Erzaniyê xwe li Weşanên Avestayê danî: 30 saliya xwe pîroz dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Weşanên Avestayê Erzan Kampanya 30 Sal Sersal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Avestayê salvegera 30yemîn a damezirandina xwe û hatina sersala nû bi kampanyayeke mezin a erzaniyê pîroz dike.

Weşanên Avestayê li ser torên civakî kampanyaya xwe ya erzaniyê ragihand.

Avestayê ragihand ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo hemû pirtûkên kevn û nû ji sedî 40 erzanî hatiye kirin.

Her wiha ji bo setên pirtûkan jî rêjeya erzaniyê wekî ji sedî 50 hatiye diyarkirin.

Kampanyayê îro dest pê kir û dê heta 4ê Kanûna Paşîn a 2026an berdewam bike.

Xwîner dikarin ji malpera fermî ya Weşanên Avestayê û şaxên wê yên li navçeya Sûrê ya Amedê û navçeya Beyogluyê ya Stenbolê sûdê ji vê kampanyayê wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst