Çalakvana Brezîlyayî Natalia Gonzalez de Oliveira li Rojavayê Kurdistanê dijî û mohra xwe li çalakiyên hunerî dixe.
Wê navê "Rojda" li xwe kiriye û bi Kurdiyeke baş diaxive.
Ew li Silêmaniyê beşdarî konferanseke li ser Kurdan û konsera Hunergeha welat bû û ji Rûdawê re bi van gotinan qala serpêhatiya xwe ya li gel Kurdan kir:
“Min raporek derbarê Rojava de xwend çimkî min li ser jineke ku ji bo azadiyê xebat dikir, lêkolîn dikir. Min nûçeyên derbarê wan jinên ku şer dikirin û xwe ji bo li dijî faşîzmê li ber xwe bidin bi rêxistin kiribûn xwendin. Mînak, wan li dijî DAIŞê şer dikir. Gava min ev xwend, ez matmayî mam. Min got ‘Waw!’ ev di sala 2017an de bû.”
Wê li ser destpêka rêwitiya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê jî wiha got:
“Binêre, dema ez gihiştim Rojava, ez ji bo karê çandî neçûm. Ez çûm da ku rewşê bibînim, bibînim ka civakê xwe çawa ji bo jiyaneke bê dewlet bi rêxistin kiriye. Serokê wan nîne. Ew çawa vî tiştî bi rê ve dibin? Ev 'Konfederalîzma Demokratîk' çi ye? Ez çûm da ku wê bibînim.
Paşê ez bûm evîndara wir. Çima? Bawer bikî yan nekî, têkiliya wê bi vê yekê re nîne. Têkiliya wê bi civakê re heye. Min civakeke rast dît, xelk bi hev re kar dikin, bi hev re dixebitin.”
Natalia li ser jiyana xwe ya li Roajava jî wiha axivî:
“Dema ez diçim Rojava, ez xwe baş û ewle hîs dikim, ji ber ku civak bi me re ye. Îdeolojî li her derê wekî hev e, ne li cem her kesî lê bi giştî wekî hev e. Tiştê herî girîng ji bo wan bi jiyan, berxwedan, çand û demokrasiyê ve girêdayî ye. Jin jî pir bihêz in. Şiyana wan heye ku xwe bi rêxistin bikin. Şiyana wan a şerkirinê heye. Her cihê ku tu diçî, ew karê xwe dikin.”
Natalia Gonzalezê da zanîn, “Têkoşîna jinên Kurd ez matmayî kirim” û diyar kir ku wê bi saya têkoşîna jinên Kurd Rojavayê Kurdistanê nas kiriye.
Natalia Gonzalez de Oliveirayê pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Ev konferanseke Kurdî ye. Gelo tu berê qet li vir bûyî?
Natalia: Erê, ez bi Îngilîzî diaxivim lê ez bi Kurmancî jî diaxivim.
Rûdaw: Te çawa navê Rojava bihîst?
Natalia: Baş e, min raporek derbarê Rojava de xwend çimkî min li ser jineke ku ji bo azadiyê xebat dikir, lêkolîn dikir. Min nûçeyên derbarê wan jinên ku şer dikirin û xwe ji bo li dijî faşîzmê li ber xwe bidin bi rêxistin kiribûn xwendin. Mînak, wan li dijî DAIŞê şer dikir. Gava min ev xwend, ez matmayî mam. Min got "Waw!" ev di sala 2017an de bû.
Ez jinekê nas dikim, navê wê "Alîna Sanchez" e û ew ji Arjantînê ye. Wê li wir digel gelê Kurd û jinên Kurd şer dikir.
Rûdaw: Mebesta te ew e ku ew beşek ji YPGyê bû?
Natalia: Erê, ew beşek jê bû. Ew şehîd ket û ez bi vê çîrokê matmayî mam û min dest bi xwendineke zêde kir. Li Brazîlyayê em zêde nûçeyan derbarê Kurdistanê de bi dest naxin.
Rûdaw: Ango te ji rojnameyan, bernameyên televîzyonê yan jî ji siyasetê derbarê Rojava bihîst?
Natalia: Erê, bi vî awayî. Yekem car ku min xwend, min got "Gelê Kurd çi ye? Min berê qet ev nebihîstibû, Kurd, min nedizanî." Di heman demê de ku ez matmayî mam, ez pir kêfxweş bûm ku min tiştek derbarê jinên Rojhilata Navîn ên ku ji bo azadiyê têdikoşiyan bihîst. Çimkî ji bo me yên ji Amerîkaya Latîn, em wisa dihizirin ku li Rojhilata Navîn jin nikarin vî karî bikin, wî karî bikin, ew ne azad in. Lê piştî ku min raporek derbarê jinên pir bihêz xwend...
Rûdaw: Baş e. Te tiştek derbarê Kurdan nedizanî.
Natalia: Na.
Rûdaw: Ne jinên Kurd jî?
Natalia: Na.
Rûdaw: Niha tu her tiştî dizanî.
Natalia: Ne her tiştî.
Rûdaw: Piraniya tiştan.
Natalia: Tu dizanî, ez her tim dibêjim, ez her roj fêr dibim. Çima? Ji ber ku hemû gelê Kurd mamosteyên min in çimkî ew min fêrî civak, jiyan û çandê dikin. Binêre, ez ji Brazîlyayê me û di warê şanoyê de kar dikim. Lê şanoya alternatîv. Eger em karibin bêjin şanoya alternatîv. Ji ber ku ez şanoyê ji bo civakê û bi semayê re çêdikim. Dema ez gihiştim vir li Kurdistanê, têgihiştim ku ez tiştekî derbarê çanda xwe de nizanim.
Rûdaw: Çanda xwe?
Natalia: Erê. Çima? Ez ji Brazîlyayê me. Malbata min ji Îtalya, Portugal û Spanyayê ne. Li navê min binêre, Gonzalez (Spanî), Oliveira (Portugalî). Malbata min Îtalya-Fransayî ye. Ew ne bi daxwaza xwe hatine Brazîlyayê lê bê gav mane, ji bo jiyanê hatine.
Piştî gelê Brezîlyayê, gelê resen, ku merivên min ne ji gelê resen ê Brezîlyayê ne. Piştî ku Ewropî gihîştin Amerîkaya Latîn, wan hemû çanda resen kuşt. Zimanê min Portugalî ye ku yê Portugalê ye. Ne zimanê resen ê Brazîlyayê ye. Tu dizanî çend ziman li Brazîlyayê hene? 200 ziman lê tenê milyonek kes pê dizane.
Rûdaw: Ango tu ji welatê xwe zêdetir çûyî Rojava, wisa ye?
Natalia: Erê. Dibe ku.
Rûdaw: Tu li Rojava çi dikî?
Natalia: Binêre, dema ez gihiştim Rojava, ez ji bo karê çandî neçûm. Ez çûm da ku rewşê bibînim, bibînim ka civakê xwe çawa ji bo jiyaneke bê dewlet bi rêxistin kiriye. Serokê wan nîne. Ew çawa vî tiştî bi rê ve dibin? Ev "Konfederalîzma Demokratîk" çi ye? Ez çûm da ku wê bibînim.
Paşê ez bûm evîndara wir. Çima? Bawer bikî yan nekî, têkiliya wê bi vê yekê re nîne. Têkiliya wê bi civakê re heye. Min civakeke rast dît, xelk bi hev re kar dikin, bi hev re dixebitin.
Piştî şeş mehan, hevalan ez vexwendim ji bo karê şanoyê. "Were bi me re şanoyê bike. Me dît tu semayê dikî. Tu dikarî tevgerên cuda ji me re bînî." Ez piçekî tirsiyam ji ber ku min got, "Na, ez derbarê çanda vir de nizanim. Ez biyanî me." Gotin, "Na, were, were, were." Paşê min dest bi karê bi wan re kir. Min dest bi dayîna dersên şanoyê kir. Bê Îngilîzî, bê Kurmancî. Te ev çawa kir? Bi bedena xwe. Min dest bi dayîna dersan kir û pişt re wan ez ji bo karê koreografiyê vexwendim. Ji ber ku dema min nedikarî biaxivim...
Rûdaw: Te jinên Kurd fêrî semaya Brazîlyayê kirin?
Natalia: Na. Binêre, hinekî cuda ye. Wekî min got, min derbarê çanda xwe nedizanî. Ez li Brazîlyayê semakar im lê min semaya baleya klasîk kiriye. Min deh salan bale xwendiye. Heta niha jî ez semaya baleyê dikim lê nikarim baleyê li Rojava pêşkêş bikim, têkiliya wê bi wan re nîne. Jê hez nakin û ez jî naxwazim wan fêr bikim.
Rûdaw: Te çi cure sema fêrî wan kir?
Natalia: Min çawa kir? Ez hemû teknîkên ku berê fêrî wan bûbûm ji bo amadekirina laşê wan bi kar tînim. Mînak, ji bo vekirinê û ji bo...
Rûdaw: Amadekirinê?
Natalia: Ew peyv. A: "Amade." Ez wan ji bo semayê amade dikim.
Ez yogayê bi kar tînim çimkî ez yogayê dizanim, her wiha ez baleya klasîk û semaya modern jî dizanim. Piştî ku em li hev civiyan û min agahî dan wan û ew fêr kirin, piştî ku kom amade bû, heval muzîkê çêdikin ji ber ku ez li "Hunergeha Welat" kar dikim. Ew muzîkê çêdikin.
Rûdaw: Stranên Kurdî?
Natalia: Erê, her tişt Kurdî ye.
Rûdaw: Tu bi ti strana Kurdî dizanî?
Natalia: Ji min nexwaze bistrêm.
Rûdaw: Tu dizanî yan na?
Natalia: Erê, ez bi "Hunergeha Welat" re kar dikim. Ez ji hemûyan hez dikim.
Rûdaw: Baş e, tu ti semaya Kurdî dizanî?
Natalia: Erê, ez semaya Kurdî dizanim çimkî binêre, ez her dem bi hevalên xwe re semayê dikim. Li Rojava, ew her tim semayê dikin. Dema em diçin derve, ji bo Newrozê, ji bo hemû ahengan, em semayê dikin. Ev tiştekî pir balkêş e. Min dest pê kir ji şêwaza semaya wan hez bikim, ji ber ku ew destên hev digirin. Di baleyê de tu bi tenê semayê dikî, di baleya hevdem de. Lê li vir dema destên hev digirin û bi hev re semayê dikin, tu têdigihîjî ku ev sema çawa bi çanda resen ve girêdayî ye. Ev ji bo civakê pir girîng e, xebata ji bo çand û dîroka wan e. Me ev tişt ji dest daye. Pêwîst e em xwedî lê derkevin û nîşanî cîhanê bidin. Pêwîst e em wê biparêzin. Lewra niha mirov dibêjin: "Gelek stranên min hene, gelek pereyên min hene, ez gelek tiştan dizanim lê ez ne bextewar im."
Rûdaw: Baş e, pirsa min a dawî derbarê nêrîna te ya li ser Kurdan e dema ku tu li Brazîlyayê bûyî û niha ku tu li vir î. Cudahî çî ye?
Natalia: Dema min dest bi fêrbûna derbarê Kurdistanê kir, ez ne tenê derbarê Kurdistanê fêr dibûm, ez derbarê Rojhilata Navîn jî fêr dibûm. Em tiştekî derbarê Rojhilata Navîn de nizanin. Em Rojhilata Navîn wekî cihekî dûr û biyanî dibînin. Ez zêde hez nakim behsa berawirdkirina di navbera Amerîkaya Latîn û Ewropayê de bikim,çimkî Ewropayê çanda me wêran kir. Çawa ku li Rojhilata Navîn kir. Tiştê ku Ewropa û Amerîkayê kir. Ev rastî ye.
Em çê li Rojhilata Navîn dikin. Dema tu behsa Rojava dikî, tu ne tenê behsa Rojava dikî, tu behsa gelê her çar parçeyan dikî ku têdikoşin. Her kes dizane ku welatê Kurdan nîne. Berê dihate fikirîn ku niştimana Kurdan nîne. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Kurd parçe kirin.
Rûdaw: Baş e, di hevokekê de, tu gelê Kurd çawa dibînî?
Natalia: Ez zêde nizanim çimkî ez tenê li Rojava bûme.
Rûdaw: Rojava û Başûrê Kurdistanê.
Natalia: Şêniyên Rojava û Başûr hinekî ji hev cuda ne, çimkî îdeolojiya Rojava cuda ye. Pêwîst e ew li ser îdeolojiya xwe pir xurt bin da ku bijîn çimkî ketwara Sûriyeyê pir dijwar e. Em ne tenê behsa Rojava dikin, ew di nav Sûriyeyê de ne. Em dizanin ku gelek pirsgirêk li wir hene.
Rûdaw: Tu li Rojava rehet î?
Natalia: Erê. Dema ez diçim Rojava, ez xwe baş û ewle hîs dikim, ji ber ku civak bi me re ye. Îdeolojî li her derê wekî hev e, ne li cem her kesî lê bi giştî wekî hev e. Tiştê herî girîng ji bo wan bi jiyan, berxwedan, çand û demokrasiyê ve girêdayî ye. Jin jî pir bihêz in. Şiyana wan heye ku xwe bi rêxistin bikin. Şiyana wan a şerkirinê heye. Her cihê ku tu diçî, ew karê xwe dikin.
Binêre, dema ez behsa jinan dikim, ez bi xwe jin im û dizanim jinbûn çi qasî dijwar e. Ne tenê li vir li Rojhilata Navîn wiha ye, li Amerîkaya Latîn jî wiha ye. Divê em her dem şer bikin. Ji bo ku em li pêş bin. Ez dixwazim li pêş bim, ne ji ber ku ez a herî baş im lê em dixwazin wekhev bin. Mêr û jin wekhev bin Lê ji bo ku em vê bi hev re bikin, wey, demeke pir û pir dirêj ji me re divê. Mînak, li Rojava ez fêr kirim ku em çawa şer bikin. Jin dikare şer bike. Ez naxwazim li dijî mêran şer bikim. Ez vê naxwazim Lê pêwîst e em bi hev re gavan bİavêjin. Vê yekê bi hev re bikin, ji ber ku jin jî hene.
Rûdaw: Mil bi milê mêran bimeşin.
Natalia: Erê, mil bi milê hev. Ji bo kirina vê dem ji me re lazim e.
Rûdaw: Gelekî spas.
Natalia: Spas
#VÎDEO - Çalakvana Brezîlyayî Natalia Gonzalez li Rojavayê Kurdistanê dijî û mohra xwe li çalakiyên hunerî dixe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 2, 2025
🎙️ Wê navê "Rojda" li xwe kiriye û bi Kurdiyeke baş diaxive
🎙️ Natalia Gonzalez ji Rûdawê re qala serpêhatiya xwe ya li gel Kurdan dike
🎙️ Natalia Gonzalez:… pic.twitter.com/KIgR708KGC
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse