Hewlêr (Rûdaw) - Terîqu’n-Necat, kitêbeke eqîdeyê ya mewzûn e, ku ji hêla Mela Haşimê Miksî (1750-1850) hatiye telîfkirin. Wî, ev kitêb ji bo zarokan nivîsiye.
Pênc ruknên Îslamê, şeş ruknên îmanê û hinek mijarên kelamî û fiqhî tê de bi kurtî kom kirine.
Gava meriv bala xwe dide uslûb û naveroka kitêbê, tê dîtin ew, wekî nezîre û teqlîd li ber Nehcul-Enama Mela Xelîlê Sêrtî hatiye nivîsîn. Kitêb ji pênc beşan pêk hatiye.
Destpêk, ruknê Îslamê, dua, ruknê îmanê û dawî.
Berhem 330 beyt in.
Mela Haşimê Miksî, çawa ku ji tarîxa nivîsandina Terîqu’n Necatê tê zanîn dibe ku di navbera salên 1750-1850 de jiyabe.
Li bajarê Miksê ji dayîk bûye. Kurê Mela Ehmedê muderisê Medreseya Mîr Hesenê Welî ye.
Diya wî ji herêma Karkar e û ji Malbata Xaniyan, eşîra Pinyani şiyan e.
Diya Seyîd Sibxetullah (Xewsê Hîzanê) Aliye xanim, xuşka Mela Haşim e. Mela Haşim hevalderskê Mela Xelîlê Sêrtî ye.
Ev pirtûka wî ya yekem e. Em nizanin ka berhemên wî yên din hene yan na.
Mela Haşim ev berhem bi destxetê xwe di sala 1258ê hicrî de nivîsiye, ew jî beranberê sala 1842yê mîladî dike.
Hanifi Taşkın
Hanifi Taşkın sala 1969an li Panosa Agiriyê hatiye dinê.
Li Zanîngeha Wanê, beşa Mamostetiya Wênesaziyê der çûye.
Niha li Wanê di dibistanekê de serekmamostetiyê dike.
Di Şaxa Wanê ya Komeleya Nûbiharê de karên xwe yên çandî û hunerî didomîne.
Di kovarên wekî Nûbihar, Nûbihar Akademî, Nûpelda, Dilname û Hazanê de xebatên wî weşiyane.
Zewiciye û du kur û du keçên wî hene.
Xebatên wî yên Çapbûyî:
Şakiro, Kewê Ribat, Nûbihar, 2018 Stenbol-(Amadekarî, digel Ayhan Yıldız)
Dehdehê Evînê, Lorya, 2020 Wan-(Amadekarî, digel Yakup Aykaç)
Qarxûn, Mela Ubeydulah Bêkes, Peywend, 2023 Wan-(Amadekarî û Tehqîq)
Dîwana Mîrê Zirav, Mela Muhemmed Gulnar, Nûbihar, 2023 Stenbol-(Amadekarî)
Dîwana Mela Muhyedînê Dêrşewî, Kültür ve Turizm Bakanlığı, 2023 Ankara-(Amadekarî)
Tu, Sîpanî, Peywend, 2024 Wan (pirtûka wî ya helbestan bi mexlesa Sîpanî ye).
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse