Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, bangî malbata Şahê Dengbêjan Şakiro kir û xwest ku gora wî ji Îzmîrê veguhêzin Agiriyê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, li Îzmîrê gora Şahê Dengbêjan Şakiro ziyaret kir û bangî malbata wî kir ku destûrê bidin da ku gora wî veguhêzin bajarê wî Agiriyê.
Sirri Sakik li ser gora Şakiro daxuyaniyek da.
"Em dixwazin gora wî bibin ser axa kal û bavê wî"
Sakik diyar kir ku ew dixwazin gora Şakiro ji Îzmîrê veguhêzin Agiriyê û wiha got:
“Em dixwazin gora Şakiro bibin Agirî, ser axa kal û bavê wî. Bi vî awayî, belkî rihê Şakiro, rihê Kewê Ribat hinekî şad bibe. Keda Şakiro di nav çanda Kurdî de bêhempa ye.”
Parlamenterê DEM Partiyê ragihand ku Şakiro bi awayekî dilşikestî ji vê dinyayê koç kiriye û anî ziman, “Lê sal derbas bûn, qîmeta Şakiro zêdetir hat zanîn.”
Li Agiriyê meydan û peykerê Şakiro tê çêkirin
Sakik da zanîn ku Şaredariya Agiriyê li ser navê Şakiro meydaneke nû çêdike û got, “Em dê li ser navê wî û hemû dengbêjan peykerekî jî çêkin.”
Li ser kêla gora Şahê Dengbêjan beşek ji gotinên kilama wî ya navdar a bi navê “Kekê Xiyasedîn” hatine nivîsîn ku wiha ye:
“Welatê xerîbê derdekî pûç î bê derman î lo lo lo bira. Hele bala xwe bide heya dinya xweş ava be keder û keser û mereqa me hemûyan î.”
Şahê Dengbêjan Şakiro kî ye?
Şakir Denîzê ku bi navên Şakiro, Şahê Dengbêjan û Kewê Ribatê tê naskirin, wekî yek ji stûnên herî girîng ên hunera dengbêjiyê û çanda devkî ya Kurdan tê qebûlkirin.
Şakiro sala 1936an li gundekî navçeya Zêdkanê ya Agiriyê ji dayîk bûye û ji malbateke dengbêjan e. Ew bi eslê xwe ji eşîra Zîlan e.
Piştî serhildanên Kurdan, sala 1959an ew û malbata wî sirgûnî Edeneyê hatine kirin.
Şahê Dengbêjan Şakiro 5ê Hezîrana 1996an, li bajarê Îzmîrê di nav hejarî û xizaniyê de koça dawî kir û gora wî jî li heman bajarî ye.
#VÎDEO - Sirri Sakik: Em dixwazin gora Şakiro ji Îzmîrê bînin Agiriyê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 23, 2025
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik bangî malbata Şahê Dêngbêjan (Şakiro) kir û xwest ku gora wî ji Îzmîrê vegere Agiriya Bakurê Kurdistanê
📸@sakiksirri pic.twitter.com/Mt9dSwIELb
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse