Miço Kendeş li Essenê konsertek pêşkêş kir

29-05-2023
RÛDAW
Miço Kendeş li Essenê konsertek pêşkêş kir
Miço Kendeş li Essenê konsertek pêşkêş kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Miço Kendeş li bajarê Essenê yê Almanya konsertek pêşkêş kir.

Miço Kendeş ku yek ji serkevtirîn hunermendê Kurd e, û ew ketiye li pey muzîka resen a Kurdî û bi kedeke mezin gelek stranên çar perçeyên Kurdistanê berhev kirine û bi dengê xwe ye zelal û bihêz di navbera muzîka klasîk û nûjen a Kurdî de bûye pirek, li bajarê Essenê yê Almanyayê konsertek da.

Di konsêrê de hejmareke zêde ya xelkê beşdar bûn.

Miço Kendeş ji Rûdawê re got, wan pêşbînî nedikir ku evqas kes biçin konsertê û eger cih hebûya, wî dixwest konserteke din ji bo wan kesan pêşkêş kiriba ku cih bi dest wan naketibû.

Miço Kendeş hunermendekî navdarê Kobanî ye û li Swîsere dimîne, li Helebê huquq xwendiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst