Reqa - Muzexaneyek ji bo binpêkirinên mafên mirovan tê avakirin

29-04-2024
RÛDAW
 Muzexaneyek ji bo binpêkirinên mafên mirovan tê avakirin
Muzexaneyek ji bo binpêkirinên mafên mirovan tê avakirin
Nîşan Reqa Muzexane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Rewşenbîriyê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo binpêkirinên mafên mirovan, li Reqayê muzexaneyekê ava dike.

Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Xweser, muzexaneyeke taybet ava dike.

Ev muzaxane her binpêkirinên DAIŞê û Tirkiyeyê li wir kiribin, nîşan dide. 

Berpirsên wî karî dibêjin ku wan xwest wê muzexaneyê ava bikin, ji bo şandeyên ku ji derve diçin wir zanibin, DAIŞê li wir çi sûc kirine û ji nêzîk ve her tiştî bi çavên xwe bibînin.

“Armanca muzexaneyê belgekirina binpêkirinan e”

Hevserokê Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Xweser Mirheif el-Fehed li ser projeya avakirinê ji Rûdawê re axivî û got:

“Desteya Rewşenbîriyê muzexaneyeke biçûk ava dike.

Armanca avakirina muzexaneyê binpêkirinên ji aliyê DAIŞê ve li herêma me hatine kirin bên belgekirin.

Herwiha binpêkirinên Tirkiyeyê yên di dema dawî de li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê kirine.

Desteya Rewşenbîriyê xwest vê muzexaneyê ava bike da ku şandeyên bên rastiya wan binpêkirinên dijî herêma me di dema borî de ku hatine kirin bibînin.”

“Şûnwarên ku zerer dîtiye tên nûjenkirin”

Xebatên Desteya Rewşenbîriyê yên nûjenkirina cihên şûnwarî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di şerê navxwe yê Sûriyeyê de zerer dîtibû berdewam dike.

Mirheif el-Fehed li ser xebatên nûjenkirinê jî wiha got:

“Niha Desteya Rewşenbîriyê gelek karan dike, bi taybetî cihên şûnwarî yên serekî nûjen dike.

Cihên DAIŞê zerer daye wan û komên çekdar bombebaran kirine tên nûjenkirin.

Armanc ji nûjenkirina cihên şûnwarî diyarkirina şaristanî û dîroka vê herêm ye da ku asta bilind a çandê ya şaristanî û rewşenbîriya herêmê bê zanîn.”

Li gorî Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Xweser, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzîkî hezar û 800 cihên şûnwarî hene.

Piraniya wan di şerê navxwe yê Sûriyeyê de rastî wêranî dizî û talanê hatine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst