Mihemed Temo çîroka xwe ya di zindana DAIŞê de kir pirtûk

23-07-2023
RÛDAW
Mihemed Temo di pirtûka xwe de behsa rojên xwe yên di destê DAIŞê de dike.
Mihemed Temo di pirtûka xwe de behsa rojên xwe yên di destê DAIŞê de dike.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Mihemed Izedîn Temo ku sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû girtin, ew çîroka xwe ya di zindana DAIŞê de nivîsand û kir pirtûk.

Mihemed Temo havîna sala 2014an, dema ku xwendevanê pola 9an bû, ji Kobanê diçe Helebê da ku li wî bajarî beşdarî ezmûnan bibe lê di rê de ji aliyê DAIŞê ve tê girtin.

Mihemed Temo di zindana DAIŞê de dimîne û piştî mehekê bi proseyeke guhertina dîlan ew tê berdan.

Piştî ku vedigere mal, koçberî Bakurê Kurdistanê dibe û ji wir jî bi qaçaxî diçe Ewropayê û niha li Almanyayê dimîne.

Wê rewşa xwe Mihemed Temo dinivîse û weke pirtûk belav kir.

Îro li bajarê Essen ê Almanyayê, pirtûka Mihemed Temo hat îmzekirin û belavkirin.

Ahenga îmzekirinê ji aliyê şaxê Almanya ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ve hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst