Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê “Şevbêrka Êvarên Ava Mezin” bi rê ve çû.
Di çarçoveya çalakiyên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, sêyemîn Şevbêrka Êvarên Ava Mezin, li bajarê Qamişloyê bi rê ve çû.
Projeya Şevbêrka Êvarên Ava Mezin, projeyek e ji çalakiyên rewşenbîrî pêk tê.
Armanc ji wê çalakiyê, nasandina berhemên rewşenbîrên herêma Dêrik, Koçerat û Beravê ne.
Di çalakiyê de, stranên folklorî yên herêma Dêrikê, her wekî serêlî, payizok û heyranok hatin gotin.
Çend rewşenbîr, nivîskar û hezkerên çand û hunerê beşdarî Şevbêrka Êvarên Ava Mezin bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse