‘Ez helbesteke windabûyî bûm’ derket

22-07-2025
Besam Mistefa
Nîşan Şêrîn Dirê'î Pirtûk Helbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan Şêrîn Dirê'î pirtûkeke helbestan bi zimanê Erebî bi navê "Ez helbesteke windabûyî bûm" weşand.

Pirtûk meha Hezîrana 2025an derket, ji 143 rûpelan pêk tê û nêzîkî 50 helbestan li gel pêşgotinek û sergotareke bi navê "Di nebûna te de, ez helbesteke bêdeng bûm" li xwe digire.

Helbestvan Şêrîn Dirê'î bi xwe pêşgotin nivîsandiye û tê de dibêje, "Ez helbesteke windabûyî bûm di labîrentên zimên de, ruhekî ku hewl dida ji zindana peyvan bi re ve û tîpeke ku li nav kavilên xerîbiyê di dilê min de hiştibûn, li welatê xwe digeriya. Ez ne helbesteke temam bûm, belê ez di navbera tîpên perçebûyî de winda bûm, asoyê wê teng dibû, wekî ku sîngê me di şevên dirêj ên xerîbiyê de teng dibe."

"Şoreşeke bêdeng"

Şêrîn di beşeke din a pêşgotina xwe de, ronahiyê datîne ser naveroka dîwana xwe û armanca xwe ya ji nivîsandina wê û wiha pê de diçe:

"Di vê dîwanê de, ez şoreşeke bêdeng radigihînim, şoreşa peyvê li dijî nebûna wateyê û li dijî windabûna xwebûnê di neynikên demê de, yên ku wêneyên têkdayî, matmayî û ji koka xwe biyanîbûyî nîşan didin.

Helbesta min li vir ne tenê rêzikên ku tên xwendin in, ew şewqa rêwîtiya ruhê ku li çolistanên xerîbiyê winda bû û li peravên tenêtiya sar danî, cihê ku qîrîn û bêdengî di dîlanên bêdawî de li hev dialin."

Kurd û xerîbî destbirakên hev in. Şêrînê jî wekî piraniya Kurdan derd û janên xerîbiyê kişandine, di nav êşên wê de geviziye lê di helbestên xwe de bi awayekî taybet û cihêreng lê dinêre û dibilîne:

"Xerîbî ne tenê erdnîgarî ye lê ew veqetîn e ku di navbera mirov û mirov bi xwe de, di navbera bîranîn û dema niha de, di navbera xewn û rastiyê de çêdibe.

Li vir, cihê ku peyv vediguherin paceyên ku li cîhanên nebûn û bêrîkirinê dinêrin, helbest wekî xeyaletekê ji laşekî perçekirî derdikeve, ji tayên êş û hesretê rextikekê dirêse ku barê tenêtiyê, barê pirsa ku bersivê nabîne, hildigire."

Em naveroka pirtûkê ji pêşgotinê fêm dikin ku temayên xerîbî û biyanîbûnê û tiştên wekî windabûna xwebûnê, xwevegirtin û xwespartina goşeyên bêrîkirin û hesretê yên ku ji wan çêdibin, vedikole.

Helbestvan li nav peyvan û rêzên helbestan li xwe digere, hewl dide xwe ji windabûn û jibîrkirinê xilas bike û redkirina xwe ya ji bêhêvîtî û mirinê radigihîne:

"Ev dîwan neynikek e, qîrîneke veşartî ye di nav qatên bêdengiyê de, hevdîtinek e di navbera rabirdû û dema niha de, di navbera xemgînî û hêviyê de, di navbera êşa ku peyvê diteqîne û hesreta ku ruh dide wê.

Ew pîrozkirina peyva ku red kir di tenêtiyê de bimire ku red kir bibe dengekî vala lê bû dengekî ku bi jiyanê lêdixe tevî hemû xirabiyên li derdora wê."

Diyarî û wefadariyek ji dayîkê re

Helbestvan dîwana xwe diyarî dayîka xwe dike û dibêje: "Ez vê dîwana xwe, ne tenê diyarî xwendevan, diyarî jina yekem dikim a ku ez fêr kirim çawa peyv dikarin bibin hembêz, hêsir bibin vegotin û hezkirin bê deng be lê ji hemû helbestan rewanbêjtir be.

Ev dîwan, dayê, dilsoziyeke derengmayî ye ji bo her kêliya ku te xemgîniya min bi bêdengiya xwe şûşt, ji bo her sibeha ku te dilê min dispart rehma Xwedê bêyî ku tu tiştekî zêde bibilînî."

Şêrîn Dirê'î

Şêrîn Dirê'î, nivîskar û helbestvaneke ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Di helbestên wê de, rûyên zarokan û qîrînên kavilan li hev dikevin, êş vediguhere bedewiyeke çavşil.

Şêrîn nûnertiya dengê jina ku tevî koçberiyê têk neçûye û tevî dûrbûnê qels nebûye dike.

Ew helbestvaneke ku di tekstên xwe de rastiya êşê, nazikiya hestan û hêza kesa ku xerîbî kişandiye û rûdêmê xwe winda nekiriye, hildigire.

Ji helbesta "Ez helbesteke windabûyî bûm"

Ez helbesteke windabûyî bûm
Ez helbesteke windabûyî bûm di qerebalixa tîpan de
cihê ku peyv ji min direviyan
di goşeyên demê de belav dibûn
û min hewl dida perçeyên xwe
di navbera rêzên ku hêj temam nebûbûn de bidim hev.

Ez helbesteke sergerdan bûm di şevên zivistanê de
min serma xerîbiyê li xwe dipêça
û xwe bi bêriyên belawela germ dikir
wek awazên dûr dadiwerivîn xeyalên min
straneke bêdawî ji xemgîniyê re digotin.

Ez helbesteke windabûyî bûm
lê ez dîsa jî dinivîsim,
tevî êşê,
tevî xerîbiyê,
tevî hemû windabûna tê de me
ji ber ku ez xwe di nivîsandinê de
dibînim…
û vedigerim da ku hebim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst