Stranbêja Fransî Eléonore Fourniau straneke Kurdî weke klîb belav kir

27-06-2023
RÛDAW
Stranbêja Fransî Eléonore Fourniau straneke Kurdî weke klîb belav kir
Stranbêja Fransî Eléonore Fourniau straneke Kurdî weke klîb belav kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêja Fransî û mûzîkjen Eléonore Fourniau klîpeke nû bi zimanê Kurdî belav kir.

Stranbêja Fransî Eléonore Fourniau li ser hesabêb xwe yên medyaya civakî strana “Lawo” ya bi Kurdî weke klîb belav kir.

Tekst û awazê vê stranê bixwe Kurdî ye û ji aliyê hunermend Cewad Merwanî ve hatiye berhevkirin û karê wê yê mûzîkê jî ji aliyê Burak Keleş ve hatiye kirin.

Derhêneriya klîbê jî Stephan Talneau lixwe girtiye.

Eléonore Fourniau sala 1987ê li paytexta Fransayê bajarê Parîsê jidayîk bûye û ji bilî Fransî, bi zimanên Kurdî û Tirkî jî stranan dibêje.

Di salên 80an de ji bo demekê malbata wê li Tirkiyê jiya ye. Eléonore Fourniau heya niha li welatên weke Fransa, Almanya, Belcîka, Swîsre, Swêd, Tirkiye, Finland, Ispanya, Mexrîb, Hindistan, Kanada û Australyayê konsert lidar xistine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst