Cooper li ser entegrasyona HSDyê ya hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Brad Cooper / Wêne: CENTCOM
Brad Cooper / Wêne: CENTCOM
Nîşan HSD Sûriye Brad Cooper CENTCOM Peymana 10ê Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ragihand ku ew piştgiriya yekgirtina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê dikin û diyar kir ku her du aliyan di 10ê Adarê de li ser vê mijarê li hev kiriye.

Bi minasebeta salvegera rûxîna desthilata Beşar Esed a li Sûriyeyê li Enstîtuya Rojhilata Navîn (MEI) konferansek hat lidarxistin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper bi awayekî online beşdarî konferansê bû.

Brad Cooper derbarê stratejiya Amerîkayê ya li Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng dan.

Cooper diyar kir ku xebatên wan li ser 3 xetên sereke dimeşin: Têkoşîna li dijî DAIŞê, entegrasyona HSD û hikûmeta Sûriyeyê û xurtkirina hevkariya bi Şamê re.

"HSD û hikûmetê li hev kir"

Cooper eşkere kir ku dan û standinên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de berdewam in û Amerîka piştgiriyê dide vê pêvajoyê.

Fermandarê CENTCOMê stratejiya xwe wiha rêz kir:

“Yekem, em şopandina xwe ya tund a li dijî DAIŞê li Sûriyeyê didomînin.

Duyem, em piştgiriyê didin yekgirtina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a bi hikûmeta Sûriyeyê re.

Û sêyem, em dê bi hêzên Sûriyeyê re hemahengî û hevkariyê xurt bikin.”

"Zexta leşkerî ya bêrawestan berdewam dike"

Brad Cooper li ser xeta yekem a xebatên xwe ku şerê li dijî DAIŞê ye, agahî dan û got:

"Di xeta me ya yekem a hewldanê de ji bo şopandina tund a DAIŞê, zexta leşkerî ya bêrawestan berdewam dike.

Hêzên Amerîkayî, hevkarên hevpeymaniyê û hevkarên Sûriyeyê bi hev re dixebitin ji bo jiholêrakirina paşmahiyên ku li Sûriyeyê mane.

Wekî mînak, di meha çiriya pêşîn de, hêzên Amerîkayî di zêdetirî 20 operasyonên li dijî DAIŞê de şêwir, alîkarî û piştgirî dan hevkarên xwe yên Sûriyeyê ku bi vê yekê êrişên terorê kêm kirin û rê li ber belavbûna tundiyê li seranserê cîhanê girtin. Em her wiha şiyana wê ya li herêmê lawaz dikin."

Hişyariya Kampa Holê

Fermandarê Amerîkî bal kişand ser rewşa Kampa Holê û serdana xwe ya ji bo wê derê wiha veguhast:

"Ez bawer im ku girîng e em behsa kampên koçberan ên li bakurrojhilatê Sûriyeyê jî bikin.

Hema berî ku ez cara yekem li Şamê bi Serok (Ehmed) Şer re hevdîtinê bikim, min karî bi xwe serdana Kampa Holê bikim.

Ev bi rastî çaremîn serdana min a kampê bû ku nêrîna min a li ser pêwîstiya lezkirina vegerandina welatiyan xurt kir."

"Di 10ê Adarê de li hev kirin"

Cooper diyar kir ku yekbûna HSD û hikûmeta Sûriyeyê dê aramiyê bîne û wiha pê de çû:

"Yekgirtina serkeftî ya HSDyê bi hêzên hikûmeta Sûriyeyê re dê bibe sedema hawîrdoreke ewlehiyê ya aramtir û pêşbînîtir.

Di 10ê Adarê de, her du aliyan li ser konsepta yekgirtinê li hev kir.

Her ku gotûbêjên li ser yekgirtinê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de berdewam dikin, em amade ne piştgiriyê bidin û me bi awayên watedar vê yekê kiriye, tevî hefteya borî li Şamê.

Ez dizanim ku hemû alî van dan û standinan girîng dibînin. Her du alî pabend in û em dê di nav vê pêvajoyê de bimînin.

Heta îro jî, dema ku ez vê vîdyoyê tomar dikim, gotûbêjên watedar bi HSDyê re li ser yekgirtinê ji bo paşerojê berdewam dikin."

Hevkariya bi hikûmeta Sûriyeyê re

Fermandarê CENTCOMê da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê tevlî Koalîsyona Navneteweyî bûye û wan bi hev re operasyon kirine:

"Hevkariya li gel hevkarên me yên Sûriyeyî ji bo serkeftina me ya hevbeş pêwîstiyeke sereke ye.

Meha borî, wekî ku gelek ji we dizanin, hikûmeta Sûriyeyê wekî endama 90emîn tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bû.

Hevpeymaniya Navneteweyî giringiyê dide aramkirin û jinûveavakirina herêmên ku berê di bin kontrola DAIŞê de bûn.

Ji têkçûna wan a axê di sala 2019an de, tenê hefteya borî, me li gel Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê kar kir ji bo destnîşankirin û jinavbirina 15 cihên çekan ên DAIŞê li başûrê Sûriyeyê."

Cooper hûrgiliyên operasyonan wiha parve kirin:

"Di vê operasyonê de zêdetirî 130 hawan û roket, gelek sîstemên hişyarkirinê, sîstemên dijî tankan, mayin, materyalên IED û madeyên hişbir ji hole hatin rakirin.

Me heta niha gelek caran bi bikûmeta Sûriyeyê re hevkarî kiriye ji bo rûbirûbûna gefên pir taybet ên DAIŞê.

Û wekî ku we belkî vê hefteya borî dît, min bi awayekî giştî pesnê Sûriyeyê da ji ber rola hêzên wê yên ewlehiyê di têkbirina çekên ku ji bo Hizbulahê dihatin şandin."

"Derfeteke dîrokî ye"

Brad Cooper axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Em dê karên xwe yên bi hevkarên xwe yên Sûriyeyî ji bo şopandina DAIŞê, piştgirîkirina entegrasyona HSDyê û geşkirina hevkariyê berdewam bikin.

Em dê her wiha hişyar bimînin, tevî serkeftinên mezin ên ku me di têkbirina xîlafeta hovane ya DAIŞê de dîtine.

Û em dê misoger bikin ku destkeftên di bin serokatiya pêşengê min, General Eric Kurilla de hatine bidestxistin, berdewam bikin û karekî zêde li pêşiya me ye.

Ez bawer dikim ku sedemeke mezin ji bo geşbînî û hêviyê heye derbarê derfeta dîrokî ya ku Sûriyeyeke di nav aştiyê de li gel xwe û cîranên xwe dikare bibe sedema Rojhilateke Navîn a aramtir û geştir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst