TAYBET - Ebû Omer Idlibî: Sîstema nenavendî kilîl e

4 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Ebû Omer Idlibî / Wêne: Arşîv
Ebû Omer Idlibî / Wêne: Arşîv
Nîşan HSD Sûriye Peymana 10ê Adarê
A+ A-

Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Omer Idlibî ji Rûdawê re ragihand ku ji bo pêkanîna Peymana 10ê Adarê sîstema nenavendî kilîl e.

Wî diyar kir ku Paymana Adarê heta niha jî derbasî qonaxa rast a bicihanînê nebûye û got ji bo peymanê nirxandinên cuda yên her du aliyan (HSD û Şam) hene.

Ebû Omer Idlibî destnîşan kir, “Nenavendîtî ji bo yekîtî û aramiya Sûriyeyê garantiyeke niştimanî ye” û got:

“Em di dan û standinên bi Şamê re, nêrîneke realîst û niştimanî esas digirin ku bêyî cudahî pişta xwe dide daxwazên hemû pêkhateyên Sûriyeyê.”

Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Omer Idlibî pirsên me bersivandin.

Rûdaw: Ji bo tevlîkirina hêzên we ya nav Artêşa Sûriyeyê çi pêngavên pratîk hatine avêtin? Gelo demeke zelal û diyarkirî heye?

Ebû Omer Idlibî: Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi cidiyet û berpirsyariyeke niştimanî nêzîkî pêvajoya dan û standinan bûn. Em pêbendî pêşkêşkirina hemû pêngavên pratîk bûn ku dikarin di çarçoveya nêrîneke Sûriyeyî ya berfireh de, zemînê ji bo bicihanîna pêvajoya tevlîbûnê xweş bikin.

Lê belê, ev nêzîkatiya erênî heta niha ji aliyê birêvebiriya Şamê ve bi pêngavên wekî wê nehatiye pêşwazîkirin. Me ev yek bi zelalî di gelek boneyan de û bi devê berpirsên dosyaya dan û standinan û fermandariya hêzên xwe aniye ziman.

Heta vê kêliyê, ti demnameya rasteqîn nîne, ji ber ku derbasbûna ji bo qonaxa bicihanînê pêwîstî bi biryareke siyasî ya cidî ya aliyê beramber heye.

Rûdaw: Hûn teqeziyê li ser pêbendbûna bi Peymana 10ê Adarê dikin, lê Şam dibêje hinek soz nehatine bicihanîn. Hûn çawa bersivê didin?

Ebû Omer Idlibî: Rastî ew e ku Peymana 10ê Adarê hîn derbasî qonaxa bicihanîna rasteqîn nebûye. Sedem ne kêmasiya di naveroka wê de ye, sedem ew rewşa derengxistin û astengkirinê ye ku di pêvajoya dan û standinan de heye.

Pêwîstiya vê rêkeftinê bi vîneke niştimanî ya jidil û nêzîkatiyeke berpirsyar heye ku li ser bingeha hevparî û temamkirinê be, ne li ser mentiqê ferzkirinê yan sepandina nêrînên yekalî.

Peymana 10ê Adarê çarçoveyeke niştimanî ya berfireh temsîl dike û her astengkirina wê, bi awayekî neyînî bandorê li paşeroja welêt bi giştî dike.

Rûdaw: Dosyayên sereke yên ku niha tên nîqaşkirin çi ne? Gelo hûn gihîştine xalên lihevkirina dawî?

Ebû Omer Idlibî: Di dan û standinên bi Şamê re, em nêrîneke realîst û niştimanî esas digirin ku pişta xwe dide daxwazên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bêyî cudahî.

Dosyayên ku tên nîqaşkirin, rêyên siyasî, leşkerî û îdarî wekî pakêteke hevgirtî li xwe digirin.

Heta niha, em hîn di qonaxa dan û standina bîr û rayan de ne, li gel hebûna hinek nîşaneyan ku mirov dikare li ser wan ava bike. Lewma em bi hişyarî geşbîn in ku di heyama bê de di bicihanîna bendên Peymana 10ê Adarê de pêşketineke berbiçav were bidestxistin.

Rûdaw: Astengiyên herî sereke yên li pêşiya dan û standinan niha çi ne?

Ebû Omer Idlibî: Astengiya sereke ne di hûrgiliyên teknîkî de ye lê di cudahiya nêrînan a li ser şêwaza bicihanîna Peymana 10ê Adarê de ye.

Em wê wekî rêkeftineke temamker û hevkariyê ya di navbera şiyan û pisporiyên siyasî, leşkerî û îdarî de dibînin lê hîn hinek hene ku wekî proseyeke kontrolkirin û helandina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê dinêrin.

Ji vir ve, mijara nenavendîbûnê wekî yek ji kilîlên sereke ji bo serxistina rêkeftinê derdikeve pêş. Nêzîkatiya necidî ya li hemberî vê mijarê li pêşiya bicihanînê astengiyeke rast çêdike lê nenavendîbûn garantiyeke niştimanî ye ji bo yekîtî û aramiya Sûriyeyê.

Rûdaw: Gelo di dema dan û standinan de ti post yan cihên fermî ji bo serkirdeyên HSD yan MSDyê di nav pêkhateya dewleta Sûriyeyê de hatine pêşniyarkirin?

Ebû Omer Idlibî: Em bi mentiqê post an pêşniyaran nêzîkî vê dosyayê nabin, ji ber ku mesele ne parvekirina desthilatdariyê û ne jî berjewendiyên şexsî ne.

Peymana 10ê Adarê li ser parvekirina berpirsyariyên niştimanî û bikaranîna pisporî û şiyanan ji bo xizmeta yekîtî û serweriya Sûriyeyê ava bûye.

Her rol an cihekî ku di vê çarçoveyê de were, erkekî niştimanî ye, ne xêra kesekî ye li ser kesekî din.

Rûdaw: Hûn çawa bersivê didin daxuyaniya Wezîrê Ragihandinê ku gotiye nenavendîbûn yan federalîzm bi dawî bûye?

Ebû Omer Idlibî: Ev daxuyaniyeke siyasî û îdeolojîk e. Belavbûna wê bi rêya ajanseke medyayî ya Tirkiyeyê, her nirxê niştimanî jê dibe.

Wezîrê navborî ji ber helwest û daxuyaniyên xwe yên neberpirsyar rûbirûyî rexneyên berfireh ên pêkhateyên cuda yên gelê Sûriyeyê dibe.

Em bawer dikin ku paşeroja Sûriyeyê ne bi rêya daxuyaniyên medyayî, bi rêya diyalogeke niştimanî ya cidî tê avakirin ku rêzê li maf û daxwazên Sûriyeyiyan bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Tirîfe Ezîz / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Tirîfe Ezîz: Divê Amerîka bi lez sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Tirîfe Ezîzê li ser mijara ku Amerîka sîstema parastina asmanî bide Herêma Kurdistanê got, 'Bi rastî pêwîstî bi lezandina şandina van çekan a ji bo Herêma Kurdistanê dike'