûdawê yên Silêmaniyê bû mêvanê bernameya "Roja Hîwa Cemal" û ragihand ku projeya wan ne tenê karekî muzîkê ye û armanca wê gihandina peyameke mezintir e.
"Navê '11:11' tê wateya pêwendiya bi gerdûnê re"
Dîlan derbarê navê projeyê got, "11:11 hejmarek e ku li cîhanê belav e û amaje bi wê yekê dike ku tu bi cîhanê ve girêdayî bî, bi wê fikir û enerjiya gerdûnî ve girêdayî bî ku tê beriya te.
Me jî xwest em vê projeyê bi pêwendiya huner, xweza û muzîkê ve girê bidin."
Proje balê dikişîne ser nûjenkirina stranên resen û klasîk ên Kurdî bi şêwazeke modern.
“Em muzîka resen a Kurdî bi şêwaza xwe ji nû ve dirêsin”
Dîlan Klarnêt li ser vê mijarê jî wiha axivî:
"Nêzîkî du sal in em bi komek kesên ezîz re ji bo projeyê dixebitin, em stran û muzîka resen a Kurdî bi şêwaza xwe ji nû ve dirêsin."
Wî her wiha destnîşan kir ku navê projeyê fikra wî bi xwe bûye lê ji bo ku nasnameya komê hebe û karibe berdewam be, bi awayekî komî li ser hatiye xebitandin.
"Mamlê namire lê divê nifşê nû wî nas bike"
Dîlan Klarnêt nêrînên xwe yên li ser mijara ku nûjenkirin zererê dide reseniya stranê yan na jî wiha anîn zimên:
"Em hemû dizanin ku Mamlê namire û dengê wî dê her bimîne lê fikra me ev e, nifşekî nû tê ku dibe rojekê ji rojan nasname, çand û hunera xwe ji dest bide.
Me hewl daye bi vê stîla nû, hemû nifş bi vê muzîk û stranê aşîna bibin. Me hewl daye bi şêwaza xwe bedewiyekê lê zêde bikin."
"Guhdarên Kurd ên herî baş in"
Dîlan Klarnêt dilxweşiya xwe bi hezkiriyên muzîkê anî zimên û tekez kir ku xelkê Kurdistanê guhdarên herî baş in û biland:
"Ez her dem dibêjim, ez gelekî dilxweş im. Berevajî hemû wan kesên ku dibêjin guhdarên me nînin, ez dikarim bibêjim ku gelê Kurd guhdarên herî baş in.
Pêşwaziya germ û şîroveyên wan ji bo me wiha kiriye ku berpirsiyariyeke mezintir bikeve ser milên me û em hewlên zêdetir bidin."
Wî her wiha eşkere kir ku ew dê di projeya xwe ya bê de li ser berhemeke nû ya hunermend Homer Dizeyî bixebitin û hewl bidin ku vîdeoklîpan li herêmên geştyariyên yên cuda yên Herêma Kurdistanê bigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse