Seîd Yûsif li Qamişloyê hat bibîranîn

26-02-2024
RÛDAW
Nîşan Seîd Yûsif Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Mîrê Biziqê Seîd Yûsif di çaremîn salvegera koçkirina xwe de li Qamişloyê hate bibîranîn.

Hunermendê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Seîd Yûsif îro di çaremîn salvegera koçkirina xwe de bi bi beşdariya malbat û hinek hunermend, rewşenbîr û siyasetmedaran li Qamişloyê hat bibîranîn.

Hunermendê Kurd Seîd Yûsif ku wek Mîrê Biziqê jî tê naskirin di sala 1947an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.

Seîd Yûsif di 26ê Sibata 2020an de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kir û li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê hat veşartin.

Wî bi xwe piraniya gotinên stranên xwe nivîsandine û awaz jê çêkirine.

Hunermendê Kurd Seîd Yûsif yekem hunermend bû ku biziqê biriye Cizîra Rojavayê Kurdistanê û hemû temenê xwe da huner û muzîka Kurdî.

Wî bi dehan kaset û bi sedan stranên nazik û xweş li pey xwe hîştin.

Qamişlo kir bajarê evînê

Seîd Yûsiv li bajarê Qamişloyê ji dayik bû û lê hate veşartin jî. Têkiliyeke balkêş di navbera Seîd û Qamişloyê de hebû.

Bêhna Qamişlo ji jenîn û awazên wî difûriya.

Seîd bû Qamişlo, Qamişlo jî bû Seîd û bi saya strana wî ya bi navê “Qamişlo bajarê evînê” êdî Qamişlo bi navê bajarê evînê tê naskirin.

Seîd ku wek mîrê biziqê dihat naskirin, bi hunera xwe li hemû aliyên Kurdistanê û li cîhanê jî deng dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst