Dusseldorf (Rûdaw) - Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê, bi strana xwe ya bi zimanê Almanî ku tê de bi awayekî pêkenok behsa zehmetiyên jiyana bêîqame dike li Almanyayê deng veda.
Niha ew çanda Kurdî bi Almanan dide nasîn.
Televizyonên navdar ên Almanyayê strana wî li ser torên civakî dît û ew kirin mêvan.
Hunermend Malik Samo ku bû bernameya Diyasporayê ya Rûdawê, cara yekem çîroka strana xwe ya navdar û jiyana xwe ya piştî wê parve kir.
Çîroka li pişt stranê: Salên bê nasname
Malik Samo ku xelkê gundekî ser bi Hisîçayê ve ye, di temenekî biçûk de çûye Almanyayê.
Ew dibêje ku heta sala 2012an ne destûra rûniştinê (îqame) û ne jî pasaporta wî hebû û vê yekê jiyana wî gelekî zehmet kiribû.
Samo dibêje ku stranên wî yên wê demê êş û janên dûrbûna ji malbatê û zehmetiyên jiyana bê nasname vedigotin lê di heman demê de şahî û hêvî jî di nav de hebû.
Ev hestên tevlihev bûn bingeha strana wî ya bi Almanî ya ku tê de bi awayekî komîk behsa çîroka xwe dike.
Ji TikTokê heta konsertên mezin ên Almanyayê
Strana wî ya bi Almanî ne tenê di nav Kurdan de her wiha di nav Alman û heta gelên Afrîkayê de jî deng veda.
Samo dibêje ku ew niha li ser TikTok û medyaya civakî gelekî navdar e û gelek caran xelk li kolanan wî didin sekinandin û daxwaza selfie jê dikin.
Ew bi serbilindî dibêje, "Min tu carî bawer nedikir ku rojekê televizyonên Almanî min vexwînin an jî ez ê di konsertên mezin ên Almanyayê de stranan bêjim.
Lê niha ez serbilind im ku ez beşdarî van çalakiyan dibim."
“Armanca min danasîna çanda Kurdî ye”
Malik Samo tekezî li ser girîngiya muzîka folklorî ya Kurdî kir û wê wekî "ruhê me" bi nav kir.
Bi gotina wî armanca wî ya sereke ew e ku çand û hunera Kurdî bi gelê Almanyayê bide nasîn.
Samo got, “Ez vî tiştî ji bo ruhê zarokên me dixwazim, ji ber ku zarokên me li vir zêdetir bi zimanê Almanî ve girêdayî ne."
Ew hêvî dike ku bi rêya hunera xwe, zarokên Kurd li Almanyayê bi çanda xwe ve girêdayî bimînin.
Klîbeke Kurdî û stranên Almanî
Malik Samo niha li ser amadekirina klîpeke nû ya bi Kurdî dixebite ku straneke Dîlan Xumaranî ye.
Ew dixwaza bi berhemên pireke çandî di navbera Kurd û Almanan de ava bike.
Samo di dawiya axaftina xwe de spasiya hunermendên wekî Şerîf Omer, Weşbo Brahîm û Hadî Hemûd kir ku di rêwîtiya wî ya hunerî de piştgirî dane wî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse