Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Îraq û Îranê Victoria Taylorê got, "Li Washingtonê û di nav her du partiyan de piştgiriyeke xurt ji bo Herêma Kurdistanê heye."
Victoria Taylorê ji Rûdawê re qala mijarên wekî avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên di navbera welatê wê û Îraqê de û hevbeşiyên ewlehî û aborî kir û got, "Kurdistan û serkirdeyên wê ji bo Amerîkayê hevbeşên girîng in.”
Taylorê derbarê neavakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, "Neavakirina hikûmetê li Kurdistanê cihê dilgiraniyê ye" û biland:
"Pêwîst e hikûmetek bê avakirin ku girîngiyê bide pêwendiyên li gel Amerîkayê.”
Victoria Taylorê anî ziman ku pêwendiyên Amerîka û Îraqê di "qonaxeke hestiyar de" ne û "bidawîhatina Operasyona 'Vîna Hesinî' hem astengî ye û hem jî derfet e."
Wê derbarê pêwendiyên aborî û bazirganî jî got, "Derfetek ji bo bihêzkirina hevbeşiya aborî ya di navbera Amerîka û Îraqê de heye" û "Hevbeşiya bazirganî ji bo îdareya Trump xaleke girîng e."
Mijareke din a hevpeyvînê pirsgirêka ewlehiyê ya di navbera Amerîka û Îraqê de bû.
Wê diyar kir ku "Diyaloga leşkerî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de çarenivîsî ye.”
Taylorê nêrîna welatê xwe ya li hemberî Heşdî Şebiyê neveşart û ragihand:
"Derbarê cewhera hêzên Heşdî Şebiyê Dilgiraniyeke mezin heye. Milîsên terorîst ên di nav Heşdî Şebiyê de gef in."
Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Îraq û Îranê Victoria Taylorê bersiv da pirsên Rûdawê:
Rûdaw: Îro mêhvana me Victoria Taylor e. Em gelekî kêfxweş in ku te li Rûdawê dikin mêhvan.
Victoria Taylor: Spas Diyar. Ez gelekî kêfxweş im ku li vir im.
Rûdaw: Baş e, em bi vê pirsê dest pê bikin. Dema mirov li rewşa niha ya pêwendiyên Amerîka û Îraqê dinêre, astengiya herî mezin ji bo her du welatan çi ye, bi taybetî bi hebûna Serok Trump li Koşka Spî?
Victoria Taylor: Ez dikarim bibêjim ku ev demeke hestiyar e di van pêwendiyan de, bi taybetî di meha Îlonê de ku em dizanin guherîneke mezin li pêşiya me ye, ew jî bidawîhatina Operasyona "Vîna Hesinî" û hebûna leşkerî li Îraqê ye.
Bi dîtina min ev hem astengî ye û hem jî derfet e. Bê guman, pêwendiyên di navbera Amerîka û Îraqê de di 20 salên borî de li ser bingeha hebûna leşkerî ya Amerîkayê hatine şekildan. Ez di wê baweriyê de me ku pêwîst e em cidî bifikirin ka em dê çawa van pêwendiyan ji hevbeşiyeke li ser bingeha ewlehiyê, veguherînin hevbeşiyeke berfirehtir. Bi dîtina min, bi îdareya Trump re, wekî ku em dibînin ew li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê girîngiyê didin çi, ew gelekî giringiyê didin hevbeşiyên bazirganî. Ji ber vê yekê, ji vî alî ve derfetek ji bo hikûmeta Îraqê heye, çi li Bexdayê û çi li Hewlêrê, ku rêyan bibînin ji bo bihêzkirina hevbeşiya aborî ya di navbera her du welatên me de. Ez bawer im ev yek ji astengî û derfetên niha herî mezin ên di pêwendiyên dualî de ye.
Rûdaw: We behsa rêkeftina ewlehiyê kir ku Îraqî û Amerîkî niha li ser gotûbêjan dikin. Bi rastî, di dema îdareya berê de dema hûn di postê xwe de bûn, dest bi van gotûbêjan kiribûn lê min ti rêkeftineke berbiçav di navbera her du welatan de derbarê paşeroja rêkeftina ewlehiyê nedîtiye, her ku em nêzîkî 25ê Îlonê dibin ku dema wê erka hêzên hevpeymanan diguhere. Çima me ti rêkeftin di navbera van her du welatan de nedîtiye? Gelo divê em di demeke nêzîk de li benda ti rêkeftinê bin?
Victoria Taylor: Ez nizanim gelo em dê ji bo vê veguherînê daxuyaniyeke mezin an jî pêşandaneke giştî bibînin an na. Bê guman, di dawiya îlona sala borî de daxuyaniyeke giştî hebû ku amaje bi xişteya demî ya bidawîhatina erka Operasyona "Vîna Hesinî" li Îraqê dikir û pişt re jî bidawîhatina operasyonên piştgiriyê li Hewlêrê di Îlona 2026an de.
Bi dîtina min, hîn gelek tişt hene ku divê bên pênasekirin derbarê paşeroja hevbeşiya ewlehiyê û ka dê hêmanên wê hevbeşiyê çawa bin. Ez bawer im ev dê bibe gotûbêjeke çarenivîsî di navbera her du hikûmetan de û bê guman, dê cihê bala her du gelên Amerîkî û Îraqî jî be. Ji ber vê yekê, ez hêvîdar im ku di mehên pêş de têgihiştineke me ya zêdetir çêbibe derbarê ku ev îdare çawa li paşeroja wê hevbeşiyê dinêre.
Rûdaw: Baş e, ev îdare çawa li wê hevbeşiyê dinêre? Min ji çavkaniyên xwe bihîstiye ku Wezîrê Karên Derve yê Îraqê ji meha gulanê ve daxwaza hevdîtinekê bi Wezîr Rubio re kiriye û ew daxwaz hîn li ser maseyê ye lê Washingtonê bersiv nedaye. Wan dixwest bên Washingtonê ji bo gotûbêjkirina li ser rêkeftina ewlehiyê û pirsgirêkên xwe yên din ên girêdayî dayîna deynên Îran û Rûsyayê. Bi dîtina we, çima ev îdare di dan û standina bi Bexdayê re xemsar xuya dike, li gorî îdareya berê?
Victoria Taylor: Ez nikarim bi hûrgilî bibêjim ka derbarê rêkxistina hevdîtinan de çi diqewime lê ez bawer im pêwendiyeke telefonî di navbera Wezîr Rubio û Serokwezîr de çêbûye. Loma, bi dîtina min pêwîstî bi pêwendiyeke berdewam li hemû astan û di navbera wezaretên cuda yên Bexdayê de heye.
Ez bawer im xaleke girîng a gotûbêjên ewlehiyê dê diyaloga leşkerî be. Bi awayekî asayî divê ew diyaloga leşkerî îsal were lidarxistin, ji ber vê yekê ez hêvîdar im ku demek jê re were danîn da ku bi rastî danûstandina ramanan di navbera her du artêşên me de çêbibe. Her tim ew gotûbêj Pêşmerge jî li xwe digirin da ku bi rastî behsa şêwazê wê hevbeşiya ewlehiyê bê kirin. Ji ber vê yekê, ez bawer im ew gotûbêjek e ku divê em hêvî bikin îsal pêk were.
Rûdaw: Em dizanin ku vê îdareyê dilgiraniyeke mezin derbarê hegemoniya Îranê ya li Îraqê nîşan daye. Hûn hewldanên Îraqê yên ji bo ragirtina hevsengiyê di navbera pêwendiyên xwe yên bi Amerîkayê re û hegemoniya zêde ya Îranê ya li ser Îraqê çawa dinirxînin?
Victoria Taylor: Ez dixwazim vê derfetê bi kar bînim û behsa yasaya Heşdî Şebiyê bikim. Eşkere ye, ev pêşnûmeyasayek bû ku cihê dilgiraniyeke mezin a îdareya Trump bû lê ez bawer nakim ku ev pirsgirêkek be ku tenê bi îdareyekê ve sînordar be.
Bi dîtina min, li Washingtonê jî,ji her du partiyên Demokrat û Komarî ve nîgeranî heye derbarê cewhera hêzên Heşdî Şebiyê û ka dê reformeke serkeftî çawa be. Ez bawer im dilgiraniya sereke ya Amerîkiyan ew e ku di nav Heşdî Şebiyê de milîs hene ku me ew wekî rêxistinên terorîst pênase kirine ku ne tenê Amerîkî kuştine lê Îraqî jî kuştine û revandine û gef li hinek cîranên Îraqê jî xwarine.
Ji ber vê yekê, dema ku ev îdare û siyasetmedarên Amerîkî li ser cewhera hegemoniya Îranê difikirin, ev mijareke pir girîng û bingehîn bû. Bi dîtina min, tiştê ku me dît ew bû ku hikûmeta Îraqê li hemberî wan nîgeraniyan hestiyar bû û nepejirandina wê yasayê, encameke rasterast a hewldanên Amerîkayê bû. Ji ber vê yekê, tiştê ku ez jê fêm dikim ew e ku Amerîka hîn jî xwedî bandoreke berçav li Îraqê ye, hikûmeteke Îraqî heye ku dixwaze hevbeşiyeke bihêz bi Amerîkayê re biparêze û Amerîka jî xwedî derfet e ku piştrast bibe ku Îraq dê siyaseta xwe ya derve ya hevseng bidomîne û nîgeraniyên ewlehiyê yên Amerîkayê li ber çavan bigire.
Rûdaw: Biryar e Îraq heta dawiya îsal hilbijartinan bike. Hêviyên we ji vê pêvajoya hilbijartinê çi ne, gelo hûn bawer dikin ku dema hikûmeta nû ya Îraqê bê avakirin dê derfetek ji bo reformên bingehîn çêbibe?
Victoria Taylor: Ji bo min pir zehmet e ku ez pêşbîniyekê bikim ka dê di hilbijartinan de çi biqewime. Bê guman ew tiştek e ku ez gelekî girîngiyê pê didim. Ez dizanim siyasetmedarên Amerîkî jî gelekî girîngiyê pê didin. Bi dîtina min, tiştê ku her kes dixwaze bibîne, hilbijartineke ku bi awayekî şefaf û dadperwerane hatibe birêvebirin e ku hikûmet di dema herî zû de bê avakirin û vîna dengdêran nîşan bide lê di heman demê de ku hevbeşekî me li Bexdayê hebe ku hîn jî qîmet bide pêwendiyên bi Amerîkayê re. Ez bawer im ev bi rastî ew tişt e ku siyasetmedarên Amerîkî li benda wê ne.
Rûdaw: Gelo siyasetmedarên ku qîmet nedin Amerîkayê li Îraqê hene? Ji ber ku hinek siyasetmedarên me hene ku bi eşkereyî li dijî Amerîkayê disekinin û carinan jî dibêjin Amerîka midaxeleyî kar û barên Îraqê dike û ji me re dibêje çi bikin û çi nekin. Gelo ev ji ber wê yekê ye ku ew ser bi Îranê ve ne, an ev nêrîneke xwezayî ya siyasetmedar û neteweperestên Îraqî ye?
Victoria Taylor: Bê guman em dizanin ku li Îraqê siyasetmedar hene ku dibe ku gelekî rexneyî li Amerîkayê binêrin û ew qasî piştgiriya hevbeşiya Amerîka û Îraqê nekin. Ez bawer nakim ku ev piraniya siyasetmedaran bin û ez bawer nakim ku piraniya Îraqiyan jî wisa bin. Loma, piraniya me bawer in ku hikûmeta ku di dawiyê de dê bê avakirin, dê hikûmetek be ku girîngî û nirxê wê pêwendiyê nas bike û zanibe ku Amerîka dikare çi pêşkêş bike da ku alîkariya Îraqê bike bigihîje wê paşeroja serwer û bextewar a ku piraniya Îraqiyan dixwazin.
Rûdaw: Em werin ser mijara Herêma Kurdistanê. Hûn çawa li pêşveçûna pêwendiyên Kurdistan û Amerîkayê dinêrin? Ji dema ku îdareya Trump vegeriyaye Koşka Spî, we ti guherîn di siyaseta li hemberî Herêma Kurdistanê de dîtiye?
Victoria Taylor: Ez nizanim gelo ez dikarim bibêjim ti guherîn çêbûye. Bi dîtina min, îdareyên li pey hev, bê guman, nirx dane Herêma Kurdistana Îraqê û serkirdeyên wê wekî hevbeşên girîng û ew hevbeşî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Hem vê îdareyê û hem jî îdareya Biden fêm kiribûn ku serkirdeyên siyasî yên Kurd dengekî girîng in li Bexdayê û piştrastkirina ku pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de an jî hewldana ji bo piştgirîkirina wan pêwendiyan bi awayekî herî bi bandor, di berjewendiya niştimanî ya Amerîkayê de ye. Ji ber vê yekê, ez nizanim gelo ez dikarim bibêjim guherînek heye lê bê guman di nav Washingtonê de, di nav her du partiyan de, piştgiriyeke xurt ji bo Herêma Kurdistanê û rola wê ya di nav Îraqê de heye.
Rûdaw: Dema ku mijar dibe pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de, destwerdan û beşdariya Amerîkayê heye. Dibe ku li Îraq û Herêma Kurdistanê pirsek hebe: Gelo Amerîka di vê pirsgirêkê de alîgiriya ti aliyekî dike, an tenê hewl dide bibe navbeynkar û her du aliyan teşwîq dike ku li hev bicivin û pirsgirêkên xwe çareser bikin?
Victoria Taylor: Ez dikarim bibêjim ku di piraniya rewşan de, Amerîkayê bi rastî hewl daye ku diyalogê teşwîq bike, hewl daye ku bi her du aliyan re bixebite û rêyan bibîne da ku bibe navbeynkarê lihevkirin û rêkeftinan. Li gorî mijarê, dibe ku nêrînên me yên zelal hebin an nebin derbarê ka dê lihevkirineke guncaw çawa be.
Mînak, yek ji mijarên girîng ku mixabin hîn nehatiye çareserkirin, pirsgirêka boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ye. Ew mînakeke mijarekê ye ku Amerîka bi awayekî çalak û berfireh beşdar bûye lê em her dem nikarin bigihîjin wê rêkeftina ku em dixwazin bibînin lê ew qadeke ku em bi berdewamî dibînin ku hikûmeta Amerîkayê tê de dixebite da ku zanibe gelo dikare vê mijarê bi pêş bixe û petrolê vegerîne boriyê.
Rûdaw: Niha ku hûn di navendeke lêkolînê de kar dikin, ji nêrîna we, gelo Kurd ji bo Amerîkayê li Îraqê hevsengiya hêzê ne? Ji ber ku Şîeyên me hene ku zêdetir nêzîkî Îranê ne. Suniyên me jî hene ku wekî Kurdan ne dostên Rojava û Amerîkayê ne. Vêca, dema ku mijar dibe berjewendiyên ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê, gelo Kurd ji bo Amerîkayê li Îraq û herêmê hevsengiya hêzê ne? Hûn çawa li vê yekê dinêrin?
Victoria Taylor: Belê, ji nêrîna min a ku ez niha li derveyî hikûmetê me, ez bawer nakim ku zêde guherîbe ji dema ku ez di nav hikûmetê de bûm. Ji bo berjewendiyên ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê girîng e ku pêwendiyên me yên çalak bi hemû aliyên siyasî re hebin. Ev rastiyeke siyasî ye, ji ber ku Îraq xwedî sîstemeke siyasî ya aloz e ku tê de yek siyasetmedar an yek serkirde nikare hemû aliyên desthilatê kontrol bike. Ji ber vê yekê, ji bo berjewendiyên ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê girîng e ku hevbeşiyeke me ya bihêz û berdewam bi hevalên me yên li Kurdistanê re hebe lê bi heman awayî, divê em bi siyasetmedarên Sunî û Şîe re jî bixebitin da ku bi rastî piştrast bibin ku berjewendiyên Amerîkayê parastî ne.
Rûdaw: Em tiştekî zelal bikin, gelo siyaseteke yekgirtî ya ji bo Îraqê heye û Kurdistan di nav wê siyasetê de ye, an du siyasetên cuda hene; yek ji bo Herêma Kurdistanê û yek jî ji bo beşên din ên Îraqê?
Victoria Taylor: Em bi rastiyekê re rûbirû ne ku tê de Kurdistan beşek ji Îraqê ye. Bê guman Herêma Kurdistanê xwedî radeyekê ji otonomiyê ye. Em bi hevkarên xwe yên di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Hewlêrê dixebitin û berpirsên Amerîkî dê pêwendiyên xwe hem li Bexdayê û hem jî li Hewlêrê bidomînin lê ev yek rastiya siyasî ya Kurdistanê nîşan dide ku ew beşeke girîng û jênaveqet a Îraqê ye.
Rûdaw: Vêca, wekî kesek ji derve, hûn siyasetekê dibînin an du siyasetan?
Victoria Taylor: Bi dîtina min, ew beşeke jênaveqet a siyaseteke yekgirtî ye.
Rûdaw: Siyaseteke yekgirtî li hemberî Îraqê û Kurd jî di nav wê siyasetê de ne. Em behsa bûyerên dawî yên Herêma Kurdistanê bikin. Me dît li Silêmaniyê çi qewimî. Ez dê pirsa xwe gelekî giştî bikim da ku hûn karibin bersiveke giştî bidin. Herêma Kurdistanê par hilbijartin kir. Meha bê em dê dîsa bikevin meha Çiriya Pêşîn. Hîn hikûmeteke me ya nû nîne. Parlamento jî bi rastî ev çar sal in neçalak e. Hûn çawa li vê yekê dinêrin û ev çawa bandorê li ser aramiya herêmê û li ser pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de dike? Dema ez dibêjim Amerîka, mebesta min berjewendiyên ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê li wê herêmê ye, dema ku hevalên wan wekî ku tê payîn tevnagerin.
Victoria Taylor: Belê, cihê dilgiraniyê ye ku nêzîkî salekê bi ser hilbijartinên Kurdistanê re derbas bûye û hîn hikûmet nehatiye avakirin. Ev ne tenê ji bo dengder û xelkê Kurdistanê girîng e ku xwedî hikûmet bin, lê her wiha tiştek e ku siyasetmedarên Amerîkî jî wê dibînin û qîmet didinê. Dê pir bi bandortir bûya eger kabîneyeke me ya dawî û pesendkirî hebûya.
Loma, bê guman ez hêvîdar im ku dan û standinên di navbera YNK û PDKyê de bigihîjin rêkeftinekê. Eger em behsa Lahûr Şêx Cengî bikin, dibe ku dîtina wê tundûtîjiyê çi qasî ji bo hevalên me yên li Kurdistanê şokdar bû, ew qasî jî ji bo Amerîkiyan bû. Bê guman, cihê şermezariyê ye dema ku mirov di rewşeke wiha de windakirina can û tundûtîjiyê dibîne.
Bi dîtina min, ev tometên gelekî cidî ne derbarê komployekê loma siyasetmedarên Amerîkî û çavdêrên Îraqê bê guman dixwazin lêkolîneke rast û pêvajoyeke dadwerî ya dadperwerane bibînin lê bê guman, ti kes naxwaze li ti cihê cîhanê teqîn û pevçûn çêbibin.
Rûdaw: Vêca, Amerîka çawa li vê bûyerê dinêre? Wekî kar û barekî navxweyî, pirsgirêkeke malbatî, yan bûyereke bi rastî cidî ku dibe ku bandorê li ser tevahiya herêmê û belkî li ser Îraqê jî bike? Rapor hebûn ku Amerîkayê midaxele kiriye û hewl daye Bafil Talebanî rawestîne. Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku Amerîka wekî bûyereke pir cidî li vê yekê dinêre, an wekî mijareke navxweyî yan pirsgirêkeke malbatî dibîne?
Victoria Taylor: Ne li ser milê Amerîkayê ye ku li ser vê yekê lêkolînê bike lê bê guman gelê Kurdistanê û dengder dê li benda pêvajoyekê û agahiyan bin. Amerîkî jî wekî hevalên me yên li Kurdistanê dixwazin encamên wê bibînin.
Rûdaw: Lê ew balê didinê?
Victoria Taylor: Bê guman, ez bawer im ku xelk li Washingtonê girîngiyê dide ka ev mijar çawa tê birêvebirin.
Rûdaw: Dema em behsa rewşa ewlehiyê ya Silêmanî û Herêma Kurdistanê dikin, bi berçavgirtina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hûn çi rolê ji bo Hewlêrê di şekildana ewlehiya giştî ya Îraqê de dibînin?
Victoria Taylor: Ez ne piştrast im ku mebesta we bi taybetî kîjan pirsgirêk in.
Rûdaw: Pirsgirêka wan li ser madeya 140î heye, li ser deverên bi nakok heye, hin pirsgirêk di navbera Pêşmerge û aliyên Îraqî de hene. Biryar bû operasyonên wan ên hevbeş hebin. Gefa DAIŞê hîn jî heye. Vêca, bi berçavgirtina van pirsgirêkan bi Bexdayê re, hûn çawa li rola Hewlêrê di sektora ewlehiyê ya Îraqê de dinêrin?
Victoria Taylor: Bi dîtina min rastî ev e ku pêwîst e diyalogeke berdewam di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser hejmarek ji van mijaran hebe. Ez fêm dikim ku carinan çareserkirina koka van pirsgirêkan gelekî dijwar e; mijarên destûrî, federalîzm û çawaniya dabeşkirina çavkaniyan. Loma ez bawer im çareserkirina wan ne hêsan e lê di her rewşê de girîng e ku serkirdeyên Bexda û Hewlêrê di nav diyalogê de bin da ku zanibin gelo dikarin bigihîjin rêkeftinekê.
Rûdaw: Em behsa pêwendiyên aborî bikin. Pêwendiyên aborî yên di navbera Amerîka û Bexdayê de li gorî pêwendiyên wan ên ewlehiyê ne pêşketî ne. Vêca, derfetên herî realîst ji bo kompanyayên Amerîkî yên ji bo avakirina pêwendiyên aborî bi Îraqê re çi ne, bi taybetî di navbera Hewlêr û Amerîkayê û di navbera Bexda û Amerîkayê de?
Victoria Taylor: Her çi qasî pir girîng e ku aboriya Îraqê li derveyî sektora enerjiyê pêş bikeve jî lê eşkere ye ku derfetên herî baş hîn jî di sektora enerjiyê de ne. Mînak, di sala borî de, me rêkeftineke destpêkî bi Chevron û Bexdayê re dît, her wiha çend girêbestên mezin jî di navbera Hewlêr û kompanyayên Amerîkî de, dîsa di sektora enerjiyê de hatin îmzekirin lê bê guman ez hêvîdar im ku derfet ji bo berfirehkirina vê yekê hebe.
Ez dizanim her du hikûmet jî bi kelecan bûn ku kompanyayên ji sektorên din ên wekî çandinî, tenduristî û dîjîtal bikişînin lê pêwîstî bi karekî zêdetir di vî warî de heye, dibe ku pêwîstî bi reformên zêdetir jî hebe, hem li Bexdayê û hem jî li Hewlêrê, ji bo berdewamkirina başkirina keşûhewaya veberhênanê û hêsankirina kar.
Rûdaw: Îraqê pênc gerên girêbestên petrolê dan Çînê, vê yekê Amerîka dilgiran kir û we jî dilgiraniya xwe anî ziman. Paşê Îraqê pêwendiyên aborî bi Rûsyayê re danîn. Hîn jî deyndarê kompanyayên Rûsî ne û nikarin deynên xwe bidin. Her wiha pêwendiyên wan ên aborî bi Îranê re hene. Ev pêwendiyên di navbera Bexda-Çîn, Bexda-Rûsya û Bexda-Îran de çawa Amerîkayê dilgiran dikin û bandora vê yekê li ser hesabên siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Îraqê çi ye?
Victoria Taylor: Bê guman, Amerîka tercîh dike ku pêwendiyên aborî yên bihêztir ên Îraqê bi Ewropa, Amerîka û welatên Kendavê re bin.
Rûdaw: Lê ne bi Rûsya, Çîn û Îranê re?
Victoria Taylor: Eşkere ye ku Îranî, Rûs û Çînî dikarin wê hegemoniya aborî ji bo mebestên siyasî jî bi kar bînin. Bê guman, em fêm dikin ku dê pêwendiyên bazirganî û aborî yên Îraqê bi welatên din re hebin lê em her tim di wê baweriyê de ne ku yekbûna aborî ya zêdetir di navbera Îraq û hevbeşên herêmî de - mebesta min zêdetir welatên Kendavê ye- her wiha di navbera Îraq û Amerîka û Ewropayê de, alîkariyê dide aboriya Îraqê ku ber bi arasteyeke modern û pêşketîtir ve biçe.
Rûdaw: We behsa Kendavê û herêmê kir. Krîzên zêde yên ji Sûriyeyê heta herêmên Kendavê çawa bandor li ser pabendî û siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye? Gelo ti bandora guherîna hikûmetê li Sûriyeyê li ser wê siyasetê hebû?
Victoria Taylor: Guherînên li seranserê herêmê, heta di du salên borî de jî ne tenê li Sûriyeyê nîşan da ku ewlehiya Îraqê çi qasî bi ewlehiya herêmî ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, ev careke din bîranînek bû ku Îraq gelek caran dikeve navenda pêşhatên herêmî. Şerê 12 rojî yê vê dawiyê mînakek bû ku hikûmeta Îraqê bi rastî gelekî serkeftî bû di dûrxistina Îraqê ji pevçûnê. Ji ber vê yekê, ez bawer im berdewamiya pêwendiyên dîplomatîk û ewlehiyê bi Îraqê re girîng e, ne tenê ji bo ewlehiya Îraqê, her wiha ji bo berjewendiyên Amerîkayê jî li Rojhilata Navîn.
Rûdaw: Ez dê vê bikim pirsa xwe ya dawî. Gelo Îraqî di rêlibergirtina li ketina Îraqê ya nav şer de serkeftî bûn, heta dema ku bûyer li Sûriyeyê qewimîn û di dema şerê 12 rojan de, an zexta Amerîkayê li ser Îraqê hebû ku wan dûr bixe? Kîjan ji wan rast e?
Victoria Taylor: Ez nizanim kîjan...
Rûdaw: Min bihîstiye ku Îraqê dixwest biçe Sûriyeyê û li dijî "Cebhet el-Nusra" şer bike û parastina hikûmeta Beşar Esed bike ku paşê îdareya Biden, dema hûn di postê de bûn ji Îraqê re gotibû wê yekê neke.
Victoria Taylor: Tê bîra min ku hinek berpirsan bi eşkereyî pêşniyar dikir ku divê Îraq bikeve nav Sûriyeyê. Ez bawer nakim ku ti carî hikûmeta Îraqê cidî li ser vê yekê fikirîbe. Li ser bingeha tiştên ku ez dizanim, ez bawer im ku hikûmeta Îraqê bi rastî hewl daye ku zêdetir roleke aramker bilîze, roleke ku berjewendiyên ewlehiyê yên Îraqê diparêze û aramiyê diparêze. Ji ber vê yekê, me sê mehên pir dijwar piştî 7ê Çiriya Pêşîn derbas kirin lê em hêvîdar in ku ew tenê demeke kurt bû di nav pêvajoyeke berfirehtir a aramî û ewlehiyê de li Îraqê. Ez bawer im ev ne tenê di berjewendiya Amerîkayê de ye lê bê guman di berjewendiya gelê Îraqê de jî ye.
Rûdaw: Gelekî spas Victoria, ji bo beşdarbûna te ya li Rûdawê, spas ji bo nêrînên te yên hêja.
Victoria Taylor: Kêfxweş bûm ku li vir bûm. Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse