Balyozê berê yê Pakistanê: Em hewl didin Îranê razî bikin da ku vegere ser maseyê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Balyozê berê yê Pakistanê yê li Îranê Asif Duranî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Balyozê berê yê Pakistanê yê li Îranê Asif Duranî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Asif Duranî Îran Amerîka Pakistan
A+ A-

Di demekê de ku çavên navçeyê li ser hewlên dîplomatîk ên li Îslamabadê ne, alozî û gumanên di navbera Tehran û Waşingtonê de careke din proseya dan û standinan xist bin siya xwe.

Tevî ku şandeyeke Amerîkayî ji bo gotûbêjan di rêya Pakistanê de ye jî daxuyaniyên dawî yên Wezareta Karên Derve ya Îranê nîşan didin ku rêya lihevkirinê hîn tijî astengî ne.

Tehran, Amerîkayê bi “necidîbûnê” û binpêkirina agirbestê tohmetbar dike, bi taybetî jî piştî aloziyên li Tengava Hurmizê û êrişên ser keştiyên bazirganiyê.

Balyozê berê yê Pakistanê yê li Îranê Asif Duranî, ji bo nîrxandina rola Pakistanê wekî navbeynkar, di bultena saet 11:00an de bû mêvanê Sîma Abxêzirê.

Asif Duranî, di vê hevpeyvînê de amaje bi “hunera dîplomasiyê” û astengiyên serekî yên wekî dosyeya atomî, rakirina dorpêçên aborî û azadkirina sermayeyên Îranê yên cemidandî dike.

Gelo dê Pakistan karibe Tehranê razî bike ku vegere ser maseya gotûbêjan?

Di navbera daxwazên Waşingtonê yên ji bo sînordarkirina uranyumê û daxwazên Tehranê yên ji bo rakirina dorpêçan de, çi senaryo li pêşiya navçeyê ne?

Hûrgiliyên van pirsan di vê hevpeyvînê de ne:

Rûdaw: Şandeyeke Amerîkayê ji bo gotûbêjên li gel Îranê ber bi Îslamabadê ve bi rê ketiye. Îranê jî ragihandiye ku ti planên wê yên gotûbêjê nîne û eger şandeya Amerîkayê hatibe jî pêwendiya wê bi wan bi xwe ve heye. Gelo dê ev gotûbêj bên kirin an na?

Asif Duranî: Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê gotiye ku Îran naxwaze beşdarî guftûgoyan bibe. Em dikarin bibêjin ku ev rewşeke nû ye.

Rûdaw: Îslamabad çi difikire? Gelo ev tê wê wateyê ku îhtimal heye ev guftûgo neyên kirin û careke din şer dest pê bike?

Asif Duranî: Me wekî Pakistan navbeynkariyeke baş pêşkêş kir. Gera yekem a guftûgoyan hat kirin û gelekî baş derbas bû. Lê belê, hinek pirsgirêk hebûn ku heta niha nehatine çareserkirin. Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance jî behsa vê yekê kiribû.

Di heman demê de, dorpêçkirina Tengava Hurmizê, pirsgirêkên li benderên Îranê û keştiyên Îranî ji aliyê Amerîkayê ve pirsgirêkên nû derxistine holê. Herwiha Îsraîlê êrişî başûrê Libnanê kir û Amerîkayê jî êrişî keştiyekê kir.

Amerîkayê ji Îsraîlê xwestibû ku êrişên xwe yên li Libnanê rawestîne. Gelek bûyerên erênî û neyînî bi hev re çêbûne. Pêngava dawî û daxuyaniya Îranê nîşan dide ku dibe Amerîka bertekeke tund nîşan bide û bi bersiva Îranê razî nebe.

Rûdaw: Balyoz Duranî, bi nêrîna we eger ev dan û standin bi ser nekevin û neyên kirin kî berpirsiyar e? Amerîka yan Îran?

Asif Duranî: Ji ber ku hûrgiliyên temam ên li ser dan û standinên navbera Amerîka û Îranê li ber destê min nînin ka daxwaziyên kîjan alî çi ne, ji bo min zehmet e ez bibêjim kî berpirsiyar e.

Lê ji bo me wekî Pakistan û wekî xelkê herêmê, dilgiraniya me ya herî mezin rawestandina dan û standinan e.

Em dixwazin dan û standin bi ser bikevin ji ber ku bandoreke wê ya rasterast li ser me heye, nirxê enerjiyê zêde dibe û bi asayîşa herêmê û ya cîhanê bi giştî ve girêdayî ye. Lewma em hêvîxwaz in ev dan û standin serkeftî bin.

Rûdaw: Eger ev dan û standin bên kirin, hûn li bendê ne çi encam jê derkevin?

Asif Duranî: Hêviya me heye ku gera duyemîn pêk bê. Wê demê her du alî dê ji cihê ku di gera yekem de lê mabûn dest pê bikin.

Mirov tenê dikare li gorî agahiyên heyî pêşbîniyan bike. Ez ne di nava dan û standinan de me lê li gorî daxuyaniyên Amerîka û Îranê em dikarin hinek texmînan bikin.

Rûdaw: Wekî dîplomat û çavdêrekî ku rewşê dişopîne, çi senaryo ji bo serkeftin an şikestina van dan û standinan hene?

Asif Duranî: Her tiştê ku di nava dan û standinan de çêdibe, di dema borî de nîşanî me daye ku dibe dan û standin  şikestinê bînin lê ev nayê wê wateyê ku dê bi yekcarî dest ji dan û standinan were berdan. Ji ber ku hinek lihevkirinên destpêkê di navbera her du aliyan de hebûn û her du welat dixwazin wan lihevkirinan zêdetir bi pêş bixin.

Eger pêşniyareke baştir were ser maseyê, dibe ku rêkeftineke bileztir çêbibe. Divê em vê wekî pêvajoyeke dirêj bibînin. Carinan baş bi rê ve naçe, carinan radiweste. Lê di dawiyê de, eger her du alî berdewam bin hêvî heye ku encamên erênî bên bidestxistin.

Rûdaw: Her du alî jî heta niha li ser daxwazên xwe rijd in. Pakistan çawa hêvî dike ku ev guftûgo bigihîjin encameke aştiyane?

Asif Duranî: Ez bawer dikim ev hunera dîplomasiyê ye. Dema tu bi aliyan re diaxivî, hinek xalên girîng ji bo şêwirmendî û navbeynkariyê û li gel her du aliyan biaxivin û pêşniyazên xwe pêşkêş bikin, ev pêvajo ye.

Ez ne bêhêvî me. Ez dê pir kêfxweş bibim eger di demeke nêzîk de encamek derkeve. Lê ev rewşa aloz a tê pêş dibe sedem ku her du alî nekarin di wextê xwe de bigihîjin cihê gotûbêjan û astengî hebe.

Rûdaw: Astengî gelek in, rast e. Bi nêrîna we, astengiya herî mezin a li ber serkeftina van guftûgoyan çi ye?

Asif Duranî: Ez niha nikarim bi zelalî bibêjim ji ber ku ez hûrgiliyên herî dawî yên nakokiyan nizanim. Lê ez bawer dikim li ser pirsa nukleerê nakokî hene. Eger Amerîka bixwaze dewlemendkirina uranyumê bi temamî raweste, ez bawer im Îran dê bi hêsanî razî nebe.

Dibe ku Îran razî bibe uranyumê bişîne welatekî sêyem lê daxwazên din jî hene. Mîna rakirina cazayên aborî ku Amerîkayê heta niha qebûl nekiriye. Îran van daxwazan dike, Amerîka razî nabe.

Amerîka nikare daxwaza hemû tiştan ji Îranê bike û bi xwe ti daxwazên Îranê qebûl neke. Pêwîst e ew cezayên ku Amerîkayê û paşê Ewropayê jî ferz kirine bên rakirin da ku Îran jî tiştekî ji wan re bike.

Rûdaw: Pêwîst e Amerîka çi tawîzan bide Îranê da ku guftûgo bi ser bikevin?

Asif Duranî: Rakirina cezayan xala herî sereke ye. Her wiha azadkirina sermayeya Îranê ya blokkirî û Îran garantiyê dixwaze ku di paşerojê de şer dîsa rû nede.

Rûdaw: Eger Amerîka cezayan rake, dê Îran di beramber de çi tawîzan bide?

Asif Duranî: Wekî min got, mijara nukleer e. Divê Îran Amerîkayê piştrast bike ku dê di paşerojê de venegere ser bernameya çekên nukleer. Amerîka daxwaza sînordarkirina 20 salan dike, Îran dibêje 5 sal. Ez bawer dikim dibe ku li ser 10 salan li hev bikin da ku her du alî razî bibin.

Rûdaw: Li gorî rewşa desthilatdariya niha ya li Îranê, gelo Pakistan ji ber helwesta Îranê nakeve tengasiyê? Sererkanê Artêşa Pakistanê çû Îranê û li gel berpirsên wekî Ehmed Wehîdî û Mihemed Baqir Qalîbaf civiya. Bi dîtina we, nêrîna hikûmeta Îranê ya li ser van gotûbêjan çi ye?

Asif Dûranî: Bi rastî ez nizanim. Dema encam derketin, Îranê got ew beşdar nabin. Di dema serdana Asim Munîr de hewl hatibûn dayîn ku Îran were razîkirin da ku beşdar bibe lê ez nizanim çima wisa çêbû û Îranê got ew beşdar nabin.

Rûdaw: Gelo ji bo Pakistanê wekî navbeynkar, dan û standina li gel berpirsên Îranê yên niha ne zehmet e?

Asif Dûranî: Biryar di destê Îranê de ye ku dê kengî û çawa van pirsgirêkan çareser bike. Pakistan tenê dikare hewl bide û alîkariyê bike.

Rûdaw: Nexwe hûn texmîn dikin ku sibe gotûbêj dê dest pê bikin an na?

Asif Dûranî: Ez nizanim. Aliyê Pakistanê dê hewl bide Îranê razî bike. Ez bawer dikim dê di navbera Amerîka û Pakistanê de gotûbêj li ser wê yekê hebin ku çima Îran beşdar nabe û dibe ku di saetên pêş de çalakiyên dîplomatîk zêdetir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst