Ebdulqadir Hesriye: Em dê pereyê nû bişînin herêmên Rêveberiya Xweser jî

04-01-2026
Nûşîn Hemê
Nîşan Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir El-Hesriye Pereyên Nû Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir El-Hesriye diyar kir ku wan ji bo belavkirina pereyên nû li Rojavayê Kurdistanê û başûrê Sûriyeyê planeke berfireh amade kiriye.

El-Hesriye ragihand ku meaşên karmendan dê ji meha bê ve bi diravê (pere) nû werin dayîn.

Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir El-Hesriye li ser mekanîzmaya gihandina diravê nû bo Rojavayê Kurdistanê û başûrê Sûriyeyê (herêmên ku ne di bin kontrola hikûmetê de ne) bersiva pirsên Rûdawê da.

El-Hesriye da zanîn ku wan bi aliyên herêmî û desthilatên îdarî re hevahengî kiriye da ku meaş bi diravê nû di demek zû de bigihîjin karmendan.

Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqadir El-Hesriye pirsên Rûdawê bersivandin:

Rûdaw: Banka Navendî dê çawa çavdêriya bazaran bike ji bo rêgirtina li îstîsmarkirina pêvajoya guhertinê ji aliyê bazirganan ve û bilindnekirina nirxê kelûpelên serekî?

Ebdulqadir El-Hesriye: Banka Navendî, bi hevkariya hikûmetê, aliyên civakî û sektora taybet, çavdêriyeke rojane li ser bazaran dike ji bo misogerkirina pabendbûna bazirganan bi nirxan û neqezenckirina pêvajoya guhertina diravî.

Mekanîzmayên me yên tund hene ji bo destwerdana bilez û sepandina kontrolê li ser her binpêkirinan, da ku pêvajo bi awayekî hêsan û zelal bi rê ve biçe û hêza kirînê ya welatiyan bi temamî were parastin.

Rûdaw: Bank dê çawa dabîn bike ku diravê nû bigihîje herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û her wiha başûr? Gelo navendên guhertinê yan jî navbeynkarên darayî yên bi lîsans hatine destnîşankirin?

Ebdulqadir El-Hesriye: Me planeke berfireh ji bo belavkirina diravê nû li hemû herêman, di nav de bakur, rojhilat û başûrê Sûriyeyê, amade kiriye.

Navendên guhertinê yên pejirandî û amûrên veguhastinê yên taybet hatine dabînkirin da ku gihandina diravê nû bi awayekî ewle were hêsankirin, li gel şopandineke hûr ji bo ku dirav bêyî derengî û astengî bigihîje destê hemû welatiyan.

Rûdaw: Gelo biryar heye ku meaş û mafên darayî yên karmendan li wan herêman ji meha bê ve bi diravê nû werin dayîn, yan dê ev yek bi awayekî gav bi gav were cîbicîkirin?

Ebdulqadir El-Hesriye: Biryar hatiye dayîn ku meaş û mafên darayî ji meha bê ve bi diravê nû werin dayîn û pêvajo bi awayekî birêkûpêk hatiye organîzekirin da ku ti astengî dernekevin û pêdiviyên hemû karmendan bi awayekî bibandor werin bicihanîn.

Rûdaw: Ji bo ku diravê nû zû belav bibe, gelo bi aliyên herêmî yan jî rêxistinên navneteweyî re hevrêzî hatiye kirin ji bo dayîna meaşên karmendan li wan herêman?

Ebdulqadir El-Hesriye: Belê, hevrêzî bi aliyên herêmî û desthilatên îdarî re hatiye kirin da ku meaş bi diravê nû di demek zû de bigihîjin karmendan.

Her wiha mekanîzmayeke birêkûpêk ji bo lezkirina belavkirinê û misogerkirina belavbûna diravê nû bi awayekî bibandor hatiye danîn, da ku pêdiviyên welatiyan werin bicihanîn.

Rûdaw: Dê çawa muamele bi wan mîqdarên mezin ên diravan re were kirin ku li cem kes û saziyan li wan herêman hatine veşartin? Gelo sînorekî diyarkirî heye ji bo guhertina mîqdaran bêyî pirsîn li ser çavkaniya wan?

Ebdulqadir El-Hesriye: Em dê mekanîzmayeke zelal û şefaf ji bo guhertina mîqdarên mezin bipejirînin ku sînorekî diyarkirî dihewîne ku rê dide guhertinê bêyî lêpirsîna yasayî ya li ser çavkaniya pereyan lê di heman demê de pabendî bi yasa û rênimayên bankî re jî hebe.

Armanca me parastina diravê welatiyan û misogerkirina ewlehiya pêvajoyê ye, her wiha rêgirtina li her çalakiya neyasayî ye.

Rûdaw: Çarenivîsa dawî ya diravên kevn ên ku dê ji bazaran werin kişandin dê çi be? Gelo mekanîzmayeke ewle heye ji bo veguhastina wan a ji bo xezîneyên Banka Navendî ya li Şamê?

Ebdulqadir El-Hesriye: Diravên kevn dê bi ewlehiyeke tam bên komkirin û li gorî mekanîzmayên rêkxistî û di bin çavdêriyeke tund de veguhêzên xezîneyên Banka Navendî.

Ev yek ji bo misogerkirina ewlehiya wan û rêgirtina li her bikaranîneke nerast e ku tê de pabendbûneke tam bi prensîbên zelaliyê re heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst