Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka nû ya nivîskar Fawaz Husên a bi navê "Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê" ji Weşanên Avestayê derket.
Pirtûka ku ji 120 rûpelan pêk tê qala Kurdekî li Parîsê dike ku sibeheke havînê ji xew radibe û dibîne ku bûye 70 salî.
Lehengê pirtûkê di wan mehên havînê de, bi kûrahî li ser têgehên wekî hebûn û nebûn, ciwanî û pîrbûn, jiyan û mirinê diponije.
Lehengê ku xwe wekî derbider dibîne, xwe dispêre serpêhatiyên xwe û hizr û ramanên kesên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Kavafîs, Emil Cioranê Rûm û Gabriel Garcia Marquezê Kolombiyayî ji xwe re dike rêber.
Di dawiyê de, ew biryar dide ku herdem wekî xwe bimîne û ji dîmenên biçûk ên jiyanê kêfxweşiyê wergire. Zarokatî û xortaniya wî wekî du pisîkên Wanê tên serdana wî.
"Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê" wekî berhevoka bîr û baweriyên nivîskarê xwe ya li ser sirgûnê, barê salan û wateya jiyanê tê pênasekirin.
Fawaz Husên ji gundê Kurdo ye, xwendina xwe li Amûdê qedandiye û ji sala 1978an ve li Parîsê dijî. Husên hem bi Kurdî hem jî bi Fransî dinivîse.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse