Helbestvanê Kurd Lorî Tildarî koça dawî kir

29-07-2023
RÛDAW
Helbestvanê Kurd Lorî Tildarî li bajarê Qamişlo koça dawî kir
Helbestvanê Kurd Lorî Tildarî li bajarê Qamişlo koça dawî kir
Nîşan Lorî Tildarî Helbestvanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd Lorî Tildarî, li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.

Helbestvanê Lorî Tildarî bi sedema nexweşiyeke giran li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê dihat dermankirin.

Lorî Tildarî îro ji ber nexweşiya xwe koça dawî kir.

Lorî Tildarî sala 1957an li gundê Tildarê yê herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû.

Wî sala 1975an dest bi nivîsandina helbestê kiriye û 3 dîwanên wî yên helbestan hene.

Çend hunermendên Kurd, weke Cemal Sadûn, Ronî Cezrawî û Bilind Îbrahîm û çend hunermendên din helbestên wî kirine stran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst