Piştî rêkeftina dîrokî ya 29ê Çileyê, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdemeke nû ya siyasî û îdarî dest pê kir. Di vê qonaxa veguhastinê de, parêzgeha Hisîçayê ku dilê aborî û çandiniya herêmê ye, ketiye bin Rêveberiya parêzgarê xwe yê nû. Dr. Nûredîn Îsa, wekî yekem parêzgarê Kurd di dîroka nû ya Sûriyeyê de, niha erkê birêvebirina vê parêzgeha stratejîk hildaye ser milê xwe. Di vê hevpeyvîna taybet a Rûdawê de, em dê li ser yekbûna saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta navendî, çarenivîsa bi hezaran karmend û şervanan, budceya milyar dolarî ya herêmê û vegera koçberên Serê Kaniyê û Efrînê bi Dr. Nûredîn Îsa re bipeyivin.
Parêzgarê Hisîçayê li ser paşeroja Rêveberiya Xweser jî got, “Demek wisa bi roj û bi heyv nehatiye destnîşankirin. Lê, armanc ew e ku bi lez û bez ev yekbûn çêbibe. Ji bo çi? Ji bo xizmetguzariyên parêzgehê bi giştî, ji bo miletê xwe, ji bo mirovên xwe, ji bo welatiyên xwe. Ji ber vê yekê, em gavên baş diavêjin. Em bi hemû aliyan re di nav peywendiyan de ne. Aliyê leşkerî gavên baş avêtin. Aliyê Wezareta Karên Navxweyî, ewlekariya hundirîn, ew jî gavên baş avêtin û pergala xwe ya nû ava dikin, ango bi rengekî nû bi pergaleke nû. Li vir ez dixwazim vê xalê zelal bikim ku yekbûn çi ye? Yekbûn du tişt hene û wan tevlîhev dikin û pergaleke nû jê tê derxistin, ango mijar ne helandin an jî tunekirin e. Hin dibêjin êdî Rêvebiriya Xweser nemaye, erê rast e Rêveberiya Xweser nemaye lê bûye beşek ji dewletê. Eger kesek kûr li wê temaşe bike diyar dibe ku li şûna Rêvebiriya Xweser tiştekî mezintir heye.”
Rûdaw: Temaşevanên hêja, dema we baş be. Di çarçoveya guhertinên ku di demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li bakur û rojhilatê Sûriyeyê rû dane. Bûyerên ku di çend rojan de qewimîn, hemû herêm ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve serûbin kirin. Ji bo ku em bizanin paşeroja navçeyê ber bi ku ve diçe, niha ez bûme mêvana yekem parêzgarê Kurd di dîroka nû ya Sûriyeyê de, Dr. Nûredîn Îsa. Gelekî spas ji bo ku te mêvandariya me kir.
Nûredîn Îsa: Ser seran û ser çavan, bi xêr hatina we jî dikim. Di destpêkê de em dixwazin spasiya kanala Rûdawê û tîm û Rêveberiya wê ya giştî bikin. Di demên dawî de we ti kêmasî nekir û ji bo piştgiriya parêzgeha Hisîçayê û giştî herêmê hemû hewldanên xwe kir. Em spasiya we dikin.
Rûdaw: Tu bûyî yekemîn parêzgarê Kurd ê Hisîçayê. Gelo budceyeke taybet ji bo parêzgeha Hisîçayê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatiye veqetandin? Hatiye destnîşankirin? Xuya ye ku dê budceya parêzgeha Hisîçayê çi qas be?
Nûredîn Îsa: Di vê mijarê de em dikarin bibêjin ku parêzgeha Hisîçayê di tevahiya Sûriyeyê de wekî parêzgehên din e. Lê, wekî taybetmendî, em dikarin bibêjin ku parêzgehên rojhilat, ên wekî Hisîça, Dêrazor û Reqayê, taybetmendiyeke wan heye. Ji aliyê budceyê ve, em dikarin bibêjin ku çavkanî û xêr û bêrên wan ji yên din zêdetir in. Ji ber vê yekê, di nîqaşan de û wekî biryar, dê budceyeke taybet ji bo wan hebe. Em dikarin bibêjin ku dê hejmarek ji tiştên aborî hebin ku ji bo bipêşxistina parêzgehê werin bikaranîn. Ev yek hate gotin û hate kirin. Wekî destpêk jî, Serok Ehmed Şer got ku dê milyarek dolar ji bo parêzgehên rojhilat bê veqetandin.
Rûdaw: Milyarek dolarê Amerîkî?
Nûredîn Îsa: Belê.
Rûdaw: Ev tenê ji bo parêzgeha Hisîçayê ye?
Nûredîn Îsa: Na, ji bo giştî ye. Ji bo her sê parêzgehan; Reqa, Dêrazor û Hisîça.
Rûdaw: Ev ji bo salekê hatiye destnîşankirin?
Nûredîn Îsa: Rast e, ev ji bo destpêka sala 2026an e.
Rûdaw: Her kes dizane ku li parêzgeha Hisîçayê gelek pirsgirêkên xizmetguzariyê hene. Yanî eger mirov ji rêyan dest pê bike, heta ku mirov digihîje pirsgirêka av û kehrebeyê. Çi projeyên we hene ku di salekê de werin kirin? Ez qala projeyên xizmetguzariyê dikim ku dê di salekê de ji xelkê re werin kirin.
Nûredîn Îsa: Wekî parêzgeha Hisîçayê, te dît piştî van bûyerên dawî, em nêzîkî du mehan in ku li vir in. Berê pergalek hebû, wekî Rêvebiriya Xweser bi navê xwe dixebitî û bi awayekî xizmetguzarî dixebitî. Lê piştî rêkeftina 29ê Çileyê, di vê qonaxê de em dixwazin di navbera her du pergalanan de tevlêbûnekê çêbikin û pergaleke nû jê derbixînin. Ji bo ku em karibin xizmetguzariyan pêşkêş bikin û pêdiviyên gel bi cih bînin. Ev pergal dê çêbibe û dê dest bi karê xwe bike û ji niha û pişt re jî em bikaribin gavên pratîk bavêjin. Di vê mijarê de, bernameya me ya sereke ew e ku em karibin bi rastî pirsgirêka yekemîn a ku li pêşiya me bû, pirsgirêka ava Hisîça çareser bikin. Wekî ku hûn jî dizanin, li Hisîça ji sala 2019an ve pirsgirêka avê heye. Wekî bajarekî ku nêzîkî milyonek mirov lê dijîn, bê av maye. Me hewl da û hemû hêza xwe da ku em vê pirsgirêkê çareser bikin û Stasyona Elokê ji nû ve bikeve kar. Me heta astekê jî karî em vê pirsgirêkê çareser bikin. Saziyên Rêvebiriya Xweser û Wezareta Enerjiyê bi giştî, kehrebe dabîn kirin. Rêxistinên navneteweyî yên wekî Xaça Sor a Navneteweyî jî, bi rastî rola xwe lîstin û heta astekê alîkarî kirin. Lê, ev ne bes e.
Rûdaw: Kengî dê bikeve kar?
Nûredîn Îsa: Em bawer dikin ku divê dirêj neke û wekî me guman dikir di destpêka meha 6an de av bigihîje Hisîçayê, ev serkeftinek e. Lê kehrebe diviyabû temam bûbe û me xeteke hawarçûnê bi rêya wêstgeha Neqil dabîn kir, ev jî Desteya Enerjiyê ya Rêvebiriya Xweser bi alîkariya Wezareta Enerjiyê li ser wê xebitî. Wekî hûn dizanin em niha di qonaxa tevlîbûnê de ne û wekî tîmekê dixebitin. Niha hewl tên dayîn ku xeteke din jî ya sereke ji Bendava Tişrînê û ji wir bigihîje Stasyona Mebrûka û ew jî bide Serê Kaniyê û Stasyona Elokê. Ji ber vê mijara avê ji bo Hisîçayê bi rastî ji bo me mijara sereke bû û mijara din jî perwerde ye, ew jî gavin tê de hatine avêtin. Me qonaxa tevlîbûnê tê de lez kir, ji bo qerebûkirina ziyanên îsal ên di van bûyerên dawî de bi xwendekaran re bûne. Mijara tenduristiyê, nexweşxane hatin çalakirin û hema heta asta ku em dikarin, em li ser erkdarkirina doktor û kadroyan dixebitin. Ji bo şaredariyan û karûbarên xizmetguzariyê, paqijiyê û tiştên din, bi rastî qonaxa wê ya tevlîbûnê hinekî tereng ket lê heta astekê hate kirin. Ew jî divê were çareserkirin. Serokên şaredariyê û tayînkirinên nû dê çêbibin û pergaleke nû ji wan re dê were danîn. Ev jî di van rojên nêzîk de dê çêbibe. Em dixwazin gav bi gav van pirsgirêkan çareser bikin.
Rûdaw: Birêz parêzgar te qala yekbûnê kir. Yekbûn gelek dosyeyan li xwe digire. Gelek dosye hene. Niha yekbûn gihîştiye kîjan astê? Û dema ku we destnîşan kiriye, an jî we daniye ber çavên xwe, ku di vê demê de dê bi temamî Rêvebiriya Xweser tevlî hikûmetê bibe, ew dem çi qas e? Yanî gelek kes qala çar mehan dikin. Ku di nav çar mehan de bi temamî dê yekbûn çêbibe. Rêvebiriya Xweser bi hemû saziyên xwe dê tevlî sazî û dezgehên hikûmeta Sûriyeyê bibe. Tiştekî wisa heye? Demek wisa hatiye destnîşankirin?
Nûredîn Îsa: Demek wisa bi roj û bi heyv nehatiye destnîşankirin. Lê, armanc ew e ku bi lez û bez ev yekbûn çêbibe. Ji bo çi? Ji bo xizmetguzariyên parêzgehê bi giştî, ji bo miletê xwe, ji bo mirovên xwe, ji bo welatiyên xwe. Ji ber vê yekê, em gavên baş diavêjin. Em bi hemû aliyan re di nav peywendiyan de ne. Aliyê leşkerî gavên baş avêtin. Aliyê Wezareta Karên Navxweyî, ewlekariya hundirîn, ew jî gavên baş avêtin û pergala xwe ya nû ava dikin, ango bi rengekî nû bi pergaleke nû. Li vir ez dixwazim vê xalê zelal bikim ku yekbûn çi ye? Yekbûn du tişt hene û wan tevlîhev dikin û pergaleke nû jê tê derxistin, ango mijar ne helandin an jî tunekirin e. Hin dibêjin êdî Rêvebiriya Xweser nemaye, erê rast e Rêveberiya Xweser nemaye lê bûye beşek ji dewletê. Eger kesek kûr li wê temaşe bike diyar dibe ku li şûna Rêvebiriya Xweser tiştekî mezintir heye.
Rûdaw: Lê mijar biryar e, li vir xelk an jî saziyên li vir dê serbixwe bin di warê biryardayînê de yan biryara wan dê ji Şamê ji wan re were? Ango dema xelk dibêje tiştek bi navê Rêvebiriya Xweser, yan jî tiştek ji Kurdan re nemaye, yan jî helandin çêbû, mebesta vê jî biryar e. Gelo biryar dê ya kê be, heta kîjan astê hûn ê di biryarê de serbixwe bin?
Nûredîn Îsa: Em dikarin vê mijarê jî bi zelalî bêjin, berê jî me gotibû, çi Kurd an jî giştî parêzgeha Hisîçayê, em beşek ji Sûriyeyê ne. Kurd jî wekî Ereb û Xiristiyanan, her kes dê li gorî derfet û pisporiya xwe bi rola xwe rabe. Lê ev mijar herî zêde li pêşiya welatiyên Kurd derdikeve pêş, lê ew dikare bibe birêvebirek li parêzgeha Hisîçayê û dikare bibe wezîrek li ser asta giştî ya Sûriyeyê. Ji ber vê yekê serxwebûna biryarê, wekî me berê jî gotiye em beşek ji giştî Sûriyeyê ne. Di hin cihan de serxwebûn heye, li gorî desthilatan. Bê guman piştî vê hikûmeta nû hat avakirin, desthilatên birêvebirî berfireh bûn. Gelek erkdarî hatine kirin ji navxweyî û bi serxwebûneke birêvebirî li hemû parêzgehan. Ez bawer dikim ev tevlîbûn destkeftek e û ne tiştekî xirab e yan jî em bi tirs lê temaşe bikin.
Rûdaw: Birêz hemû karmendên Rêvebiriya Xweser dê hemû bibin karmendên hikûmetê yan jî ji ber ku bingeha wê were guhertin û pergala wê were guhertin û êdî pêwîstî bi ev qas karmendan nake û dê hin ji wan ji kar werin derxistin û hinek jî werin damezirandin û bibin karmendên fermî li ba hikûmetê? Gelo tiştekî wiha çêbibe?
Nûredîn Îsa: Bi giştî, di çarçoveya rêkeftinê de, hemû karmendên Rêvebiriya Xweser dê tevlî wezaret û saziyên hikûmetê bibin. Lê, ev nayê wê wateyê ku her kes dê di cihê xwe de bimîne. Dê nirxandin werin kirin. Dê li gorî pisporî û şiyanên wan, cihên nû ji wan re werin dîtin. Ango her kesek li gorî pisporiya xwe dê cihê xwe tê de bigire û ev xaleke ji rêkeftinê ye ku hemû karmendên Rêvebiriya Xweser werin damezirandin.
Rûdaw: Lê, li vir ji ber rewşa xirab û ew rewşa taybet a ku tê de derbas bû, belkî gelek kes ketin hin karan de. Lê, mînak bawernameya wan tune bû. Di vê rewşê de dê ev karmend ji kar werin dûrxistin?
Nûredîn Îsa: Di pergala hikûmetê de ya rêvebirî û wezaretan kategoriya kar heye. Ango yên zanîngeh temam kirine dê di pileya yekem de bin û pileyên duyem û sêyem û heta pileyên pêncemîn. Heta ku yên bê bawername jî dikarin cihê xwe tê de bigirin, ji ber vê yekê derfet heye ku her kes tê de cih bigire.
Rûdaw: Bi giştî karmendên Rêveberiya Xweser çi yên serbazî bin an jî sivîl bin ku dê li ba hikûmetê werin damezirandin hejmara wan derdora çend hezar kes in?
Nûredîn Îsa: Berê jî me gotibû di ser 40 hezaran re ye, lê dîsa jî em dibêjin di navbera 40, 45 û 64 hezar karmendan de dê werin damezirandin, ku mamoste, saziyên xizmetguzariyê û yên din li xwe digire.
Rûdaw: Ev yek ziyanê nade wan karmendên berê yên hikûmetê, ango ew jî dê vegerin ser karên xwe?
Nûredîn Îsa: Di vê mijarê de, ne ew tenê, ne tenê karmendên berê, karmendên hikûmeta berê jî dê bimînin û karmendên Xweser û saziyên wê jî dê werin tevlîkirin. Kesên ku berî niha ji kar hatine dûrxistin, ji ber sedemên wekî şoreşgertî, ewlehî û wekî din ku ji rejîma berê ve hatibûn zulmandin, ew jî li gorî pîvanekê dê vegerin ser kar. Ji ber vê yekê ti kes nayê cihê kesekî din. Me got, ev tevlîbûnek e, her kes dê li gorî pisporiya xwe cihê xwe di vê pergaleke nû de bigire.
Rûdaw: Bi nêrîna te niha tevlîbûn baş birêve diçe?
Nûredîn Îsa: Heta niha baş e, erênî birêve diçe. Hin caran di hin mijaran de astengî derdikevin, lê ne ew astengiyên ku wê rawestînin, û birêve diçe.
Rûdaw: Ji aliyê serbazî ve, kengî HSD dê tevlî artêşa hikûmetê bibe?
Nûredîn Îsa: Tişta ku agahiyên me jê hene, ew jî birêve diçe. Pergaleke wan jî heye û ji ragihandinê re jî hatiye gotin. Ji bo min li ser asta parêzgeha Hisîça dê bibin 3 lîwa di nava firqeyekê de û gelek damezirandin jî derketin, wekî alîkarê wezîrê berevaniyê bo karûbarên herêma rojhilat, kesekî ji nava HSDyê bû ango yek ji fermandarên HSDyê bû. Alîkarê serokê firqeyê jî dê li Hisîça be û ew jî ji HSDyê bû. Bi giştî ev damezirandin pêk hatine. Ew jî di nava xwe de lîwayan ava dikin û gav bi gav ew jî ber bi wê tevlîbûnê ve diçin.
Rûdaw: Behsa wê yekê tê kirin ku alîkar, yanî cîgirê Wezîrê Derve jî kesekî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, yanî kesekî Kurd e. Tiştekî bi vî rengî heye?
Nûredîn Îsa: Wekî Rêveberiya Xweser, bi karmendên xwe, bi birêvebirên xwe, bi giştî... Berê li parêzgeha Hisîçayê bûn. Dema ku ev rêkeftin û ev yekbûn çêbû, rê ji wan re hat vekirin. Dibe ku wezîr jî hebe, yanî ne tenê alîkarê wezîr be. Divê di asta herî jor de, di hikûmeta Sûriyeyê de cih bigirin. Ji ber vê yekê wezîr yan jî alîkarê wezîr ev damezirandin in, ango pêşiya wan vekirî ye. Çima nebe wezîr û bibe alîkarê wezîr?
Rûdaw: Eger heye? Îhtîmal heye?
Nûredîn Îsa: Erê, pêkan e.
Rûdaw: Kesek heye ku hatiye destnîşankirin?
Nûredîn Îsa: Na, em bi giştî dixebitin. Pêşiya me vebû û em bûn beşek ji pergala dewletê. Wekî giştî, yanî sazî û birêvebiriyên Rêveberiya Xweser. Me negotiye emd ê tenê di parêzgeha Hisîçayê de bin, divê ew jî were fêmkirin, ji ber ku em beşek ji Sûriyeyê ne û hemû Sûriye ji me re vekirî ye.
Rûdaw: Di dema dawî de jî hejmareke mezin ji koçberên Efrînê vegeriyan. Ji 800 heta 1000 malbat vegeriyan. Karwana bê dê kengî biçe? Haya we jê heye?
Nûredîn Îsa: Wekî hûn dizanin karwanê dawî beriya du rojan bû. Wekî encumena koçberên Efrînê ev demek e karwan bi karwan birê dike. Di vê dawiyê de wekî bernameyekê hatiye danîn, ji ber ku hinekî rihetî çêbû û wekî hevahengî di navbera parêzgehên Hisîça û Helebê de, her wiha ewlehiya li aliyê Efrînê, ji bo ku rê were vekirin û di dema pêş de her kesê ku bixwaze vegere dikare biçe û êdî wekî karwan nema.
Rûdaw: Ango êdî karwan neman?
Nûredîn Îsa: Rast e, her kesê ku dixwaze vegere dikare biçe.
Rûdaw: Gelo malên wan li wir hatine valakirin?
Nûredîn Îsa: Di vê mijarê de ev astengî çima di destpêkê de hebûn? Wekî karwan karwan dest pê kir. Me got ji bo mirovekî ku ji koçberiyê neçe koçberiyeke din, li malên xwe nebin koçber. Li wî bajarê xwe. Em wekî komîteyekê li ser dixebitin. Her kesekî ku li Efrînê mal û milkên wî hebin, ew jî derdikevin û diçin malên xwe. Li ser her du milan dixebitin. Ango bi giştî li Sûriyeyê her koçberek vegere warê xwe yê resen, ev yek Serê Kaniyê û Girê Spî li xwe digire, lê li Efrînê gavên baş û bi lez hatin avêtin.
Rûdaw: Te got ku hîn li Serê Kaniyê behsa wê nehatiye kirin. Behsa vegera koçberan, mebesta min e. Kengî dê xelkê Serê Kaniyê vegerin malên xwe?
Nûredîn Îsa: Serê Kaniyê jî kar ji bo wê tê kirin. Komîte çûn Serê Kaniyê. Kesên li wir jî hatin rûniştin. Ew jî wekî Efrînê ye. Me got ku koçberên li wir ji hin herêmên din hatine wir û niha dan û standin bi wan re tê kirin. Ew kesên ku niha li Serê Kaniyê ne, gotûbêj û civîn ji wan re hatin çêkirin û ew jî mijara ewlehiyê ji wan re hatiye misogerkirin da ku vegerin malên xwe. Gelek ji wan ên Serê Kaniyê em dikarin bêjin ku piraniya wan ên parêzgeha Hisîçayê bi xwe ne. Dibe ku hin ji aliyê Dêrazorê jî hebin û gotûbêj bi wan re hatiye kirin da ku vegerin malên xwe. Piştî ku hatin qanîkirin divê bi biryar derbikevin û wekî komîte xwedî biryar e wan derbixîne. Amadekarî ji vê re têne kirin. Ez bawer dikim ku xelkê Serê Kaniyê jî bêtir dereng nemînin. Em dixwazin her kes vegere mal û warê xwe û bi ewle vegere. Ber wê em hin caran giran tevdigerin, heta ku em bingeha wê amade dikin.
Rûdaw: Gelo ne diyar e ev dê çi qas dirêj bike, ango kengî xelkê Serê Kaniyê dê vegerin?
Nûredîn Îsa: Ez bawer dikim ew jî nêzîk e.
Rûdaw: Ji xwe piraniya koçberan di dibistanan de bûn. Eger werin ser mijara xwendinê, ji xwe proseya xwendinê yek ji mijarên ku ne bê ziyan bû, ji ber guhertin û şerê di dema dawî de li navçeyê çêbû. Gelo xwendin dê kengî dest pê bike? Dê çawa be?
Nûredîn Îsa: Xwendinê wekî em bêjin, bi rastî rastî ziyanê hat li giştî parêzgehê ji ber van bûyerên di van demên dawî de çêbûne. Lê em hewl didin, ev sala bê saleke saxlem û bê pirsgirêk be, çi ji aliyê lojîstîkî û çi ji aliyê kadroyên perwerdeyê û her tiştên din ji bo vê sala bê amade be. Lê ji bo vê nîvsalê hinekî zehmet bû, ji ber ku dibistanên giştî koçber tê de bûn. Niha em dixwazin van dibistanan vala bikin û ji bo vê sala bê werin nûjenkirin.
Rûdaw: Dersa zimanê Kurdî, dê tenê dersek be, dê derseke neçar be, dê bijarte be? Rewşa wê dê çawa be?
Nûredîn Îsa: Ev mijar, dersa zimanê Kurdî yek ji encamên biryarnameya 13an e. Lê bi giştî ev ji bo Kurdan gavek e û ji bo zimanê Kurdî ne bes e. Hewldan hene, kar tê kirin, ji bo tiştên baştir bikevin vê mijarê û em bi hêvî ne dê pêk werin. Rast e, ew wekî biryar hatiye derxistin, lê gotûbêj hene û komîte ji bo giştî materyalê dixebitin. Ew jî bi Wezareta Perwerdeyê re hatiye gotûbêjkirin û hêjî didome û hewldan hene ji bo tiştên baştir hebin.
Rûdaw: Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk got ku di şerê dawî yê di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de hezar û 70 kes dîl ketin. Min bi xwe jî şopand, cara yekem 100 dîl hatin azadkirin, cara duyem 300 hatin azadkirin, cara sêyem 400 hatin azadkirin, wate 800 kes hatine azadkirin. Niha em dikarin bêjin 200 dîl yan hejmareke zêdetir di destên hikûmetê de ne?
Nûredîn Îsa: Ez bawer dikim hejmar di navbera 200 heta 300 dîlan de mane û ev jî divê di demeke nêzîk de bin. Hevdîtina me ya dawî li ser vê mijarê bû, ji her du aliyan ve, çi dîlên di destên HSDyê de bin yan jî di destên hikûmeta Sûriyeyê de bin. Ez bawer dikim di hefteya bê de ti girtî nemînin, eger ti astengiyeke nû dernekeve.
Rûdaw: Ji ber ku em malbatên dîlan dibînin, gelek ji wan keçên wan hîn jî ne diyar in û çarenûsa wan heta niha nediyar e. Di nava vê hejmara ku tu behsa wê dikî ji 200 heta 300 jin di nava wan de hene? Haya we ji vê mijarê heye?
Nûredîn Îsa: Bi rastî me zelal nepirsî ji ber ku em dema behsa girtiyan dikin, her em çi karî bikin jî bêwate ye heta ku ew venegerin. Berê jî me gotibû, dîsa jî dibêjim, hemû hewldanên me ew e kesên dîl hatine girtin vegerin. Ango gotûbêj li ser navan nehat kirin, lê beriya wê lîste amade dikin û ji me re dişînin. Lê derbarê kesekî winda de, ew bi xwe jî mijareke din e. Ew jî dema ku hat gotûbêjkirin, her ji kîjan alî be, divê derbarê van kesên winda de komîte kar li ser bikin û çarenûsa wan were zelalkirin.
Rûdaw: Di 5ê Çiriya Paşîn a sala borî de hilbijartin li Sûriyeyê bi rêve çûn. Di wê demê de parêzgeha Hisîça û Kobaniyê di van hilbijartinan de beşdar nebûn. Niha zanyarî heye ku hefteya bê komîteyek dê were serdana we bike da ku hilbijartin li parêzgeha Hisîça û Kobaniyê jî bên kirin. Tiştekî wiha heye?
Nûredîn Îsa: Dibe, eger ne hefteya bê be, lê dê di van 10 rojên pêş de be û dan û standin li ser vê mijarê hene û divê em dest bi wê jî bikin. Lê derbarê dema wê de heta niha nehatiye diyarkirin, lê divê ew jî pêk were. Ew jî qonaxeke ji qonaxên rêkeftinê ye û divê pêk were.
Rûdaw: Niha parêzgeha Hisîça li gorî pergalê dê di parlamentoyê de xwedî çend kursiyan be?
Nûredîn Îsa: Bawer dikim 10 kursî ne.
Rûdaw: Ev 10 kursî dê hemû bi dengdanê bin? Wekî hûn dizanin li gorî pergala ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê birêve biriye, ji sedî 70 dengdan e û ji sedî 30 bi awayekî rasterast ji aliyê serokê Sûriyeyê ve tê destnîşankirin. Yan ev 10 kursiyên Hisîçayê mebesta we yên dengdanê ne, yan ji wan 7 ên dengdanê ne û 3 jî ji aliyê serok ve werin destnîşankirin?
Nûredîn Îsa: Na, ji ber ku ew 10 kursî di dengdana berfireh de nehat kirin û dengdan sînordarkirî bû. Ew jî wekî nimûneyan li her bajarekî hejmarek ji wan hatin hilbijartin û di nava wê hejmarê de ew kes derdikevin. Mekanîzmaya wê dê çawa be, ji bo parêzgeha Hisîça hêjî nehatiye gotûbêjkirin. Lê di dema pêş de dê were gotûbêjkirin û çawa guncaw be dê wê bipejirînin.
Rûdaw: Te di axaftina xwe de gelekî behsa wê yekê kir ku Hisîça yek ji 14 parêzgehên Sûriyeyê ye û li ser wê bingehê jî serederî dê pê re were kirin. Baş e, taybetmendiya Kurdîan li ku derê ma? Ku rêkeftin li ser wê hatiye kirin. Dê çawa were parastin?
Nûredîn Îsa: Mebesta te ji taybetmendiyê çi ye?
Rûdaw: Yasaya partiyan li Sûriyeyê tune bû, partiyên siyasî yên Kurdan dê çarenûsa wan çawa be? Deriyê sînorî yê Sêmalka ku taybetmendiyeke wê ji bo Kurdan heye, dê çawa be? Dema em dibêjin taybetmendî, em behsa wan partiyên Kurdan dikin û behsa hin mijarên girêdayî wan dikin bi taybet ên girêdayî xelkê bi taybet li Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê. Dê çarenûsa wê çawa be?
Nûredîn Îsa: Derbarê Deriyê Sînorî yê Sêmalka, em dikarin bêjin ku ew girêdayî Desteya Deriyên Sînorî ye, ew jî mijarekî tevlîbûnê ye. Deriyê Sêmalkayê ji xwe wekî deriyekî mirovî di wê demê de hat vekirin û birêveberiya wê jî dê li gorî pergaleke nû be û karmendên Rêveberiya Xweser ên berê dê di wir de bimînin. Ew bi xwe jî dê bimînin û di asta herî jor de jî dê li wir bimînin.
Rûdaw: Ew derî dê bimîne?
Nûredîn Îsa: Heta niha li gorî dan û standinan ew derî dê bimîne.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, Amerîka yan jî welatên Ewropî, mebesta min civaka navneteweyî, ti projeyeke wan heye ji bo ku alîkariya parêzgeha Hisîçayê bikin? Çi bi rêya we bi awayekî rasterast, an bi rêya rêxistinên civaka sivîl, gelo dê ji bo parêzgeha Hisîçayê ti projeyan pêşkêş bikin? Gelo dê ti alîkariyekê bidin?
Nûredîn Îsa: Derbarê parêzgeha Hisîçayê de, mijarên ku em tê de beşdar bûne, bi giştî ne wekî hikûmetên Ewropayê, wekî rêxistinên navneteweyî û civakî gelek hevdîtin pêk hatin. Gelek gotûbêj li ser mijarên xizmetguzariyê hatin kirin û ew alîkar bûn û digotin dê amade bin û dê alîkariyê bidin. Wekî min got, Stasyona Elok, Xaça Sor a Navneteweyî barê wê rakir ser milên xwe. UNICEF jî heta astekê wekî rêxistinên navneteweyî xwe didin ber bar û dibêjin ku ew li gorî derfetên xwe amade ne alîkar bin. Bi giştî ez di wê baweriyê de me ku derfetên van rêxistinan jî kêm in.
Rûdaw: Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Îsa, gelekî spas ku we ev dema xwe da me, zor spas.
Nûredîn Îsa: Dema we jî xweş be.
Rûdaw: Temaşevanên hêja spas ji bo we jî ku we li me temaşe kir. Bi xatirê we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse