Muzexaneya Reqayê û belgekirina berfireh a sûcên DAIŞê

09-06-2025
Nîşan Reqa Muzexane Sûc DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di encama xebata sal û nîvekê ya berdewam de li Reqayê muzexaneya belgekirina sûcên DAIŞê vekir.

Nêzîkî 7 salan di ser rizgarkirina Reqayê re derbas bûn ku DAIŞê wekî paytexta xwe bi nav dikir.

Li parka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Reqayê muzexaneya "bîranînên nayên jibîrkirin" wekî yekemîn muzexaneya belgekirina berfireh a sûcên çeteyên DAIŞê hat vekirin.

“Li muzexaneyê 100 wêne hene”

Hevseroka Desteya Çandê û Şûnwaran a Rojavayê Kurdistanê Serfiraz Şerîf li ser mijarê ji ANHAyê re axivî û got:

"Li muzexaneyê 100 wêne hene ku bi baldarî hatine hilbijartin û ji nava hezaran belgeyên bi zehmetî hatine bidestxistin.

Ev wêne li ser tevlîkirina zarokan a bi darê zorê ya nav çeteyan de û perwerdekirina wan a li ser bidarvekirina meydanî ne.

Li hemberî jinan binpêkirinên wekî mehrûmkirina ji perwerde û xebatê, neçarkirina wan a lixwekirina laçikê di bin gefa çekê de.

Her wiha cihên şûnwarî yên li bajêr ku mîrasa şaristanî ya bi hezaran salan in hatin wêrankirin."

“Çeteyên DAIŞê gelek rêbazên hovane bi kar dianîn”

Serfiraz Şerîfê bal kişand ser sûc û kirinên DAIŞê jî û biland:

"Çeteyên DAIŞê gelek rêbazên bidarvekirina hovane yên wekî çarmîxkirin, şewitandin û xeniqandinê bi kar dianîn.

Di van rêbazan de sivîl dibûn qurbanî. Ev yek li Çarxerêya Neîm ku bi navê Çerxerêya Cehîm dihat naskirin pêk dihat.

Çeteyên DAIŞê di rojekê de 80 seriyên jêkirî li wê çarxerêyê daleqandibûn."

Peykerên sûcan

Şêwekaran hovîtiya DAIŞê bi çêkirina peyrekan nîşan da.

Li kêleka wê, şêwekaran peykerên binpêkirinên li hemberî jinan ên wekî peykerê jineke ku bi zincîran hatiye girêdan û peykerekî din ê ku serî hatiye birîn û darvekirina jinan nîşan dide çêkirin.

Her wiha peykerê 10 seriyên nenas ên ku hatine birîn hat çêkirin, ev yek bi bîra mirov tîne ku bi hezaran qurbanî hene ku heta îro jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Serfirazê diyar kir ku li kêleka biryarnameyên DAIŞiyan dane alavên bidarvekirinê hene.

Di nav wan biryarnameyan de ferzkirina nimêjê, girtina dikanan û bidarvekirina kesên dijber, veguherandina dibistanan bo dîwanên şerîetê û rakirina meteryalên perwerdeyê hene.

Serfiraz Şerîfê diyar kir ku armanc ne tenê belgekirina êşê ye lê armanc ew e ku berxwedana xelkê Reqayê û fedakariyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) ku wan sala 2017an herêm ji destê DAIŞê rizgar kiriye werin belgekirin.

Li muzexaneyê tê nîşandan ku di serdema serweriya DAIŞê de mafên jinan hatibûn qedexekirin û mîras hatibû hilweşandin, li beramberî wê jî bi hatina Rêveberiya Xweser re jin tev li xebatê bûen û saziyên çandî hatine sererastkirin.

Serfirazê xwest ku di pêvajoya veguhêz de edalet pêk were û hemû sûcdar werin cezakirin.

Şoka mêhvanan 

Muzexaneyê şandeyên ji hundirê Sûriyeyê û ji Amerîka, Çîn û Singapure pêşwazî kirin.

Şande li hemberî belgeyên ku bazara firotina jinên Kurd ên Êzidî ya tevî nîşandana bihayên wan şok bûn û wan neşiya dîmen û peykerên wê serdemê yên ku hovîtiya DAIŞê nîşan didin temam bikira.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst