Mistefa Ebdî: HSD dê nemîne û tevlî artêşê bibe

4 demjimêr berê
RÛDAW
Mistefa Ebdî ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw
Mistefa Ebdî ji Rûdawê re axivî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Kurd Destûr Ehmed Şer Mezlûm Ebdî
A+ A-

Endamê Tîma Serokkomariya Sûriyeyê Dr. Mistefa Ebdî li ser paşeroja Kurdan a li Sûriyeyê û hevdîtina dawî ya di navbera Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de daxuyaniyên girîng dan.

Dr. Mistefa Ebdî di hevpeyvîna xwe ya bi Dilbixwîn Dara re de eşkere kir ku dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hêzeke serbixwe nemîne û tevlî artêşa hikûmetê bibe.

Li gorî gotinên Ebdî, Kurd dê di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de xwedî roleke çalak bin û destnîşan kir ku Wezareta Parastinê û fermandariya Firqeya 60î ya li Hisîçayê dane Kurdan.

Her wiha wî da zanîn ku dê di kabîneya nû de teqez wezîrên Kurd hebin û hêzên ewlehiya navxwe yên Kurdan jî dê bibin beşek ji polîsên dewletê.

"Nasnameya Kurdan hat vegerandin"

Dr. Mistefa Ebdî di mijara mafên neteweyî û destûra nû de anî ziman ku Ehmed Şer mafên Kurdan nas dike.

Wî bi bîr xist ku bi Mersûma 13an nasnameya Kurdan li wan hatiye vegerandin û mafên wan ên çandî hatine misogerkirin.

Ebdî diyar kir ku dê mafên Kurdan di destûra nû de jî cih bigirin lê hîn formata wê ya dawî ji aliyê pisporan ve tê nîqaşkirin.

Mijareke din a girîng jî zimanê Kurdî û rewşa girtiyan bû.

Ebdî mizgînî da ku zimanê Kurdî dê li Sûriyeyê bi temamî serbest be û jixwe li Wezareta Çandê ji bo zimanê Kurdî birêvebiriyeke taybet hatiye vekirin.

Li ser pirsgirêka girtiyan jî wî eşkere kir ku hikûmet dixwaze zindanan vala bike û hemû girtiyên siyasî yan jî yên şer berde.

Endamê Tîma Serokkomariya Sûriyeyê di dawiya axaftina xwe de bangî Kurdan kir ku ji bo avakirina Sûriyeyê bi hikûmetê re bixebitin.

Wî hêvî kir ku Kurd destê xwe bidin dewletê û di hemû saziyan de cihê xwe bigirin.

Her wiha wî îhtimala serdana Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê ya ji bo Qamişloyê û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî anî rojevê.

Hevpeyvînê Dilbixwîn Dara ya bi Endamê Tîma Serokkomariya Sûriyeyê Dr. Mistefa Ebdî re:

Rûdaw: Doh êvarî Ehmed Şer bi Mezlûm Ebdî û hevalên wî re rûnişt. Wan qala çi kir?

Mistefa Ebdî: Wan qala entegrasyonê kir. Qala girtiyan û koçberan kir. Ji HSDyê hat xwestin ku xwe hilweşîne.

Rûdaw: Yanî mebest ew e ku HSD wê xwe hilweşîne?

Mistefa Ebdî: Na, namîne. Çimkî artêşeke wê ya cuda nabe, dê tevlî artêşa hikûmetê bibe. Hêzên ewlehiya navxweyî jî dê bibin beşek ji ewlehiya navxweyî ya dewletê. Yanî mebest ew e ku dê bibe hikûmeta dewletê, artêşa Sûriyeyê û polîsên Sûriyeyê. Dê hemû bi navekî bin, ne bi navên cuda.

Rûdaw: Baş e, dê çi postên serekî bidin HSDyê û Kurdan?

Mistefa Ebdî: Heta niha bi temamî ne diyar e ka dê çi postên serekî bidin wan. Lê Wezareta Parastinê dane wan. Firqeya 60î dane wan. Sîpan Hemo heye, ew kirin fermandarê wê. Ew firqeya 60î li Hisîçayê dimîne. Hevalekî din jî heye, Siyamend. Ew jî ji bo ewlehiya navxweyî hat diyarkirin. Ew jî bi Emîd Merwan Elî re ye. Heta niha ev tişt diyar in. Dibe ku tiştên din jî zêdetir diyar bibin. Doh êvarî li ser van mijaran rûniştibûn. Heke li ser tiştên din li hev kiribin, ez bi rastî nizanim.

Rûdaw: Îhtimal heye ku wezaretan bidin Kurdan?

Mistefa Ebdî: Berê jî wezaret dabûn Kurdan. Wezîrê Perwerdeyê Kurd e, Mihemed Tirko. Dê hikûmeta nû çêbibe. Di vê hikûmeta nû de teqez dê wezîrên Kurd dîsa hebin.

Rûdaw: Baş e, li Şamê di destûrê de qala pirsgirêka siyasî ya Kurdan çawa tê kirin? Mînak Kurd wekî milet, wekî netewe... Dê mafên wan di destûrê de çi bin?

Mistefa Ebdî: Ji destpêkê ve, dema Sûriye ji destê rejîma Beşar Esed rizgar bû, wê çaxê hin kes hatin û ji min pirsîn. Wan got, dê mafên Kurdan çawa bin? Dê rewşa Kurdan çawa be? Wê çaxê min ji wan re got, ez Serok Ehmed Şer baş nas dikim. Ew mirovek e ku ji Kurdan hez dike. Qenaeta wî ya tam heye ku mafên Kurdan heq in. Divê mafên Kurdan bidin wan. Rast e, hinekî dereng ket. Çend mehan dereng ket. Lê Serok Ehmed Şer mersûma 13an derxist. Wî mafên Kurdan tê de nivîsand. Çi ziman be, çi mafên çandî bin, çi mafên wan ên din bin, hemû dane wan. Nasnameya wan vegerand. Nasnameya wan kesên ku hatibû standin, hat vegerandin. Dê ti Kurd bê nasname nemîne. Her wiha çi mafê welatiyekî li Sûriyeyê hebe, yê Kurdan jî wisa ye. Ferq tune. Yanî min bi xwe re got, Kurd rabûn û şoreş kir. Ew tevlî dewletê bûn, tevlî hikûmetê bûn. Tiştek li ber wan tune. Werin kerem bikin, welatê we ye. Hûn jî bi me re ava bikin. Ji ber vê yekê ez dibêjim, divê Kurd gotina xwe bikin yek û bi hev re bixebitin. Divê ne perçe perçe bin. Wê çaxê dê mafên wan di destûrê de jî werin dayîn, di qanûnê de jî werin dayîn. Di postên serekî de jî, wekî te got, di meclîsa gel de jî, dê mafên Kurdan bi temamî hebin.

"Dê tîmek ji bo zimanê Kurdî û Erebî bê avakirin"

Rûdaw: Doktor Mistefa, tiştekî din gelekî girîng e. Meseleya ziman, perwerde û xwendinê. Niha tu zanî li herêmên Kurdî ev 11-12 sal in Kurd bi zimanê Kurdî dixwînin. Ev dê bidome doktor? Yanî dê li herêmên Kurdî zimanê Kurdî wekî zimanê Erebî zimanekî fermî be?

Mistefa Ebdî: Bêguman dê zimanê Kurdî zimanekî azad û serbest be. Lê di xwendinê û zanîngehan de dê çawa be, doh bi Serok Ehmed Şer re qala vê yekê hat kirin. Wan got em ê tîmekê ava bikin ji bo diyarkirina van tiştan. Ji ber ku mirovên asayî yên wekî me nizanin. Divê pispor werin. Pisporên ziman, pisporên zimanê Erebî an jî Kurdî. Ew dê bi hev re rûnin û biryarê bidin ka dê çawa be. Lê bêguman zimanê Kurdî îro serbest e. Heta li qesra serok jî bi Kurdî dixebitin û bi Kurdî silavan li hev dikin.

Rûdaw: Xweş e. Lê meseleya destûrê girîng e doktor. Yanî baş e, mînak kêfa min tê li Koşka Gel bi Kurdî biaxivin. Mînak em endamên serokatiya Sûriyeyê bi Kurdî biaxivin, em Kurd in. Lê di destûrê de doktor, dê astengî dernekevin ku zimanê Erebî fermî be û zimanê Kurdî jî li herêmên Kurdî fermî be?

Mistefa Ebdî: Ez nizanim dê heta kîjan astê zimanê Kurdî tevlî hemû karên dewletê bibe. Wekî mînak li Herêma Kurdistanê, bi du an jî sê zimanan li ser pereyan dinivîsin. Ez nikarim bibêjim dê wisa be. Lê ez dikarim bibêjim ji sedî sed dê mafên Kurdan bi cih bibin. Di destûrê de jî dê cih bigirin. Lê bi çi formê, bi çi şiklî, ev hîn ji me re ne diyar e. Lê teqez dê hebe.

Rûdaw: Tiştekî din, mînak hûn wekî Kurdên ku nêzîkî serokê Sûriyeyê ne... Hûn serbest in doktor? Hûn azad in ku wekî Kurd bixebitin?

Mistefa Ebdî: Em serbest in. Ji roja ku şoreş dest pê kiriye û em ketine qesra şoreşê, em serbest in. Hemû tiştên me serbest in. Zimanê me serbest e. Cihê me ji me re ye. Dema em li wir bûn, gelek xortên me tevlî şoreşê bûn. Wan beşdarî rizgarkirina Sûriyeyê kir. Qedr û qîmetê me heye. Cihê me di nav wan hevalên me de heye ku me bi wan re dixebitî. Piştî rizgarkirina Sûriyeyê jî, gelek xortên me di desteyên siyasî de, di leşkeriyê de û di hemû saziyên dewleta nû de hene. Di hemû deran de hene.

Heta beşeke Kurdî di ajansa SANAyê de hat vekirin ku ajanseke sereke ya Sûriyeyê ye. Di navenda Wezareta Çandê de, midûriyek ji me re çêkirin bi navê Kurdî. Em bi wezîrê çandê re rûniştin. Me jê re got em tiştekî wisa dixwazin. Wî jî got hûn çi navî dixwazin bidinê û alîkariya xwe bikin. Wan midûriya zimanê Kurdî li wir çêkir. Di pêşangeha pirtûkan a ku çêbû de, wekî te dît, guhdaneke baş ji bo pirtûkên Kurdî, zimanê Kurdî û çanda Kurdî hebû.

Rûdaw: Tiştekî din min meraq kir Doktor Mistefa. Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer çi qas dikare bi Kurdî biaxive?

Mistefa Ebdî: Ew gelekî bi Kurdî nizane lê bi Kurdî silavan dike. Silavê vedigerîne. Çend gotinan jî dibêje û fêm dike.

Rûdaw: Dixwaze fêrî Kurdî bibe?

Mistefa Ebdî: Dixwaze. Ew ji Kurdan gelekî hez dike. Dibêje Kurd zelam in. Kurd mêr in. Kurd mirovên sadiq in. Xiyanet li cem wan tune. Ew gelekî ji Kurdan hez dike.

Rûdaw: Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî? Kurdiya wî çawa ye?

Mistefa Ebdî: Wezîrê Karên Derve jî bi heman awayî ye. Ez dikarim bibêjim her du wekî hev in. Kurdiya wî jî baş e. Ew gelekî ji Kurdan hez dikin. Divê êdî Kurd jî ji wan hez bikin. Divê destê xwe bidin destê wan ji bo avakirina Sûriyeyê ji nû ve. Divê tevlî hikûmetê bibin û cihê xwe bibînin. Dê ev welat bi hebûna hemû kesên vî welatî ava bibe.

"Dê hemû girtî werin berdan"

Rûdaw: Tiştekî din ê gelekî girîng heye. Niha xelk bi rastî li benda vê pirsê ye. Çima hikûmeta Sûriyeyê heta niha hemû dîlên HSDyê, YPGyê û YPJyê yên ku li cem wan girtî ne bernedane? Te ev dosye ji nêzîk ve dîtiye.

Mistefa Ebdî: Hin ji wan dîl in, hin jî ne di şeran de hatine girtin. Ew ji ber sedemên din hatine girtin. Hikûmeta Sûriyeyê gelek kesên ku di girtîgehê de bûn, berdan. Cara dawî gelek gotegot li ser wê çêbûn. Ez jî di berdana wan de amade bûm. Nêzîkî 400 kes ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin berdan. Li hemberî vê, nêzîkî 90 kes ji aliyê HSDyê ve hatin berdan. Tevî ku xelkê gelekî got çima ew 90 in û çima hûn 400î berdidin. Lê hikûmeta Sûriyeyê ne girîng dît ku ev 90 in û ev 400 in.

Serok Ehmed Şer dibêje, divê girtîgeh spî bibin. Wekî ku bi Erebî dibêjin "tebyîd el-sicûn". Divê kes di zindanan de nemîne xeynî yê ku cezayek li ser hebe. Mînak heke yekî mirov kuştibin, heqê mirovan xwaribe û cezayek li ser hebe, ew tiştekî din e. Lê wekî din, yên ku ji ber siyasetê, an ji ber wêneyekî, an ji ber ku şer kiriye, an rojekê ketiye nav asayîşa HSDyê de hatine girtin... Ji bo van tiştan qet kes di girtîgehan de namîne. Dê hemû werin berdan. Hinek mane, ew jî dê di rojên nêzîk de werin berdan înşallah.

Rûdaw: Dê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer biçe serdana Rojavayê Kurdistanê?

Mistefa Ebdî: Çawa? Min fêm nekir.

Rûdaw: Dê biçe serdana Qamişloyê, Kobaniyê an jî Hisîçayê?

Mistefa Ebdî: Ev tiştekî normal e. Tiştekî xwezayî ye ku ew van serdanan bike. Di bîra wî de hemû tişt hene. Çawa serdana Efrînê kir, ew tiştekî gelekî xweş bû. Kêfa Kurdên me yên wê derê gelekî hat. Dilê me jî xweş bû. Me zanîbû ku dema mirov dibêje ez ji Kurdan hez dikim û ez dixwazim ji bo mafên Kurdan tiştekî bikim, dema çû Efrînê me dît ku ew gavên cidî diavêje. Ez di wê baweriyê de me, di demeke nêzîk de, nizanim... serok in, ewlehiya wan heye. Lê di demeke nêzîk de înşallah dê were Qamişloyê jî û serdana xelkê me yê li Qamişloyê û derveyî Qamişloyê bike.

Rûdaw: Doktor zor spas. Gelekî spas. Mala te ava. Tu bûyî mêvanê min. Hêvî dikim Kurd mafên xwe bistînin. Hûn jî wekî Kurdekî piştgiriya Kurdan bikin. Gelekî spas. Ez dizanim tu gelekî diwestî.

Mistefa Ebdî: Ez dixwazim di dawiyê de gotinekê bibêjim. Ez van tiştan her tim dibêjim. Îro hikûmeta me destê xwe daye me. Divê Kurd jî destê xwe bidin vê hikûmetê. Divê bi hev re bixebitin. Divê bi hev re vî welatî ava bikin. Bila li paş nemînin. Da ku pişt re li serê xwe nexin û nebêjin çima mafên me nedan me. Xwe nêzîk bike, bixebite û xwe di vî welatî de îsbat bike. Wê çaxê dê mafên te bi temamî bigihêjin te gelî Kurdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst