Duhok (Rûdaw) - Pirtûka bi navê “Fermana 74” a li ser Kurdên Êzdî, bi zimanê Almanî hat çapkirin ku di derbarê jenosîda Kurdên Êzdî de ye, ew behsa êrîşa DAIŞê ya sala 2014an dike.
Pirtûka nivîsakar Dawûd Xetarî “Fermana 74” bi Wezareta Derve ya Almanyayê hat çapkirin û li pirtûkxaneyên wî welatî jî hatiye belavkirin.
Nivîskarê Kurd Dawûd Xetarî, di heyama du salanda 7 berg derbarê jenosîda Kurdên Êzidî de bi zimanê Erebî nivîsandin û çapkirin. Piştre li ser daxwaza wî bi rêye rêxistienekê gihîşt Wezareta Derve ya Almanyayê û paşê bi piştevaniya wê wezaretê bo zimanê Almanî hat wergerandin.
Derbarê pirtûka xwe de nivîskar Dawûd Xetarî got: “Ev pirtûk wek nîvişkeke Erebî ye, lê 20 akademisyenên Almanî û hinek ji yên me jî li ser nivîsîn.”
Li Zanîngeha Duhokê jî danasîneke taybet derbarê pirtûkê de hat birêvebirin. Di merasîma danasînê de du mosteyên Zanîngeha Postdamê li Almanyyaê jî amade bûn. Naveroka pirtûkê hat gengeşekirin.
Mamostayê Zanîngeha Postdamê Şivan Gatsemer got: “Ev pertuk bi alîkariya darayî ya Wezareta Derve ya Almanyayê hatiye çapkirin û bi alîkariya Zanîngeha Wastdamê bûye. Pirtûk dê ne tenê li zanîngehan bê xwendin dê herwiha li dibistanan jî weke tişteke dîrokî were xwendin.”
Li gorî gotina wergêrê pirtûkê, bi hezara dane jê hatîne çapkrin, lê li Almanyayê hejmara çapkirinê nayê eşkerekirin, bi tenê hejmara pirtûkên hatine firotin tê ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse