Joey Hood: Hevkariya me ya bi Herêma Kurdistanê re dê hevkariyeke stratejîk be

Duh li 09:12
Diyar Kurde
Nîşan Joey Hood Amerîka Herêma Kurdistanê Îran Şer Tengava Hurmizê
A+ A-

Alîkarê Berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood ragihand ku piştî şerê li gel Îranê hevalbendiyeke "wekî NATOyê" di navbera Washington û welatên Kendavê de dê ji bo kûrkirina pêwendiyên ewlehî û aborî bibe "gava paşîn a mentiqî."

Joey Hoodê ku dîplomatekî xwedîezmûn û Balyozê berê yê Amerîkayê yê Tûnisê ye ji Rûdawê re got, “Tiştê ku ez dibînim hevalbendiyeke wekî NATOyê ya di navbera Kendavê, welatên Ereban û Amerîkayê de ye, çimkî ev di gihîştîbûna pêwendiyên me yên ewlehî û aborî de gava paşîn a mentiqî ye.”

"Rejîma Îranê ketiye nav rewşeke bipaşveçûnê"

Hood eşkere kir ku armanca îdareya Trump a "guherîna rejîmê" zêdetir li ser wê yekê disekine ku Tehranê neçarî guhertina tevgerên wê bike li şûna ku desthilatê bi awayekî kevneşopî birûxîne.

Hood bal kişand ser zextên leşkerî yên niha û destnîşan kir ku Koşka Spî hewl dide dawî li wê xeleka têkdana aramiya herêmê ya bi dehan salan bîne û tekez kir, "Eger hinek ji heman aktoran fêhm kiribin ku divê êdî taktîkên xwe biguherin... hingê ev bi xwe bi awayekî bingehîn guherîna rejîmê ye."

Hood stratejiya herêmî ya Îranê wekî "rewşa dîlgirtinê" ni nav kir ku milîsên wekîl bi kar tîne daxwazên xwe pêk bîne da ku welatên cîran di nav bêaramiyê de bimînin û nebin metirsî. Wî amaje pê kir ku ew serdema ku Îraq hewl dida hevsengiyê di navbera van aliyên hevrik de çêbike, êdî digihîje dawiyeke ku nayê domandin.

Hood got, "Li Îraqê qeyran û pirsgirêkên din hene ku divê werin çareserkirin. Divê biryarê bide bê ma ew dê bi temamî bibe hevkareke ewlehiyê ya Amerîka û welatên Kendavê an jî bibe hevkara ewlehiyê ya rejîma Tehranê. Nikare di heman demê de her du jî be."

Wî her wiha anî zimên ku piştî windahiyên taktîkî yên mezin ên li seranserê Levantê (Rojhilata Navîn), komên ku Îran piştgiriya wan dike niha "ketiye nav rewşeke bipaşveçûnê".

"Herêma Kurdistanê modelek e"

Hood tevî guherîn û aloziyên berdewam jî amaje bi Herêma Kurdistanê kir û ew wekî "modeleke xweragir ji bo Rojhilata Navîn" nîşan da.

Wî got, "Bipêşketina we û hevpeymaniyên we ji bo herêmê dibin model. Loma, eger em karibin alîkariya herêmê bikin ku bi pêş keve, ev ji bo Îraqê baş e û bi giştî ji bo Rojhilata Navîn jî baş e."

Hevpeyvîna bi Alîkarê Berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo Kar û Barên Rojhilata Navîn Joey Hood re wiha ye:

Rûdaw: Bi berçavgirtina ezmûna te ya li Bexdayê û xebatên te yên li ser kar û barên Îranê, gelo tu bawer dikî ku Operasyona Xezeba Destanî (Epic Fury) tenê bi hêza asmanî dikare bigihîje armancên xwe, an jî mantiqê vî şerî di dawiyê de pêwîstiyê bi hebûneke berdewam a bejayî dibîne da ku guherîneke watedar a rejîmê misoger bibe?

Joey Hood: Belê, bila ez pêşî silavên xwe ji temaşevanên we yên li Herêma Kurdistanê, li seranserê Îraqê û li seranserê herêmê re bişînim. Ez hêvî dikim ku her kes bihareke aram derbas bike. Ez dixwazim bibêjim ku divê em baldar bin û fêhm bikin ka Serok Trump gava ku qala guherîna rejîmê dike mebesta wî guhertina tevger û reftarên rejîmê ye.

Wekî hûn dizanin, wî qala wê yekê kiribû ku ew dixwaze di hilbijartina Rêberê Bilind ê paşîn de rolekê bilîze. Ev yek çênebû, lê di encamê de, wekî ku wî îro serê sibehê jî qala wê kir, dema wî got ku rejîm guheriye çimkî ew niha bi mirovên cuda re mijûl dibe û ew kes tiştên cuda dibêjin. Ev cureyê guherînê ye ku ew li pey e.

Çimkî eger rejîmeke we ya bi temamî cuda hebe lê heman polîtîkayên berfirehxwez û şoreşgerî bişopîne û gefê li cîranên xwe bixwe, di nav de Îraq jî, wê demê ev yek dê negihîşta ti armancekê. Lê eger hinek ji heman aktorên niha fêhm kiribin ku dema ew bi herêmê, Amerîkayê û cîhanê re dan û standinê dikin divê taktîkên xwe biguherin, wê demê ev bi xwe di bingeh de guherîna rejîmê ye.

Rûdaw: Eger ez ne şaş bim, te berê Herêma Kurdistanê wekî "modelek" ji bo Rojhilata Navîn pênase kiribû, lê cihên wekî Hewlêrê û hevbeşên Amerîkayê yên li Kendavê rastî tolhildanên giran ên Îranê hatin. Piştî bidawîbûna şer, tu pêşbînî dikî ku Washington baldariya xwe ya stratejîk li ser Kurdistanê û herêmê zêdetir bike, yan jî dê pêşaniyên Amerîkayê ber bi cihên din ve biçin û pabendbûna xwe ya ewlehiyê kêm bike?

Joey Hood: Na, ez bawer dikim ku Amerîka û hevbeşên wê yên li herêmê, di nav de Herêma Kurdistanê, Îraq û Kendavê dê hevbeşiyên xwe xurttir bikin. Çimkî me encamên tiştên ku me karîbû bikin dîtine, bi taybetî li gel Erebên Kendavê ji sala 1945an ve, dema ku Qral Ebdulezîz Bin Siûd û Serok Roosevelt cara yekem li ser keştiya Amerîkî Quincy civiya bûn.

Wê demê wan biryar da ku hevkariyeke ewlehiyê ava bikin ku zêdetirî 80 sal in didome. Wê hevkariyê ewlehî û aramî ji bo bipêşketina aborî dabîn kir ku mînaka wê berê nehatibû dîtin. Û ez bawer dikim ku tu dikarî heman tiştî ji bo Herêma Kurdistanê jî bibêjî.

Tevî ku jiyan ne kamil e jî, we aramî dît, we bipêşketina aborî dît, we tiştên ku beriya 40 sal, 50 sal, 60 salan ne mimkin bûn dît. Çima? Ji ber wê hevkariya bihêz a di navbera Amerîkayê, hikûmeta we ya herêmî û hikûmeta Bexdayê de. Loma ez bawer dikim ku ev hikûmet dê li rêyan bigerin da ku hevkariyên xwe yên ewlehî û aborî di asteke nû de hîn gihîştîtir bikin.

Rûdaw: Gelo tu pêşbînî dikî ku piştî şer, pergaleke nû ya ewlehiya herêmî an sîstemeke hevalbendiyê ya ku bi Amerîkayê re hevaheng e derkeve holê?

Joey Hood: Belê, tiştê ku ez qala wê dikim û tiştê ku ez dibînim, hevalbendiyeke wekî NATOyê di navbera Kendavê, welatên Ereban û Amerîkayê de ye, çimkî di gihîştîbûna pêwendiyên me yên ewlehî û aborî de ev gava paşîn a mentiqî ye. Û ti sedem nîne ku ev yek pêk neyê. Ev welat ne wekî sala 1945an in, loma nabe ku em pişta xwe bidin heman pergala ku me di wê demê de ava kiribû.

Niha, eger hevalbendiyeke wekî NATOyê hebe ku hinek ji wan welatan di ast û demên cuda de daxwaza wê dikirin, eger niha ev hevalbendî ji bo tevahiya Encumena Hevkariya Kendavê (GCC) bi Amerîkayê re derbasdar be, wê demê her êrişek li ser endamekî dê wekî êrişeke li ser hemûyan bê dîtin û dê bersiva hemûyan bi xwe re bîne.

Belê, wê demê ev yek dê bi rastî jî ne mimkin be. Ji bo rejîmeke wekî ya Tehranê an jî di rojên xerab ên berê yên serdema Saddam Husên de, ev dê bibe xwekuştin. Eger serkirdeyekî wisa vegere, hewldana êrişkirina ser her welatê GCCyê dê ji bo wan bi temamî xwekujî be. Bê guman ev yek dê di destpêkê de Îraqê li xwe negire, çimkî li Îraqê qeyran û pirsgirêkên din hene ku divê werin çareserkirin.

Divê Îraq biryarê bide bê ma dê bi temamî bibe hevkareke ewlehiyê ya Amerîkayê û welatên Kendavê, an jî dê bibe hevkara ewlehiyê ya rejîma Tehranê. Nikare di heman demê de her du jî be, lê bi salan e hewl dide her du jî be.

Rûdaw: Dema ku em qala Îraqê dikin, em dizanin ku hikûmetek heye, lê di heman demê de, li pişt perdeyê hinek kesên desthilatdar hene û ew tiştê ku dixwazin dikin. Heta komên wan ên milîs ên ku xwedî hêzeke mezin in jî hene. Ew di nav kar û barên bazirganî û aboriyê de ne û hwd. Li gorî nêrîna te û di wan salên ku te li Îraqê û li Wezareta Karên Derve kar dikir de, kî li Bexdayê birêvebiriyê dike? Ma Îraqî ne? An jî hinek kesên din hene ku ji aliyê welatên derve ve piştgiriya wan tê kirin?

Joey Hood: Ez bawer dikim ku ew têkeliyek e. Ez dibînim ku hinek Îraqî hene ji bo baştirkirina rewşa Îraqê dixebitin, û hinek Îraqî jî hene ku ji bo berjewendiya rejîma Tehranê û ji bo wê îdeolojiya berfirehxweziyê ya ku ji sala 1979an ve heye dixebitin, ku ev îdeolojî bûye sedema têkdana aramiya welatên wekî Libnan, Sûriye, Îraq û Yemenê.

Wan hewl da vê yekê li cihên din jî bikin, belkî bi serkeftineke kêmtir ji wan welatan. Lê belê, wekî te jî anî zimên, ramana li vir ew e ku komên çekdar ên wekî milîsan hebin ku di heman demê de partiyên siyasî ne, şirketên aborî ne û bi giştî li seranserê welêt wekî mafya tevdigerin. Bi vî awayî ew nahêlin ku welat bi têra xwe bihêz bibe û ew qas aram bibe ku ji bo Îranê wekî metirsiyekê bê dîtin.

Ev stratejiya parastinê ya Îranê ye. Dibe ku ev yek ji nêrîna Tehranê ve têgihîştî be, lê ji nêrîna her welatparêzê li wan welatan, an jî ji nêrîna Amerîkayê ku dixwaze bi wan welatan re bibe hevbeş, ev yek bi temamî nayê qebûlkirin.

Rûdaw: Nexwe, pirs ev e, kî serdest e? Komên ku Îran piştgiriya wan dike an hikûmeta Îraqê ye?

Joey Hood: Belê, ez dibînim ku bi rastî jî eşkere ye ku komên ku Îran piştgiriya wan dike niha di bipaşveçûnê de ne. Ji ber vê yekê ye ku Hesen Nasralah êdî tune. Ji ber vê yekê ye ku Hûsî, tevî ku qala wê dikin jî, heta niha xwe ji şer dûr girtine. Ji ber vê yekê ye ku hûn dibînin li Îraqê êriş li ser cih û kesên ku dilsozê Tehranê ne pêk tên.

Beriya bi salan min gelek caran ji kesên wekî Falih Feyad re gotibû ku rojekê dê ev roj bê, ku ev kom dê hinekî zêde bi pêş ve biçin û Amerîka û hevalbendên wê di dawiyê de neçar bimînin ku bersivê bidin. Lê mixabin guh nedan wê şîretê. Wê demê xelkê ji min re digot, em li Îraqê şerekî navxweyî naxwazin.

Helbet li ti derê ti kes şerekî navxweyî naxwaze. Lê di heman demê de, ma hûn amade ne ku dest ji ewlehî û berjewendiyên aborî yên gelê xwe berdin tenê ji bo ku aştiyeke civakî hebe? Ez nabînim ku ev yek di demdirêjiyê de veberhênaneke baş be.

Rûdaw: Me qala wê yekê kir ka Herêma Kurdistanê çawa rastî êrişan hat, heta ji aliyê Îran û komên milîs ên Îraqê ve jî. Washington çawa li vê yekê dinêre? Rêberiya Kurd diyar kir ku ew ne beşek ji şer in û bêalî dimînin, lê di heman demê de em dibînin ku êriş ne tenê li ser baregeh an navendên Amerîkayê, lê li ser cihên sivîl ên Herêma Kurdistanê jî pêk tên. Pêşî, çima ew êrişî Herêma Kurdistanê dikin? Ya duyem, Washington vê yekê çawa dinirxîne?

Joey Hood: Ew derbirîna bêaliyê gelekî biaqilane bû, çimkî bi eşkere nîşanî cîhanê dide ku ev rejîma Îranê çi qasî xapînok e. Ew êrişî Herêma Kurdistanê dikin, ne ji ber ku Herêm di pevçûnê de rolekê dilîze, ne ji ber ku ew ji bo rejîmê gefeke rasterast in, lê ji ber ku ew bi Amerîkayê re hevbeşên nêzîk bûne.

Ew nikarin xwe biparêzin, dibe ku ne bi qasî hinek welatên mezin ên li başûr bin. Loma rejîma Tehranê vê yekê wekî derfet dibîne û li Herêma Kurdistanê dixe. Washington jî vê yekê wekî xwe dibîne, ango armanckirina kesên herî bêparastin bêyî ti sedemeke stratejîk. Çimkî eger rejîma Tehranê karîbûya aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe, gelo ev dê çi ji wan re baniya?

Bi temamî tiştek nedihat, ji xeynî pirsgirêkên zêdetir ên li ser sînorên wan. Loma ew vê yekê dikin da ku peyamekê bidin we û me, ku ew dê nehêlin ti kes di aramiyê de bijî heta ku ew dostên Amerîkayê bin û ew tiştê ku Îran dixwaze nekin. Ev rewşeke dîlgirtinê ye, û Herêma Kurdistanê li ber xwe dide û em jî ji ber vê yekê pesnê wan didin.

Rûdaw: Birêz Balyoz, di van salan de tu bi serkirdayetiya Kurd re di nav têkiliyan de bûyî, nexwe di jîngeha piştî şer de, divê Amerîka çawa nêzîkî Kurdan bibe? Ma wekî hevkarekî taktîkî nêzîk bibe û wan ji bo tevgerên nihênî bi kar bîne, an divê Amerîka piştî şer Kurdan wekî stûneke navendî ya pergala ewlehiya nû ya herêmê bibîne?

Joey Hood: Divê bibe hevbeşiyeke stratejîk û ez bawer dikim ku dê wisa be. Ez dixwazim tevlî wan dengên pir zêde yên li cîhanê bibim ku êrişa li ser rûştingeha Serok Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar dikin. Ev bi temamî bêbingeh bû. Ji ti aliyê stratejîk ve wateya wê nîne, û tenê ji bo çavtirsandinê ye.

Ez kêfxweş im ku ti kes vê yekê qebûl nake, xeynî Çarçoveya Hevahengiyê (ku ev jî ne cihê şaşmayînê ye). Min daxuyaniyek ji wan dît, ku tê de wisa nîşan didan ku ew hêzên derve bi vê êrişê tawanbar dikin, wekî ku Amerîka yan jî welatekî din biryara vê bombebaranê dabe û piştre jî tawan xistibe stûyê Îraniyan. Ev gelekî pêkenok e û li dijî hemû wan belge û sedan dron û mûşekan e ku Îraniyan tenê di çend hefteyên borî de avêtine Herêma Kurdistanê.

Loma bi bextewerî, kes ji vê yekê bawer nake. Lê ez difikirim ku her kesê li Washingtonê, çi Komarî be, çi Demokrat, çi Serbxwe be, baweriyê bi hevkariyeke bihêz a bi Herêma Kurdistanê re tîne. Çimkî wekî ku min berê jî got, bipêşketin û hevkariyên we ji bo herêmê dibin modelek. Loma, eger em karibin alîkariya Herêmê bikin ku bi pêş keve, ev ji bo Îraqê baş e, û bi giştî ji bo Rojhilata Navîn jî baş e.

Rûdaw: Em dibînin ku Îsraîl û Amerîka bi awayekî bibiryar li dijî Îranê tevdigerin, lê di heman demê de ew vê yekê bêyî razîbûna hevalbendên xwe yên Ewropî û heta NATOyê jî dikin. Tu vê yekê çawa dinirxînî? Tu difikirî ku piştî şer xelas bibe, Amerîka dê li ser hevkariyeke ewlehiya nû ya ku Rojhilata Navîn li navenda wê be bifikire, an jî ew dê hevkariya xwe ya bi Ewropiyan re di ber çavan re derbas bikin?

Joey Hood: Na, ev yek ji wan sedeman e ku min qala hevalbendiyeke nû ya leşkerî ya stratejîk di navbera Amerîka û welatên GCCyê de kir. Çimkî ez bawer dikim xelk niha fêhm dike ku dema wê hatiye ku ne tenê NATO ji bo çareserkirina pirsgirêkên parzemîna Ewropayê hebe, lê pêwîstî bi hevalbendiyeke bi vî rengî li Rojhilata Navîn jî heye da ku rûbirûyî hemû metirsiyan bibe.

Di heman demê de divê ew ji hemû derfetan sûdê wergire û ewlehî û parastinê ji bo bipêşketinê dabîn bike, bêyî ku rastî gefên rejîmên şoreşger an tundrew ên wekî ya Tehranê, an ya li Bexdayê ya salên beriya 2003yan, an ya li Sûriyeyê û hwd were.

Loma ez bawer dikim îhtîmaleke mezin heye ku em ji vî serokî, ku wekî hûn dizanin hez dike tiştan bi awayekî pir cuda û mayînde bike, bibînin ku hevalbendiyeke leşkerî ya stratejîk di navbera welatên GCC û Amerîkayê de were avakirin, û ev yek dê sûdê bide Îraqê, û dê sûdê bide Herêma Kurdistanê jî.

Rûdaw: Li gorî dîtina te, Rûsya û Çîn li pişt perdeyê çi rolan di vê pevçûnê de dilîzin? Gelo ew rolekê dilîzin? Û tu vê yekê çawa dibînî?

Joey Hood: Belê, me hemûyan nûçeyên derbarê hevahengî û hevkariya Rûsya û Îranê de li ser teknolojiya dronan dîtin. Niha, mixabin, hûn li Herêma Kurdistanê bûne qurbaniyên gelek ji wan dronên Şahid. Bi vê yekê hûn dikarin bibînin ku hevbeşiya bi Rûsyayê re çi bi serê welatekî tîne. Ne tiştekî baş e.

Ji ber vê yekê ye ku ti dostên Rûsyayê nînin ku aboriya wan baş be, ji aliyê siyasî ve baş bin û li seranserê cîhanê xwedî gelek dost û hevalbendan bin. Loma ez bawer nakim ku ev bibe rêya paşerojê. Ez bawer nakim ku ji nişka ve Rûsya an Çîn derbasî Kendavê bibin û bibêjin, 'Hûn dizanin, ez hevbeşê nû yê her kesî me. Her kes ji min bawer dike. Em dikarin vê yekê bi hev re bikin.' Ez bawer nakim ku ti kes bi vê yekê bixape.

Rûdaw: Gelo ev tiştek e ku Washington dixe nava hesabên xwe dema ku li ser paşeroja wê herêmê difikire?

Joey Hood: Helbet divê em her tim li ser metirsiyên stratejîk bifikirin. Wekî hûn dizanin, şêwaza ku Pekîn niha pê tevdigere ne wisa ye ku hewl bide di van hevkariyan de ji aliyê leşkerî ve bi me re bikeve pêşbaziyê, lê ew hewl didin bi rêyên cuda derbas bibin, wekî teknolojî, girêbestên bazirganî, û peymanên petrolê û hwd.

Dîsa jî, ez bi tenê difikirim ku divê her hikûmetek, her dengderekî takekesî di bîra xwe de bigire bê kîjan welat, kîjan hikûmet bi wan re bûye da ku alîkariya wan bike, wan bi pêş bixe, aboriya wan bi pêş bixe, hem di demên dijwar de û hem jî di demên baş de. Ew jî Amerîka ye. Ew ne Çîn e, û ne Rûsya ye.

Rûdaw: Te li ser Rojhilata Navîn kar kiriye û tu gelekî baş dizanî ku kar û bar li Rojhilata Navîn çawa bi rê ve diçin. Nexwe, tu hesaban li vir çawa dibînî dema ku mijar dibe şerê Îranê, û eger ez vê yekê zêde bikim, gelo rîskeke mezin a şaşhesabkirinê li vir heye? Ma tu vê yekê dibînî? Ma te ti şaşhesabkirin dît? Ew çi ye?

Joey Hood: Na, teqez. Ez dibînim ku potansiyeleke wisa heye. Di rastiyê de, wekî ku te di destpêkê de anî zimên, min bi dehan salan li ser Îranê û welatên derdora Îranê kar kiriye, loma em wekî dîplomat her tim tevlî plansaziyê bi hevkarên xwe yên leşkerî re li ser senaryoyên cuda yên îhtîmalî bûne. Û eger te du an sê meh berê ez derxistibama vê bernameyê, min dê pêşbînî bikira ku di dawiyê de dê şerekî li gel Îranê hebe, lê ne ji ber ku me ew dest pê kir, lê ji ber ku wan xeteke sor derbas kir û şaşhesabkirin kir.

Ez bawer dikim ku wan di sala 2019an de jî hema wisa dikir, dema ku Amerîkayê biryar da Qasim Silêmanî ji holê rake. Û ez difikirim di dîrokê de demên cuda çêbûne ku hema hema wisa dibû. Hûn tê bîra we ku di sala 2011an de planek hebû ji bo kuştina balyozê Siûdiyê li vir li Washingtonê. Wan ne tenê plan dikir ku wî bikujin, wan plan dikir ku bi dehan kesên di nav xwaringehekê de jî bikujin. Eger wan ev yek kiriba? Ez bawer dikim ku dibe ku ew yek rast ji wir bûbûya destpêka şer.

Loma, belê, ez bawer dikim ku ev rejîm xwedî dîrokeke şaşhesabkirinê ye. Bi rastî, heta niha ew bextewar bûn. Dema destpêka vê hemûyê bifikirin. Sala 1979-1980yan wan dest danî ser balyozxaneya me. Wan dîplomatên me 444 rojan dîl girtin. Ev bi serê xwe karîbû bibe sedema şer (casus belli). Loma ez bawer dikim ku ev şer dê bi awayekî pêk bihata, û Serok Trump biryar da ku ew dê li benda wê şaşhesabkirinê nemîne. Ew dê niha bi mercên xwe vê yekê bike, di demekê de ku rejîm û wekîlên wê belkî di rewşeke ji bi dehan salan qelstir de ne, belkî ji dawiya şerê li gel Îraqê ve.

Rûdaw: Gelo tu bawer dikî ku Koşka Spî û Wezareta Karên Derve hesabê rast kir ku vê yekê niha bikin?

Joey Hood: Belê, ez bawer dikim ku Serok Trump ev hesab kir. Bila em di vê yekê de zelal bin.

Rûdaw: Ma wî bi tenê ev kir?

Joey Hood: Belê, ez bawer nakim ku ew analîz an şîret an pêşniyarên zêde ji burokrasiyê werdigire. Bê guman, ew guh dide Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, bê guman guh dide General Dan Caine, Serokê Desteya Sererkanan, wekî Wezîrê Şer, Pete Hegseth û çend kesên din jî. Lê ev hikûmet wisa kar nake. Ev îdare ne bi wî awayî kar dike ku bi gelemperî di îdareyan de tê kirin. Loma, çi ji bo başiyê be, çi ji bo xerabiyê be, serok bi xwe xwediyê vê biryarê ye.

Rûdaw: Çi dê Serok Trump bîne wê astê an jî çi merc pêwîst in da ku Serok Trump serkeftina dawî rabigihîne û dawî li vî şerî bîne?

Joey Hood: Bê guman, vekirina Tengava Hurmizê bi awayekî ku rê bide çûn û hatina petrolê. Ev tê wê wateyê ku pêwîst e şirketên bîmeyê werin îqnakirin ku êdî ewle ye. Ne tenê ewlekirina wê, lê îqnakirina wan ku ewle ye, çimkî eger keştiyek bi temamî di nav ewlehiyê de derbas bibe jî, lê şirketên bîmeyê jê bawer nekin, ew dê keştiyan bîme nekin û keştî jî naçin.

Ev tiştek e ku divê temaşevan bi rastî fêhm bikin, çimkî dibe ku demek bê ku Tengav ji aliyê leşkerî ve were ewlekirin, lê dîsa jî keştî neçin, û sedema vê yekê beşa duyem a bi şirketên bîmeyê ye. Niha dibe ku hikûmeta Amerîkayê jî bikaribe alîkariyê bike bi peydakirina hinek ji wan bîmeyan bi xwe, an jî bîmeya rîska siyasî, lê em dê bibînin ka ev yek pêk tê an na.

Ez difikirim ku Serok, wekî ku wî îro û gelek carên din jî qala wê yekê kiriye, li benda guhertinekê ye di tevgera rejîmê de. Û em hinek ji van yekeyan ji raportên wan 15 xalan dizanin, ku dibe rast bin an jî na. Ew tenê raportên medyayê ne, lê em teqez dizanin ku bi dehan salan e em hewl didin rê li ber vê rejîmê bigirin da ku aramiya welatên herêmê têk nede, di nav de û bi taybetî Îraq, lê her wiha Libnan, Sûriye û Yemen jî.

Divê ev yek raweste; divê gefên wan ên bi mûşek û dronan rawestin. Û ez bawer dikim ku divê di derbarê bikaranîna wan a teknolojiya nukleerî de hinek dilniyayî hebe. Ev hemû ew tişt in ku divê bi awayekî werin çareserkirin. Niha hem Washington û hem jî Îran dixuye ku daxwazên xwe yên herî mezin derdixin pêş, lê dema tu vê yekê ji bo Amerîkayê kurt bikî, divê li ser van hersê xalan be: wekîlên li herêmê, mûşek û dron, û bernameya nukleerî.

Rûdaw: Nexwe ez dê vegerim pirsa xwe ya destpêkê, gelo ew dikarin vê yekê bi dest bixin bêyî ku leşkerên bejayî bişînin, an bi rêya dan û standinan, wekî vebijêrkeke din a ku di destê Serok Trump de ye da ku vê yekê pêk bîne?

Joey Hood: Rast e, yek tiştê ku derbarê Serok Trump de cuda ye ev e ku... Bê guman gelek tişt hene ku cuda ne. Xelk gelek dem derbas dikin û qala vê yekê dikin, lê yek tiştê ku em têra xwe qala wî nakin ew e ku ew amade ye di her demê de bi her kesî re biaxive. Di heman demê de serokên berê digotin, 'Belê, pêwîstiya me bi proseyekê heye. Pêwîst e ew heq bikin ku bi min re biaxivin, pêwîst e em li benda dema rast bimînin.'

Serok Trump dibêje, 'Ka em vê bikin.' Û ev tiştê ku ew dibêje niha dike, dibe ku bi rêya navbeynkarên wekî Pakistan û yên din be, wekî ku me berê jî dîtibû ku Amerîka û Îran kêm caran rasterast bi hev re diaxivin. Loma ev beş asayî ye.

Rûdaw: Kîjan rê baştir e?

Joey Hood: Mebesta te rasterast an bi rêya navbeynkaran e?

Rûdaw: Polîtîkaya Serok Trump an polîtîkaya serokên din?

Joey Hood: Na, ez dê bibêjim. Ez difikirim şîreta min her tim ev e ku...

Rûdaw: Ez dixwazim vê yekê bibêjim, tê bîra min Wezîr Rubio gotibû ku bi îdareyên din re ji bo hinek rewşên bi vî rengî, pêwîstiya we bi mehan nîqaş, bazar û civînên nav-dezgehî hebû da ku hûn biryarekê bidin, lê bi vî Serokî re, hûn dikarin di saetek an du saetan de biryarê bidin, wisa ye?

Joey Hood: Û ev tê wê wateyê ku wê demê ew bi tenê serê xwe dibe xwediyê biryarê, çi baş biçe çi neçe. Loma ev rîskeke siyasî ye, lê ya ku ew gelek caran amade bûye wê bigire ser xwe ye. Ez bawer dikim girîng e ku serokek hebe ku amade be dev ji dema amadekariyê û pêşmercan berde da ku bikaribe bi dijminekî re biaxive. Bi rastî cewherê dîplomasiyê ev e.

Niha gelo ev dê bi ser bikeve yan na... Mebesta min ew e ku me dît amadebûn heye ku dest bi dan û standinan bikin û wan bi rê ve bibin. Lê ka ev dê bi ser bikeve yan na, bêyî zexteke zêdetir a wekî bikaranîna hêzên bejayî li nav Îranê, dê bi demê re diyar bibe.

Lê ez bawer dikim ku Serok xwedî dîrokek e ku li xalên zextê digere li cihên ku karibe bikar bîne, û dibe ku wî heta niha biryar nedabe bê ma ew dê bi rastî hêzên bejayî bi kar bîne yan na, lê ew dixwaze vebijêrkên wî li herêmê amade bin, û bi vê yekê peyamekê dide rejîmê: 'Zêdebarî lêdana hinek ji wan armancên stratejîk ên ku wî qala wan kiriye, ev rewş dikare gelek, gelek xerabtir bibe.'

Rûdaw: Me ji Îranê bihîst ku ew ji bo her peymaneke paşerojê ya li gel vê îdareyê daxwaza vekişîna Amerîkayê dikin. Nexwe, bi dîtina te, ji ber wê pabendbûna Washingtonê ya demdirêj a bi ewlehiya herêmî û hevkariya wan a ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn ve, divê Washington çawa nêzîkî wan daxwazan bibe?

Joey Hood: Bila guh nedinê. Tenê divê ew guh nedinê, çimkî ev gelekî pêkenok e. Ev Îran e, ev hikûmeta Îranê ye ku armanca xwe ya demdirêj eşkere dike ku ew jî serdestiya herêmî ye. Loma dibêjin 'eger hûn Amerîka tenê ji vir biçin, belê, êdî em dê pêwîstiyê bi wekîlan nebînin. Dibe ku em êdî pêwîstiyê bi van hemû mûşekan û ev tiştên din jî nebînin, çimkî dê qad bi temamî ji me re bimîne.' Ev yek dê pêk neyê, û ti hevbeşên me yên li herêmê jî naxwazin ku ev yek pêk bê.

Loma divê bi wî awayî guh nedin vê yekê. Lê eger ez vegerim ser tiştê ku min berê li ser hevalbendiyeke leşkerî ya stratejîk gotibû, ez bi rastî bawer dikim ku ev dikare ji bo rejîmeke rasyonel a li Tehranê pir aramker be, çimkî ev aramiyê garantî dike. Mîna ku me di navbera Yekîtiya Sovyeta berê û Ewropaya Rojava de dîtibû, ti şer tunebû. Û ez difikirim ku bi piranî sedema vê ew bû ku Yekîtiya Sovyetê dizanîbû ku êrişa li ser yekî tê wateya êriş û bersivê ji hemûyan, û wan nikarîbû li ber xwe bidin.

Rûdaw: Nexwe, ji niha û pê ve rêya rast a ku divê were şopandin çi ye? Rejîmê qels bikin û dev jê berdin heta ku tiştê wan di dema borî de heye dîsa bi dest bixin, an jî vî karî temam bikin?

Joey Hood: Belê, ez bawer dikim ku gelek raport hene derbarê wê yekê de ku hikûmetên Erebên Kendavê bi dizî Washingtonê teşwîq dikin ku vî karî temam bike. Çimkî ji Tehrana çend meh berê xetertir, Tehraneke qelsbûyî ye lê hêrsbûyî ye û li tola xwe digere. Û wekî ku em ji dîroka wan a 40 salên borî dizanin, ew dikarin bisebir bin.

Ew planên xwe dikin, li benda dema rast disekinin û paşê lê didin. Loma divê Washington û hemû hevbeşên me piştrast bin ku ev yek mimkin nabe. Ji ber vê yekê ez difikirim ku divê rejîm fêhm bike ku em dikarin her dem vegerein nav rewşê, ew jî bi alîkarî û piştgiriya hevbeşên me.

Loma ew dê wê garantiya ewlehiyê ya ku dibêjin ew dixwazin ji me wernagirin, lê dibe ku ew karibin têgihîştinekê bi dest bixin ku ev hevalbendiya leşkerî dê ew qasî bihêz û ew qasî aram be ku eger hûn êrişî wê bikin, dê deh qatan ji ya ku niha hate serê we ji bo we xerabtir bibe, loma êriş nekin. Û eger hûn êriş nekin, wê demê hûn dê jî rastî êrişê neyên. Ev dikare serketî be.

Rûdaw: Û ev pirsa min a dawî ye. Gelo gava tu li ser temamkirina vî karî difikirî, ma ew dê çi qas dem bigire, û ma ew dikarin vê yekê bêyî şandina hêzên bejayî bikin? Ma ev pêkan e?

Joey Hood: Her tişt mimkin e. Mebesta min ew e, dibe ku aktorên rejîmê hebin ku bibêjin 'Binêre, ez tenê naxwazim ev ji vê zêdetir berdewam bike. Ez naxwazim destwerdana hêzên bejayî bibînim. Ez naxwazim wê gurbûn û wê nediyarîbûna ku ew bi xwe re tîne bibînim. Loma, ka em bi ciddî biaxivin.' Niha, li gorî Serok Trump, wekî ku îro danê sibehê jî diyar kir, ew peyamên ciddî werdigire û wan bi ciddî digire, dibe ku bi rêya navbeynkaran be.

Loma belê, ez bawer dikim ku bi temamî mimkin e ku hinek lihevkirin hebin ku herî kêm rewşê aram bikin, sar bikin. Da ku hûn dronan nebînin, hûn mûşekan nebînin, hûn gefên li ser Tengavê nebînin. Ev nayê wê wateyê ku ji nişka ve rejîmeke bi temamî nû li Tehranê heye, lê herî kêm serdemek ji bo sarkirinê, nirxandinê û axaftina derbarê wê yekê ku peymaneke demdirêjtir ligel Îranê û li seranserê herêmê dê çawa be peyda dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst