Lîstikvana ji Îranê Shailin Asadollahî serbest hat berdan

25-11-2023
RÛDAW
Nîşan Shailin Asadollahî Tirkiye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikvana ji Îranê Shailin Asadollahiya ku beriya 2 rojan li Stenbolê ji bo were dersînorkirin hatibû desteserkirin hat berdan.

Shailin Asadollahî 23yê Çiriya Paşînê li Stenbolê, bi giliya ku rûbirûyê tunditujiyê bûye serî li navenda Polîsan da.

Lê polîsan Asadollahiya, veguhast Navenda Vegerandinê ya Koçberan (GGM).

Lîstikvana şano û sînemayê Asadollahiya, piştî bertekan serbest hat berdan.

Asadollahiya agahiya berdana xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekir û got:

“Biryara dersînorkirinê ya li ser min didome lê ez ji Navenda Vegerandinê ya Koçberan hatim berdan.

Sedema herî mezin a berdana min, tevgera jinan û çapemenî bû. Ez gelekî spas dikim. Jin, jiyan, Azadî...”

Daxwaza piştgiriyê kiribû

Asadollahiya, dema ku hatibû girtin jî li ser hesabê xwe yê instegramê dîmenek parve kiribû.

Asadollahiyê gotibû ku di navbera wê û kesekî de nîqaş çêbûye û wê giliyê wî kesî kiriye.

Bi gotina Asadollahiyê piştre wî kesî jî giliyê wê kiriye û li ser wê yekê ew hatiye desteserkirin.

Asadollahiyê paşê jî ji bo were berdan xwestibû piştgiriya wê were kirin.

Hunermenda ji Îranê Asadollahî ji bilî karê xwe yê hunerî wergêriya Farisî-Tirkî jî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst