Balyozê Rûsyayê: Hilberîna kompanyayên me li Herêma Kurdistanê bi milyaran dolaran e

10-11-2025
Şehyan Tehsîn
Şehyan Tehsîn
Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutraşev / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutraşev / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutraşev Herêma Kurdistanê Îraq Rûsya
A+ A-

Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutraşev ragihand ku Herêma Kurdistanê xwedî paşerojeke “geş” e û welatê wî xwedî çalakiyeke “mezin” a aborî li Herêma Kurdistanê ye û hilberîna kompanyayên wan di warê petrol û gazê de digihîje bi milyaran dolaran.

Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutraşev di hevpeyvîneke taybet de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê, behsa pêwendiyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê, hilberîna welatê xwe û karê kompanyayên wan li Herêma Kurdistanê, paşeroja Herêma Kurdistanê, revenda Kurdan li Rûsyayê, pêwendiyên wan li gel HSDyê û gelek mijarên din kir.

Elbrus Kutraşev behsa nêrîna xwe ya li ser Kurdan kir û got, “Gelê Kurd ji bo me ne biyanî ye û em wan pir baş nas dikin.

Civakeke mezin a Kurdan li Rûsyayê heye, xasma di serdema Yekîtiya Sovyetê de ya herî mezin bû.”

Kutraşev behsa pêwendiyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê jî kir û got:

“Deriyên Moskowê li hemberî dostên ji her aliyê cîhanê vekirî ne, di nav de Îraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî.”

Balyozê Rûsyayê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên Rûsyayê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, amaje bi wê yekê da ku pêwendiyên wan bi HSDyê re asayî ne.

Wî li ser helwesta Amerîkayê ya li hemberî HSDyê jî got, Amerîka çekan dide HSDyê û piştgiriyê wan dike û got, “Ew dixwazin HSDyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, mîna cureyekî kompanyayeke serbazî.”

Kutraşev derbarê radestkirina Beşar Esed ku niha li Rûsyayê dijî, diyar kir ku ew penaberekî mirovî ye û mana Esed li Rûsyayê wek penaberekî mirovî, “bi razîbûna serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê bû ku Beşar Esed li Moskowê bimîne û ti mafê wî ji bo ti çalakiyeke ne ragihandinê û ne jî siyasî tune ye.”

Naveroka hevpeyvînê ya Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutraşev re wiha ye:

Rûdaw: Berî hatina we ya Îraq û Kurdistanê, behsa 20 an 22 sal berî niha dikim, çi hizireke we li ser vê navçeyê hebû?

Elbrus Kutraşev: Bê guman hizireke min hebû lê tenê hizireke teorîk bû. Min wekî ataşe (pêvek) û paşê wekî sekreterê sêyem di navbera salên 1999 û 2002yan de li Bexdayê kar kiriye. Helbet di wê rewşê de derfeta me nebû ku em serdana Kurdistanê bikin. Loma cara yekem piştî rûxana rejîma Sedam, ez bawer im sala 2004an min serdana Kurdistanê kir.

Rûdaw: Di nêrîna we de Kurdistan çawa bû, we çi dît?

Elbrus Kutraşev: Berî her tiştî, gelê Kurd ji bo me ne biyanî ye, em wî pir baş nas dikin. Gelek lêkolîner û zanayên me li ser pirsa Kurd hene, û piraniya wan bi esl Kurd in. Li Rûsyayê civakeke mezin a Kurdan heye, nemaze di serdema Yekîtiya Sovyetê de ya herî mezin bû.

Heta niha jî li Rûsyaya Federal, li Moskow, St. Petersburg, herêma Krasnodarê û belkî li herêmên din jî Kurd wekî welatiyên Rûsyayê, wekî beşek ji civaka Rûsyayê hene.

Rûdaw: Gelo ti amar derbarê hejmara Kurdên ku li Rûsyayê dijîn hene?

Elbrus Kutraşev: Bi Xwedê, ez dudil im ku bibêjim hejmara wan çend e, ji ber ku li Rûsyayê 300 ziman hene, hemû jî hene. Lê ez lêborîna xwe dixwazim. Bê guman hejmar li ser înternetê heye lê ez li vir dixwazim bibêjim ku dema min li Wezareta Karên Derve kar dikir, di çarçoveya karê xwe yê li Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de, min herî kêm sê Kurdên xelkê Rûsyayê dîtin. Hemû jî Êzidî bûn. Nizanim sedema balkêşiya taybet a Êzidiyan di Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de çi ye, nizanim lê xortên baş bûn. Yek ji wan di polîsê taybet ê parastina wezaretê de bû, yê duyem rahênerê hunerên cengî bû li wezaretê û yê sêyem jî heta niha wekî dîplomatkar kar dike. Dibe ku hejmara wan zêdetir be lê min ev nas kirine.

Rûdaw: Ango Kurd di bazara kar a Rûsyayê de û di wergirtina kar û postên fermî de xwedî roleke darîçav in?

Elbrus Kutraşev: Bê guman, gelê Kurd bi jêhatîbûn û belavbûna xwe ya li cîhanê tê naskirin. Ne cihê ecêbmayînê ye ku Rûsya welatekî wisa ye ku mafên pêkhateyan tê de baş hatine parastin û ji bo kar û bi pêşketinê her kes xwedî derfetên wekhev e. Bê guman Moskowa paytext, wekî paytexta hemû welatên mezin, hejmareke zêde ya pêkhateyan li xwe digire, lewra hinek caran wisa xuya nakin ku ew pêkhate ne.

Rûdaw: Birêz Balyoz, Erebî û Îngilîziya we pir baş in. Naxwazim nirxandinê bikim lê dixwazim bizanim gelo hûn tiştekî ji zimanê Kurdî fêr bûne?

Elbrus Kutraşev: Bi rastî spasiya we dikim ji bo vê nirxandina we li ser zimanê min ê Erebî, pêdiviya wê bi rahênaneke berdewam heye. Cara yekem sala 1992an fêrî tîpên Erebî bûm. Bêguman vêga em di sala 2025an de ne, êdî dem hatiye ku ez hinekî baştir ji berê biaxivim. Derbarê zimanê Kurdî de, eger ez li zanîngehê fêr bibûma yan min dest pê bikira, dê rewş hêsantir bûya lê ew derfet ji min re çênebû. Ez niha xelkê Bexdayê me, ji ber ku ez li Bexdayê dijîm, her çend bi berdewamî serdana Kurdistanê dikim. Bê guman lêborîna xwe dixwazim ku ji bilî “zor spas” fêrî gelek tiştên din nebûme. Peyva “spas” dişibe peyveke ku em di zimanê Rûsî de bi kar tînin, em dibêjin “spasîbo”.

Rûdaw: Çi peyveke din heye, ji ber ku hin zimanzan dibêjin zêdetirî 300 peyvên hevbeş hene, tiştekî din ê hevbeş heye?

Elbrus Kutraşev: Bi rastî 300 peyv ne cihê matmayînê ye, belkî ji min re seyr e ku tenê 300 peyv hebin. Min digot qey zêdetir in, ji ber ku bi taybetî di vê serdema ku em tê de dijîn, hemû ziman nêzî hev bûne. Pevguherînek di navbera gel û welatan de heye, ne tenê di bazirganiyê de, di axaftinê de jî. Mixabin derfeta min çênebû ku ez hînî zimanê Kurdî bibim. Eger derfetek ji min re çêbibe, bê guman ez dê fêr bibim.

Niha pêwendiyeke min a taybet bi Herêmê û bi dostên Kurd re heye. Vê pêwendiyê sala 2003yan dest pê kir, dema ku ez li Bexdayê bi berpirsên Kurd û nûnerên partiyên Kurdan re bûm nas. Pir caran ez bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî re di pêwendiyê de bûm. Ev jî tesaduf bû, ji ber ku di wê demê de, di serdema dagirkeriyê de, rewş pir aloz bû. Înternetê bi awayekî normal kar nedikir, ti telefon nebûn.

Di karê dîplomasiyê de, diviyabû ez li otomobîlê siwar bibim û li kolanên Bexdayê li dû tabelayên partiyan bigerim. Bi tesadufî çûm ba Yekîtiya Niştimanî û Yekgirtûya Îslamî. Hevkarê min Aleksî Salamatîn çû nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê, û berpirsê nivîsgehê jî Hoşyar Zêbarî bû. Bi vî rengî vebûna me li hemberî hêzên Kurdan çêbû. Piştî salekê, em wekî şandeyeke fermî çûn Hewlêr û Silêmaniyê. Bi vî awayî dest bi pevguhertina serdanan hate kirin. Dibe ku ne pevguhertineke dualî bû, wan zêde serdana me li Bexdayê nedikir lê me bi berdewamî serdana Kurdistanê dikir.

Rûdaw: Gelo ew pêwendî heta niha berdewam in?

Elbrus Kutraşev: Ne tenê berdewam in, belkî bi ya min her tim di werarê de ne. Eger di destpêkê de pêwendiyeke siyasî ya dostane bû, vêga ji siyasîbûnê zêdetir dostane ye. Mirov dikare vê hîs bike.

Rûdaw: Rûsya her tim tekeziyê li ser wê yekê dike ku pêwendiyên wê ne tenê bi dewletan re, belkî bi neteweyan re jî hene. Kurd jî wekî netewe û hêzeke sereke li herêmê, xwedî cihekî girîng in. Gelo hûn hest nakin ku cureyekî dûrketinê di navbera Rûsya û Kurdan de, nexasim li Herêma Kurdistanê, çêbûye?

Elbrus Kutraşev: Qet na, ti dûrketin çênebûye. Ya yekem ew e ku em bi ti welatan re ne di pêşbaziyê de ne. Em bi kêfxweşî û germî pêşwaziyê li wê yekê dikin ku eger welatekî din çalakiyên wî ji yên me zêdetir bin li Kurdistana Îraqê. Ya girîng ew e ku ev çalakî di berjewendiya Herêmê û di xêra gelê wê de be. Yanî em ji vî alî ve bi rewş û pêwendiyên xwe yên li Kurdistanê rehet in. Peyva dûrketinê ji min re seyr tê, ji ber ku em li vir in, demeke dirêj e me konsulxaneya xwe ya giştî vekiriye, ez bawer im ji sala 2007an ve ye. Heta niha çalakiyên wê tên zanîn. Pêwendiyeke baş bi hemû hêzên siyasî yên Herêmê re heye, ji bilî çalakiya mezin a aborî, veberhênana rûsî di warê neft û gazê de li Kurdistanê bi milyaran dolar e, ne bi milyonan.

Rûdaw: Ez dê paşê pirsa aboriyê bikim lê çima heta niha ti hevdîtin di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, pêk nehatiye? Gelo ti plan ji bo rêkxistina hevdîtineke bi vî rengî heye?

Elbrus Kutraşev: Divê em ji cenabê Serok bipirsin çima hevdîtineke wisa çênebûye. Dibe ku ew bi mijarên wekî Ukrayna, pêwendiyên bi Amerîkayê re, mijara şer û aştiyê û mijara mana mirovahiyê li ser rûyê erdê mijûl be, ji ber ku ji ber bi pêşketinên nû û ji ber ehmeqiya wan kesên ku li welatên rojava li dijî me disekinin, cîhanê ber bi şerê cîhanî yê sêyem ve dibin. Ev yek me dilgiran dike.

Derbarê serdanên birêz Putin, di van demên dawî de tenê di wan rewşan de ku bi Îngilîzî em jê re dibêjin “ambargo”, derketiye derve. Ji vî alî ve, deriyên Moskowê li hemberî dostên ji çar aliyên cîhanê vekirî ne, di nav wan de Îraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî.

Ji min bawer bikin, dostên li Hewlêr û Silêmaniyê vê yekê dizanin û ji yekê zêdetir serdan di astên cuda de pêk anîne. Ti ajandayêne me nîne ku rê li ber serdan, dan û standin û hevkariya bi Herêma Kurdistanê re bigire. Ti ajandayên me nîne, ne siyasî û ne jî ajandayeke din.

Rûdaw: Ji bilî mijara aboriyê, ez dixwazim derbarê ji nû ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê ku bi rêya Tirkiyeyê hatibû rawestandin, ji we bipirsim. Nêrîna Rûsyayê li ser vê mijarê çi ye?

Elbrus Kutraşev: Bê guman em pêşwaziyê li wan hemû çareseriyên ku bi rêbazên dîplomatîk û danûstandinan hatine bidestxistin dikin, xasma eger mijar di navbera xelkê yek welatî de di nava gotûbêjan de be. Ev bi giştî. Bi taybetî jî, helbet berjewendiya me di ji nû ve destpêkirina vê hinartinê de hebû, ji ber ku kompanyayên me li Kurdistanê kar dikin û hilberînên wan ên mezin hene. Bandora rawestandina hinartinê û nearamiyê li ser van kompanyayên jî, wekî kompanyayên din, çêbû.

Em bê guman bi germî pêşwaziyê lê dikin û hêvîdar in ku di vî warî de em di karê xwe de berdewam bin. Cudahî di navbera Rûsya û welatên din de tenê ew e ku me ji destpêkê ve ev mijar wekî karekî navxweyî yê Îraqê dît û me destûr neda xwe ku em destwerdana vê mijarê bikin.

Ez wekî balyoz di hevdîtinên xwe yên li Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê de, ji carekê zêdetir min ev mijar bi berpirsan re gotûbêj kiriye û helbet helwesteke piştgiriyê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê pêşkêş kiriye. Lê helwesteke me ya eşkere û ragihandî nebû wekî ku hin welatan kir. Ev mijar hesas bû, mijareke navxweyî bû, loma em li gorî karîna xwe beşdarî dîtina çareseriyê bûn. Ez nabêjim ku rola me ji ya yên din mezintir an jî sereketir bû, lê ev mijar ji destpêka pirsgirêkê ve di navenda balpêdana me de bû.

Rûdaw: Gelo hûn dizanin di dema rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê de, çend kompanyayên Rûsyayê zerer dîtine û ev zerer bi çi qasî bûye?

Elbrus Kutraşev: Ew îdia dikin ku bi sed milyonan û milyaran dolaran zerer dîtine. Rastiyê ji min re nabêjin, loma bêguman zêdegavî heye, dibe ku di vê mijarê de zêdegavî hebe û dibe ku nebe. Ez nizanim, ew ne berpirsiyariya min e ku zererên wan bizanim. Têkiliya bi kompanyayan re li ser vê bingehê ye ku eger tiştekî ji min bixwazin, ez wekî balyozê Rûsyaya Federal di xizmeta wan de me. Lê eger tiştekî nexwazin, bi rastî ez zêde derbarê karên kompanyayên me de nizanim, bi taybetî derbarê mijarên pere, xercî û qezencan de. Ji kîjan bazirganî bipirsî, xasma yê ku pereyê wî pir e, ka çawa dest pê kiriye, ew dê bibêje “ez feqîr im û tiştekî min tune”.

Rûdaw: Derbarê kompanyayên Rûsyayê yên li Herêma Kurdistanê û Îraqê, gelo ew ambargoyên ku Amerîka û welatên Rojava danîne ser Rûsyayê, li pêşiya karên wan ên li Îraqê bûne kelem?

Elbrus Kutraşev: Derbarê cezayan de, bi awayekî xwezayî ceza tiştin xerab in. Em van cezayan wekî neyasayî dibînin. Cezayê yasayî tenê dikare ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî ve bi biryarekê bê sepandin. Lê eger ceza li derveyî biryara Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî bin, ew ceza yekalî û neyasayî ne. Bi gotineke din, ji aliyê yasaya navneteweyî ve bi rastî jî neyasayî ne, ji ber ku ev şêwazek e ji bo cezakirina bazirganiya serbest û danûstandina azad, û şêwazekî neyasayî ye ji bo zextdanîna ser welatan.

Lê di encama wan cezayên ku li ser Rûsyayê hatin sepandin de çi qewimî? Ya yekem, em bi serbilindî dibêjin ku Rûsyaya Federal ji aliyê qebareya cezayan ve di cîhanê de pileya yekem wergirtiye. Yanî ew qasî ceza li ser me hatine sepandin. Ji aliyê hejmarê ve jî, ji cezayên ku li ser Îran, Koreya Bakur, Kûba û welatên din ên ku ji vê pirsgirêkê dinalin, zêdetir e. Di vî warî de tecrubeyeke me ya mezin heye. Berî her tiştî, derket holê ku ev ceza ne serkeftî ne, ji ber ku zerar gihand wan kesên ku ew sepandin. Yên ku ceza li ser me sepandin, bûn qurbaniyên yekem. Rewşa dijwar a aboriya Ewropayê ya westiyayî belgeyeke zelal e li ser vê yekê.

Her çend ne bi qasî Ewropayê mezin bin jî, ew pirsgirêkên ku li ser aboriya Amerîkayê jî çêbûn, belge ne. Derbarê me de, bêguman me ji ber van cezayan êş kişand lê em matmayî man ku bandora wan a rastîn ji ya ku dihate çaverêkirin pir kêmtir bû. Di destpêkê de dema ku dest bi şerê cezayan li dijî Rûsyayê kir, moralê me ne li cih bû, ji ber ku tirs hebû, nexasim di nav bazirganan de.

Lê paşê derket holê ku rewş ne ew qasî xerab e, lewra mirov dikare van cezayan derbas bike. Ya girîng ew e ku xwestekeke cîhanî ji bo derbaskirina van cezayan heye. Ango, tecrubeya me di vê mijarê de heye û dostên me hene. Derbarê Îraqê de jî, li vir bêguman wekî min got, ew cezayên ku li ser kompanyayên rûsî hatine sepandin, rê li ber çalakiyên van kompanyayan digirin. Lê ka em binêrin, rastî ev e ku veberhênanên kompanyaya Lukoil li Îraqê zêdetirî 11 milyar dolarî ne.

Ev beşekî girîng ê karîna pîşesaziya Îraqê ye di asta niştimanî de. Eger ji aliyê Amerîkiyan ve astengî li ser kompanyaya Lukoilê bên danîn, gelo Îraq dê bersivê bide û bibêje “em nikarin bi van zêdetirî 11 milyar dolarên ku di aboriya me de hatine veberhênan re mijûl bibin”? An dê bersivê bide û bibêje “na, divê ev 11 milyar dolar werin parastin”?

Ev ne tenê 11 milyar dolarên cemidî ne, belkî hejmarek e ku dikare zêde bibe. Gotûbêj û danûstandin di navbera aliyên Îraqî û aliyên rûsî de ji bo vekirina projeyên nû hene. Ew proje bi veberhênana rûsî ne. Ew ceza gavine şaş û ne jîrane ne, ne rewşa Rûsyayê û ne jî rewşa hevkarên wê yên li cîhanê li ber çavan nagirin. Ji ber vê yekê çarenûsa wan têkçûn e.

Rûdaw: Gelo karên kompanyayên Lukoil û Gazpromê wekî berê berdewam in?

Elbrus Kutraşev: Gazprom, Rosneft, û kompanyaya KPC ku Rûsya xwediya ji sedî 60ê pişkên wê ye, hemû li Kurdistanê kar dikin. Bê guman nikarim bêjim rewşa wan bêkêmasî ye, ji ber ku Kurdistan bi rewşa xwe ya niha ne Dubey e. Rewşa Kurdistanê ji aliyê aborî ve ji ber hin bûyerên ku hûn baş pê dizanin aloz e.

Lê kompanya hêj li vir in û tevî astengiyan jî di karê xwe de berdewam in, ji ber ku di dawiyê de wan hilberîn kiriye, bi sed milyonan dolar di projeyan de razandine. Ji ber vê yekê, ne mimkun e ku ev hilberîn werin vekişandin û bo cihekî din werin veguhestin.

Ev sermaye di erdê de hatiye hilberîn. Ev hilberîn pir girîng in. Ji bilî vê, divê bazirgan li paşerojê binêre. Her çi qasî pirsgirêkên îro hebin jî divê li piştî wê binêre, yanî sibe dê çi bibe. Ji vî alî ve, em bawer in ku ev herêm bi samanên xwe yên xwezayî û rewşa xwe ya navxweyî, xwedî paşerojeke aborî ya geş û hêvîdar e. Divê em amade bin û kompanyayên xwe ji bo kar han bidin.

Rûdaw: Ji bilî sektora petol û gazê, Rûsya hez dike di kîjan sektorên din ên Herêma Kurdistanê de hilberînê bike?

Elbrus Kutraşev: Rastî bibêjim, ev pirs ji bo karsazan e. Eger ez di bazirganiyê de xurt bûma, ez nedibûm balyoz, dibûm birêvebirê kompanyayekê.

Rûdaw: Mebesta min ew e, bazirganên Rûsyayê yên ku dixwazin li Îraqê hilberînê bikin û tên ba we, zêdetir bala wan li ser çi ye yan Îraq zêdetir daxwaza çi dike?

Elbrus Kutraşev: Ez bi eşkereyî dibêjim, ji bo me aboriya Îraqê ne tiştekî xerîb e û em pê dizanin. Ji serdema Yekîtiya Sovyetê ve di gelek waran de tecrubeya me heye, nemaze di warên enerjiya elektrîkê, avê û pîşesaziyê de. Ji ber çend sedemên naskirî, wekî dagirkirina Kuwêtê, ambargoya li ser Îraqê, paşê dagirkirina Îraqê ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve, û ew aloziya ku piştî wê çêbû, her çend piştî wê re henasayeke rihetiyê ji bo gelê Îraqê hat, lê paşê şerê li dijî DAIŞê derket.

Van hemû bûyeran rê neda ku em bi lez vegerin ser wan warên ku em tê de amade bûn. Ev yekem. Ya duyem, wekî em bi rûsî dibêjin, qanûnên biyolojîk hene. Sovyetî û Rûsên ku di salên şêstî û heftêyan de li Îraqê kar dikir, niha li ku ne? Hinek ji wan sax in, hinek jî nemane, lê ez piştrast im ku kar nakin.

 Ji ber wan pirsgirêkên ku ji salên nodî ve dest pê kirin, nifşê me yê berê yê ku tecrubeya wî li Îraqê hebû, nema. Nifşê nû yê niha jî bê tecrube ye. Ango ew valahiya di navbera nifşan de çêbûye. Ev tiştek e ku dikare bê derbaskirin, ji ber ku Rûs li cem Îraqiyan pejirandî ne, tewra ji aliyê manewî ve jî. Yanî, dema em peyva "Îraq"ê ji hin kesên cîhanê re dibêjin, hest bi tirsê dikin. Rûs jî bêguman hemû bi bihîstina peyva "Îraq"ê kêfxweş nabin, ji ber ku di medyayê de behsa Îraqê pirî caran tenê dema ku pirsgirêkek hebe tê kirin. Lê ji aliyekî din ve, helwesta giştî ya Rûsyayê li hember Îraqê pir erênî ye, ji ber ku dema hevkariya me di bîra me de ye û, bi giştî, ji Îraqê tiştekî li dijî Rûsyayê neqewimiye ku li cem xelkê û li cem min jî naskirî be.

Lêborîna xwe dixwazim ku bersiva min dirêj bû. Em kompanyayên xwe han didin ku werin Îraqê û di warên cuda de kar bikin, em xwe tenê di petrol û gazê de sînordar nakin. Li vir, eger hûn destûrê bidin min, çend pirsgirêk ji bo vê mijarê hene, hin astengî hene ku divê em wan derbas bikin. Hinek ji van astengiyan ne taybetî Îraqê ne.

Mînak, pirsgirêka sîstema cezayan. Her bazirganekî rûsî yê ku bi Îraqê re kar dike, pirsa wî ya yekem ev e ku dê çawa pereyan bide yan çawa pereyan wergire. Mirov dikare çareseriyekê ji bo vê mijarê bibîne, ji ber ku kontrolkirina sîstema darayî ya cîhanî ji aliyê Amerîkayê ve ji bo hevalbendên wê jî ne mimkun e. Mijareke din jî, ez bi eşkereyî wekî dostekî Îraqê bi we re diaxivim, ji bo kişandina veberhêneran, divê hin hewldan hebin û mekanîzmayek bê avakirin.

Ne mimkun e ku kesekî biyanî were Îraqê, veberhênanê bike û serkeftî be. Hûn sedeman dizanin, taybetmendiyên vî welatî hene. Gotina min bi ti awayî ne rexne ye, ji ber ku li cem me li Rûsyayê jî rewş hema hema wisa ye. Mînak, Rûsyaya Federal welatekî pir mezin e, rewşa veberhênanê dibe ku ji herêmekê bo herêmeke din cuda be. Ji vî alî ve, hin herêmên me yên Rûsyayê hene ku rewşa wan a wergirtina veberhênanê nikare bi ya Îraqê re bê berawirdkirin, ji ber ku ji ya Îraqê pir xirabtir e. Ji ber vê yekê, gotina min ne rexne ye, şîret e.

Rûdaw: Min di daxuyaniyekê de ji we bihîst ku we behsa destpêka şerê DAIŞê dikir, dema ku Nûrî Malikiyê serokwezîrê wê demê yê Îraqê, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ketibû têkiliyê. Hûn dikarin behsa rola wê demê ya Rûsyayê di piştgiriya Îraqê de bikin?

Elbrus Kutraşev: Li ser vê mijarê fîlm û drama dikarin bêne çêkirin, ji ber ku niha em bi xwe jî matmayî dimînin ku em şahidên wan bûyeran bûn. Eger em 11 salan li paş vegerin, em matmayî dimînin ka bûyer çawa bi wî rengî bi pêş ketin. Bi rastî ev gotina wan kesan bû ku ji min re gotin, û li cem min jî hatiye piştrastkirin, ev ji dostên min ên Îraqî ye. Dema şerê li dijî DAIŞê dest pê kir û DAIŞ gef li Bexdayê dixwar, derket holê ku ne Amerîkî û ne jî hevalbendên wan nexwest bi awayekî madî alîkariya Îraqê bikin.

Wekî ku birêz serokwezîrê berê Nûrî Malikî gelek caran ragihand û got ku wan red kir ku heta fîşekekê jî bidin me. Sedem çi bû? Zehmet e mirov şîrove bike. Ez bawer im ku DAIŞ wekî diyardeyekê berhema Amerîkayê ye. Dibe ku hemû Amerîkî vê yekê nizanibin lê ez şêwaza karê wan dizanim, loma ez ji karekî wiha yê ji aliyê wan ve matmayî namînim. Ev ji bo ronîkirina wê yekê ye ku wan di destpêka bûyeran de nexwest li dijî DAIŞê şer bikin. An jî dibe ku şerekî bi şert, dibe ku mercên wan hebûn.

Dibe ku li ser wê hatibe fikirîn ku DAIŞ, dema ez dibêjim li ser wê hatibe fikirîn, mebesta min ew e ku bi kurtbînî li ser wê hatibû fikirîn wekî her car, ji ber ku wan encamên wê li ber çavan negirtibûn. Dibe ku li ser wê hatibe fikirîn ku DAIŞ şêwazekî zextê ye li ser hikûmeteke alîgirê Îranê li Bexdayê. Ez nizanim lê rewş bi vî rengî bû.

Nûrî Malikî rasterast serî li Serok Putin da û alîkarî jê xwest. Biryara Serok Putin pir bilez bû. Wî got, “Wextê me nîne ku em ji we re balafirên şer çêkin û yedekên me jî nînin. Ji ber vê yekê, em dê ew balafirên ku niha li cem artêşa me ne, ji we re bişînin.”

Balafirên Rûsyayê gihîştin asmanê Îraqê. Bêguman pîlot Îraqî bûn, balafir yên Rûayayê bûn lê pîlot Îraqî. Yanî balafir berî îmzekirina peymanê gihîştin. Nizanim, dibe ku di destpêkê de pênc-şeş heb bûn, ne zêdetir. Lê li vir ya girîng ew bû ku balafir hatin.

Her çend hejmara wan ne pir zêde bû jî hatina wan moralê her du aliyan guhert, hem aliyê DAIŞê, hem jî aliyê Îraqê. Ji ber ku leşkerên Îraqî fêm kir ku ew ne bi tenê ne û nehatine terikandin, ji ber ku balafir ji Rûsyayê hatibûn û baregehên DAIŞê bombebaran dikirin. DAIŞê jî fêm kir ku Îraq bi tenê şer nake û dost û hevalbendên wê hene.

Rûdaw: Ew piştgirî di kîjan roj û mehê de bû û heta çi demê berdewam kir?

Elbrus Kutraşev: Eger min bizaniya ku pirseke wiha dê bê kirin, min dê xwe amade bikira. Ez di wê demê de li Sûriyê bûm, rewşeke me ya pir aloz û dijwar hebû. Bê guman me ji Şamê ve çavdêriya rewşa tevahiya herêmê û bi taybetî Îraqê dikir. Lê ji min bawer bikin, di wê demê de hizrên min ew bûn ku eger - Xwedê neke - komeke terorîst bikeve Şamê, gelo dê wextê min hebe ku ez tiştên xwe berhev bikim û biçim, an ez ê bêyî tiştên xwe biçim, an jî dibe ku ez bême kuştin?

Eger ez bigirtama, difikirîm ku divê bilez min bikujin, bêyî şkenceyê. Ev hizrên min bûn. Ji ber vê yekê, ez lêborîna xwe dixwazim ji ber nebûna hûrgiliyên derbarê şerê li dijî DAIŞê li Îraqê. Ev bi her awayî şerê me yê hevbeş bû. Beşdariya Rûsyayê li Sûriyê ji beşdariya wê ya li Îraqê pir mezintir bû. Li Îraqê rola sereke ya artêşa Îraqê, Heşda Şeibî û tiştê ku jê re digotin Hevpeymaniya Navneteweyî bû. Lê beşdariya me jî hebû em di beşekî pir hesas ê wan bûyeran de roleke mezin lîstin.

Rûdaw: Rûsya li kû beşek ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bû?

Elbrus Kutraşev: Em ne beşek ji wê hevpeymaniyê bûn, ji ber ku em nehatibûn vexwendin. Wekî hûn dizanin, ew serdemek bû ku helwestên me bi temamî cuda bûn. Ez dê bi peyveke dîplomatîk bibêjim, derbarê bûyerên Sûriyeyê û tewra li ser mijara DAIŞê jî. Dîroka DAIŞê pir seyr e, îtîrafên Amerîkî hene ku wan DAIŞ afirandiye. Ji min re ne seyr e ku Amerîkiyan nexwest ti hemahengiyekê wan bi Rûsyayê re hebe.

Lê bi hemû berpirsiyariyê, ev nêrîna min a bihêz e: Eger serkeftinên Rûsyayê li Sûriyeyê li ser DAIŞê û komên terorîst nebûna, - gava ez dibêjim serkeftinên Rûsyayê, mebesta min serkeftinên me yên hevbeş bûn: Rûsî, Sûriyeyî, hêzên alîkar ên ji Îran, Lubnan û welatên din - me bi hev re dest bi serkeftinê li ser terorê li Sûriyeyê kir. Vê yekê Amerîkî han dan ku divê ew jî tiştekî bikin, ji ber ku eger ne wisa bûya, dê hemû serkeftin bibûna yên Rûsyayê. Ma ev ne beşdariyeke zêde ya Rûsyayê ye di serkeftina li ser terorê li Îraqê de?

Rûdaw: Wê demê Nûrî Malikî bi lez balafir û helîkopterên şer ji Rûsyayê kirîn. Wer dixuye ku niha Îraq çekan ji Rûsyayê nakire yan jî pêvajo rawestiyaye, sedema wê çi ye? Gelo Rûsyayê firotina çekan ji Îraqê re rawestandiye?

Elbrus Kutraşev: Bi rastî ev mijareke hesas e. Bê guman, medya dixwaze her tiştê ku dikare ji balyozekî bê wergirtin, bi dest bixe. Dibe ku ez piştî 20-30 salan, dema ku sir li ser van dosyayan bên rakirin, bi hûrgilî li ser vê mijarê biaxivim. Lê bi giştî dibêjim ku pêwendiyên hevkariya serbazî û teknîkî di navbera Rûsya û Îraqê de berdewam dikin. Gelek alî li ser vê mijarê kar dikin.

Ev hevkarî di navbera me de pir xwezayî ye û ne tiştekî ne ye û ne jî awarte ye, belkî ez ji we re bêjim mijareke pir rûtînî ye. Bêguman, di rewşa niha de, dikare bê gotin ku ji sala 2003an ve dema ku Amerîkiyan hewl da ku di warê çekan de li Îraqê monopoliya xwe ava bikin, hevkarî hinekî ji berê dijwartir bûye. Lê ez bi serbilindî dibêjim ku her çiqas hewlên dijminên me zêde bin jî, hevkariya Rûsî-Îraqî didome, ji ber ku dostê Îraqî, ez vê dubare dikim, dostê Îraqî ji çekên Rûsyayê hez dikin û li ser çekên Rûsyayê fêr bûye. Piştî 22 salan ji kontrola Amerîkî bi awayekî û hewlên kontrola Amerîkî li ser hemû warên jiyana Îraqê, di serî de mijara çekan, ew di vê mijarê de têk çûne.

Tevî hebûna çekên curbicur li Îraqê, em dibînin ku piraniya van çekan heta niha yên Rûsyayê û Sovyetê ne. Dibe ku modelek ji van çekan ji welatên din kirîbin lê bingeha van çekan Rûsya ye. Belkî zêdetirî wê jî lihevkirin û vîneke hevbeş ji bo zêdekirina vê yekê heye.

Bêguman, dibe ku qewimîbe ku Îraqê nikarîbe gelek tiştan bikire. Mînak, di dema şerê DAIŞê de gelek dikirî, ji ber ku yekem, pêdiviyeke lezgîn bû, û duyem, destwerdaneke mezin a Rojava di vê mijarê de nebû. Niha dibe ku destwerdan pir bi hêz bûbin. Hûn li Kurdistana Îraqê dizanin ku Amerîkî carinan tewra bi dostên xwe re jî çawa tevdigerin, êdî dev ji wan berdin ku ne dost in. Ez naxwazim zêde dirêj bikim lê ya girîng li vir ew e ku di mijara çekdarkirina Îraqê de, li cem Rûsyaya Federal ti ajandayek nîne, tiştek nîne ku rê li ber me bigire ku em her tiştê ku Îraq daxwaz dike, jê re dabîn bikin.

Li gorî çavdêriya min a li ser vê mijarê, asayî ye ku dibe ku niha şiyana Îraqê tune be, yan jî dibe ku Rûsya ku niha li hemberî tevahiya hevpeymaniya NATOyê rûbirûyî şerekî wekaletê bûye. Em li dijî Ukraynayê şer nakin, em li dijî sîstema NATOyê bi tevahî şer dikin; bi hemû depoyên çek û cebilxaneyên wan, bi hemû pîşesaziyên wan ên serbazî, bi hemû nifûsa wan, bi hemû şiyanên wan ên darayî. Em rûbirûyî şerekî berfireh bûne. Ji vî alî ve, carinan em nikarin cureyekî diyar ê çekan bifroşin, ji ber ku pêdiviya me pê heye. Eniyeke me ya şer heye, eniyek ku rojane 600,000 şervan tê de şer dikin.

Rûdaw: Derbarê şerê Ukraynayê, gelo Rûsya li eniyên şer bi pêşve diçe? Gelo niyeta Serokê Rûsyayê Vladimir Putin heye ku şer rawestîne?

Elbrus Kutraşev: Ya yekem, plan ew bû ku di destpêka bûyeran de em Ukraynayê neçarî aştiyê bikin. Plan ne planeke şerekî taybet bû ji bo sê sal û nîvan an zêdetir. Bi rastî ev plan di destpêkê de serkeftî bû. Şer dest pê kir û nêzîkî du mehan şûnde, em bi Ukrayniyan re, bi navbeynkariya Belarûs û Tirkiyeyê, gihîştin formula peymaneke aştiyê.

Di wê projeyê de, projeya peymanê, hemû tiştê ku Rûsyayê dixwest hatibû bicihkirin. Belkî ne tiştekî veşartî ye ku Ukraynî bi pêşkêşkirina hin xalên di wê projeyê de ku me dixwestin, ketibûn pêşiya me, ji ber ku wan dizanî Rûsya çi dixwaze. Lewra wan dixwest çareseriyeke bilez bibînin. Paşê Boris Johnsonê serokwezîrê wê demê yê Brîtanyayê, yê ku li hundirê Brîtanyayê rûbirûyî pirsgirêkan bûbû û dixwest xwe wekî dîplomatkarekî mezin nîşan bide, îmzekirina vê peymanê li ser hikûmeta Ukraynayê qedexe kir.

Ez naxwazim hemû berpirsiyariyê bixim stûyê Boris Johnson, her çend tiştê ku wî kir karekî dînane bû jî em dikarin bibêjin ku ew sedema dirêjbûna şer e. Em dikarin bi vê mijarê henekan bikin lê eger em vegerin û qebareya wêrankariyê, hejmara kuştiyan, hejmara birîndaran, hejmara jinebiyan û hejmara sêwiyan bijmêrin, hingê roleke mezin a Boris Johnson di vê mijarê de heye.

Ez naxwazim li ser vê mijarê berdewam bikim, ji ber ku peyveke min a bi rêz nîne ku ez vê rewşê wesif bikim. Lê eger em vegerin ser Ukrayniyan, ev yek helwesta wan rewa nake, ji ber ku diviyabû biryara wan bi xwe hebûya, ne biryara kesekî biyanî ku were û li ser wan ferz bike. Lê ew derfet ji dest çû. Ji ber vê yekê, bûyer ji kontrolê derketin, ji ber ku armanca me ew bû ku em sîstema Ukraynayê neçarî peymanekê bikin, di serî de jî êrîş nekirina ser herêmên Donbas, Donetsk û Luhanskê. Me bi êrîşkirinê pêşî li Ukrayniyan girt, ji ber ku wan amadekariya destpêkirina êrîşekê li ser wan herêman û pêkanîna paqijkirina demografîk li wir dikir.

Rûdaw: Wekî ku we bi xwe jî amaje pê da, şer bûye sedema ew qasî kuştî, birîndar, jinebî û zarokên bêxwedî. Gelo ti planên we ji bo bidawîanîna şer heye?

Elbrus Kutraşev: Ji planekê zêdetir heye. Planeke Rûsyayê heye ji bo dîtina çareseriyeke berfireh ji bo vî şerî û derketina jê û misogerkirina aştiyeke hertimî. Planên din jî hene, wekî teslîmgirtina Rûsyayê. Li gorî tecrubeyên din, ji ber ku Rûs ehmeq in, dikarin bên teslîmgirtin û mirov baweriyê bi wan bîne ku em dê şer rawestînin û careke din derfetê bidin Ukraynayê ji bo ji nû ve çekdarkirin û ji nû ve komkirina hêzên xwe.

Rûdaw: Niha Rûsya ber bi kîjan senaryoyê ve pêngavan davêje û bijardeyên wê ji bo bidestxistina aştî û aramiyê çi ne?

Elbrus Kutraşev: Tevahiya cîhanê dizane ku em aştiyê dixwazin li Ukraynayê lê em aştiyeke berfireh dixwazin ku sedemên vî şerî, sedemên bingehîn ên vî şerî, çareser bike. Ew hemû pêşniyarên ku vêga ji aliyên cuda tên kirin, sedeman çareser nakin, encaman çareser dikin. Em baweriyê bi çareseriyên bi vî rengî nakin. Çima? Ji ber ku tecrubeya me ya berê heye. Eger hûn destûrê bidin min, di sala 2014an de serhildana gel li rojhilatê Ukraynayê rû da. Ev serhildan bi çekan hate serkutkirin. Hûn li Kurdistanê baş dizanin ku ev tişt çawa diqewimin. Rûsyayê destwerdan kir û şer rawestand, û di sala 2015an de şer hate rawestandin.

Pêvajoyeke çareseriyê di navbera Ukraynayê wekî navend, Kyiv û rojhilatê Ukraynayê, herêma Donbasê ku piraniya wan Rûs in, hate organîzekirin lê diviyabû di çarçoveya dewleteke yekgirtî de çareserî bihata dîtin. Rewşeke pir dişibe rewşa Kurdistanê li Îraqê. Hema hema heman hejmara nifûsê wê demê ji bo Ukrayna û Îraqê hebû. Hejmara gelê Kurd wekî hejmara Rûsên neteweya Rûs ên bi nasnameya Ukraynî li Ukraynayê ye.

Bê guman dikare bê gotin ku heman cihê cografî ye, li peravê welêt ne li navenda welêt. Heman helwesta navendê, helwesteke tund, helwesteke xwînxwar, helwesteke tundrew û muameleya bi serhildana wan kesên ku derketin kolanan û daxwaza mafên xwe dikirin. Hêzên çekdar li dijî wan hatin şandin. Ma ev rast e? Ne rast e.

Kurdên li Îraqê di dema pêvajoya Enfalê de kesekî wan tunebû ku wan biparêze. Lê Kurdên Rûsyayê li Ukraynayê birayekî wan ê mezin hebû, me destwerdan kir ji bo parastina wan. Lê ne ji bo perçekirina Ukraynayê. Me daxwaz kir ku di navbera rojhilatê Ukrayna û navendê de çareseriyek bê dîtin. Çi qewimî? Wan çarçoveyek ji bo çareseriyê bi beşdariya Fransa, Almanya û hin aliyên din û helbet bi beşdariya Amerîkiyan ava kir.

Ew hemû heşt salan derew dikirin ku qaşo çareseriyê dixwazin, di heman demê de çek didan Ukraynayê û hêzên Ukraynî perwerde dikirin. Wan Ukrayna ji bo şerê li dijî Rûsyayê amade dikir. Paşê çi qewimî? Paşê hem Merkel û hem jî Holenda piştî ku ji kar vekişiyan li xwe mikur hatin û wan got: “Me aştî nedixwest, me çareserî nedixwest, me dixwest em derfeteke din bidin Ukraynayê.” Gelo niha piştî her tiştê qewimî, em ê heman tecrubeyê dubare bikin? Gelê Rûs ne ker in. Dibe ku em carekê şaşiyê bikin, lê du an sê caran şaşiyê nakin.

Rûdaw: Cenabê Balyoz, rapor û vîdeo hene ku behsa wê dikin ku welatiyên Îraqî li eniyên şerê Ukraynayê di refên artêşa Rûsyayê de şer dikin. Hûn li ser vê çi dibêjin?

Elbrus Kutraşev: Ez ji vê mijarê matmayî namînim, ji ber ku eger xwestekeke mezin hebe, mirov dikare hinekî kûrtir li înternetê bigere û kesên ji gelek neteweyên cuda bibîne ku di van bûyeran de li her du aliyan beşdar in. Niha, bo nimûne, xwebexşên ji Îsraîlê hene ku ji bo alî û rejîma Ukraynayê şer dikin.

Rûdaw: Gelo çend Îraqî di nav artêşa Rûsyayê de şer dikin?

Elbrus Kutraşev: Min di civîneke rojnamegerî de li Bexdayê bi hûrgilî behsa vê mijarê kir lewma ez wê dubare nakim, ji ber ku tiştekî nû nîne. Ev rewş hene lê takekesî ne û qebareya wan ne ewqasî ye ku hin kes hewl didin îdiayê bikin. Wekî takekes hene, em vê dizanin, ji ber ku heta tê bîra min, dibe ku du-sê caran, dibe ku zêdetir, çar caran, me vîze daye malbatên kuştiyan ku çûne ji bo wergirtina termên wan. Ev rastiya mijarê ye, ev delîl e li ser wê yekê ku ew li wir in.

Lê hejmara wan çend e? Ti hejmar li cem min nîne. Ez dubare dikim, tiştekî girîng heye, ev şer ne şerê rejîm li dijî rejîmê ye. Ji bo me, ev şerê gelê me ye ji bo berjewendiyên wî. Her Rûsekî heval an xizmekî wî heye ku li eniyan şer dike. Gelek xizm û hevalên min, an xizmên hevalên min, an hevalên hevalên min hene. Em bi berdewamî bi wan re di pêwendiyê de ne, heta ji bo piştgiriya manewî, em alîkariyê ji wan re dişînin, eger tiştekî hêsan be jî. Yê ku li eniyan şer dike, dizane ku ji aliyê welatê xwe ve tê piştgirîkirin, ne tenê ji aliyê hikûmetê ve, belkî ji aliyê gelê wî ve jî. Ji ber vê yekê gelek nûçe ji wir tên derbarê tiştên ku diqewimin lê min tiştek derbarê hebûna biyaniyan bi ti awayî nebihîstiye.

Mebesta min ew e, min nebihîstiye ku biyanî li aliyê Rûsyayê bin lê li aliyê Ukraynayê biyanî hene. Dîlên me ji wan hene, me termên wan anîne, me belgeyên wan anîne, milkên wan hatine dîtin, hinek ji wan bi navên xwe û cihên xwe yên serbazî û îstixbaratî li welatên xwe hatine naskirin.

Lê eger em behsa aliyê Rûsyayê bikin, bi rastî tiştek nîne ku bê gotin. Televîzyona Rûsyayê car caran raporan belav dike, mînak li ser xwebexşekî ji Amerîkaya Latînî ku hatiye Rûsyayê û tevlî artêşa Rûsayayê bûye, şer dike û bi hevalên xwe re wêneyan digire. Ew di tevahiya pêvajoyê de ne û ji bo vê rewşê hatine.

Ji ber vê yekê ez dibêjim ev rewş takekesî ne û bi vî awayî ne berfireh in. Lê eger hûn destûrê bidin min, divê ez di vî warî de spasiya welatiyên Îraqî bikim ku xwedî vê helwestê ne, ku helwesteke piştgiriya Rûsyayê ye. Bêguman ez lêborîna xwe dixwazim eger yek ji wan birîndar bûbe an hatibe kuştin; em dubare dikin, me ew wernegirtine, ew wekî xwebexş hatine.

Rûdaw: Gelo ti xelatekê wernagirin?

Elbrus Kutraşev: Ya yekem, ew ku kesek mûçeyê werdigire, nayê wê wateyê ku ew kirêgirtî ye. Polîs mûçeyê werdigire û ne kirêgirtî ye. Leşker mûçeyê werdigire û ne kirêgirtî ye. Heta pêşkêşvan jî di vê studyoyê de mûçeyê wî heye û ne kirêgirtî ye. Balyoz jî ez bi mûçeyê dijîm. Derbarê xwebexşan em dewlet in, em li gorî şiyana xwe mûçeyê didin xwebexşên xwe jî.

Di her warî de be, hin war hene ku ti derfet nîne ji bo dayîna mûçeyê ji xwebexşan re. Mînak, dema çalakiyên olî yên îslamî li Moskowê tên lidarxistin, xwebexşên Misilman beşdarî rêkxistina karan dibin li derveyî û nav zanîngehê û ti tiştek ji wan re nayê dayîn. Lê eger kesek bi mehan an salan li cihekî diyar kar bike, ez nabêjim mûçeyê wernagire, ma dê bi çi bijî?

Rûdaw: Tê gotin ku wergirtina vîzeya Rûsyayê ji aliyê welatiyên Îraqî ve mercên wê hene û pêdivî bi vexwendnameyê heye. Merc çi ne û welatiyekî Îraqî çawa dikare vîzeya Rûsyayê bi dest bixe?

Elbrus Kutraşev: Şehyan, ev tiştekî hevbeş e. Karê me hevbeş e, êşa me hevbeş e, hêviya me hevbeş e, li ser wê bingehê ku kesê 40 rojan bi gelekî re bijî, dibe beşek ji wan. Min gelek caran 40 roj bi hemû alî, hemû çîn û tebeqeyên gelê Îraqê re derbas kiriye. Lewma ez bi awayekî xwezayî dixwazim deriyan li ber Îraqiyan vekim ji bo serdana Rûsyayê, ji bo serdanên geştiyarî, bazirganî û çandî bo Rûsyayê. Lê mixabin, sînordarkirin li ser vê yekê hatine danîn.

Ez li gorî şiyana xwe ji bo aliyê Îraqî hewl didim lê mijar dijwar e. Bê guman tiştê ku ez dibêjim beşekî biçûk jê henek e, lê beşê mezin jê cidî ye. Pirsgirêk li vir ew e ku, yekem, tiştekî me yê li dijî Îraqiyan wekî dijmin nîne. Qet na, belkî berevajî, Îraqî li cem me hemû wekî kesên bi rûmet tên naskirin. Mînak, navûdengê xwendekarên Îraqî li Rûsyayê pir baş e. Min di yek ji hevpeyvînên xwe de gotibû ku xwendekarên Îraqî ji dersan zêdetir bi hevalên xwe yên keç ên rûsî re mijûl in, ev ji bo henekê bû.

Di civîna rojnamegerî de ez neçar mam vê bibêjim, ji ber ku ew pêşkêşvana ku hevpeyvîn bi min re dikir, li ser beşdariya Îraqiyan di şerê Ukraynayê de israr dikir. Heta gihîşt wê astê ku got nûçe hebûn qaşo xwendekar neçar tên kirin ku dev ji dersan berdin û biçin şer. Min jî bersiv da û got eger xwendekarekî Îraqî dev ji dersan berde, ne ji ber şer, belkî ji ber hevalên keç be, ev bêguman tiştekî asayî ye.

Niha her kesê ku li Rûsyayê dixwîne û vedigere welatê xwe, em dibînin ku piştgiriyê li navûdengê xwe dike, piştgiriyê li postên xwe dike, û piştgiriyê li pêşketineke mezin dike. Ev cihê pêşwaziyê ye. Em vegerin ser mijara vîzeyê. Niha rewşa ewlehiyê li Rûsyayê aloz e, ji ber ku Rûsya ne tenê rûbirûyî şerê medyayê û şerê cezayan bûye, belkî rûbirûyî şerekî wekaletê bûye, lê ev şerê wekaletê şerekî xwînxwar e li ser axa Ukraynayê li dijî me. Em rûbirûyî şerê terorê jî dibin. Hewl hene ji bo pêkanîna karên terorîstî di nav Rûsyayê de ji aliyê îstixbarata Ukraynayê û yên ku li gel wan disekinin. Ji ber vê yekê, di vî warî de, wekî Rûs, bi taybetî di vê qonaxê de, divê em pir amade û hişyar bin.

Ne hewce ye ez bînim bîra we, an dibe ku hewce bike, mebesta min bûyera xwînxwar a navenda bazirganiyê Crocus City Hall e. Navendeke bazirganiyê ye ku xelk tê de kom dibin ji bo bêhnvedanê. Komek terorîst çûn hundir, ajalên axêver bûn û dest bi kuştina xelkê kirin, gule li wan reşandin. Hejmara qurbaniyan li wir ji 100 kesî zêdetir bû. Piştre ew bi lez berê xwe dan sînorê Ukraynayê û berî ku ji sînorê Ukraynayê derbas bibin, hatin girtin.

Heta niha lêpirsîn bi wan re tê kirin, ji ber ku derket holê ku van terorîstan, paşxaneya wan a terorîstî nîne, ti paşxaneyeke wan a terorîstî nebûye, ew endamên ti komeke terorîst nebûne û bi ti dosyeyekê li cem dezgehên ewlehiyê, ne yên rûsî û ne jî yên nerûsî, nehatine naskirin. Mirovên sade bûn ku bi awayekî hatibûn amadekirin, nizanim çawa, hûrgiliyan nizanim, lê çek wergirtine û bi awayekî yasayî di nav Rûsyayê de bûne.

Kesekî çek daye wan, çûne navendeke bazirganiyê û dest bi kuştina xelkê kirine û ev yek wekî ku DAIŞ bin wêne kişandine. Hewl dan xwe wekî DAIŞê nîşan bidin, heta hin qurbanî jî bi kêran serjê kirin lê bi awayekî ku tecrubeya wan di vî warî de jî tunebû. Ji ber vê yekê, bêguman Rûsya neçar e ku tedbîrên ewlehiyê tund bike û ber bi vebûneke zêdetir ve neçe.

Ez garantiyê didim we, ez soza we didim ku piştî ku em ji qeyrana Ukraynayê derkevin û piştî ku rewş aram bibe, dibe ku Îraq bibe yek ji welatên yekem ku em mijar û pirsgirêka vîzeyê û her tiştî ji bo wê vekin, ji ber ku rastî ev e ku niha vebûneke me ya giştî ji bo Ereban heye, em bi hin welatên Kendavê re gihîştine rakirina sîstema vîzeyê. Ev tiştek e ku berê zehmet bû bihata pêşbînîkirin. Îraq dostekî me yê kevnar e, çawa dibe ku em di vî warî de hevkariyê pê re nekin?

Rûdaw: Rûsya heta kengî dixwaze hêzên wê li Sûriyê bimînin? Rewşa hêzên Rûsyayê yên li Banyas û Binkeya Hmeymîm niha çawa ye?

Elbrus Kutraşev: Bêguman niha pêwîstiyeke leşkerî ji bo mana hêzên me li Sûriyeyê nîne, ji ber ku ew ji bo şerê li dijî komên terorîst bû. Niha rewş guheriye, em beşdarî ti şerî li ser axa Sûriyeyê nabin. Ji aliyekî din ve, van binkeyan rehendeke stratejîk heye û ne tenê taybetî Sûriyeyê ne. Ji ber vê yekê, neyarên me dizanin mebest çi ye dema ku em dixwazin li wan binkeyan bimînin. Ya girîng li vir ew e ku sîstema nû ya Sûriyê çi dixwaze û çawa difikire? Di destpêkê de pêşbînî ew bûn ku dibe ku daxwaza çûyîna Rûsyayê bike. Dibe ku ev di wê demê de tiştekî guncaw bûya, ez behsa bûyerên meha kanûna paşîn a borî dikim. Lê bi demê re derket holê ku heta niha binke mane û hêz tê de hene. Bê guman hejmara hêzên di nav binkeyan de, ez peyva binkeyan wekî term bi kar tînim, binkeyeke hewayî ya Himeymîm heye ku divê di vê rewşê de bi qasî ku pêwîst be hêz tê de hebe. Ango, di wan binkeyan de hejmara hêzan ji berê gelek kêmtir e, lê mane.

Rûdaw: Hejmara wan çend e?

Elbrus Kutraşev: Nizanim, dibe ku nîv be, dibe ku zêdetir be. Ev agahî agahiyên veşartî ne. Piştî 20 salan, an jî piştî ku ez ji kar bêm dûrxistin an dev ji Wezareta Karên Derve berdim, em dê dîsa behsa vê mijarê bikin. Lê ya girîng ew e ku bi rastî hejmareke wan a mezin heye û ew li wir in. Lê mana wan li Sûriyeyê niha rehendeeke siyasî û stratejîk heye ku ji ya serbazî pir zêdetir e, ji ber ku ev binke delîl in ku sîstema rêveberiyê li Sûriyeyê guherî lê pêwendiyên me heta di vê mijara hesas de jî man.

Heta niha pêwendiyeke me ya çalak bi hikûmeta Sûriyeyê re heye û şande serdana hev dikin. Herî dawî Ehmed Şer Moskow ziyaret kir, berî wê jî ji şandeyeke payebilind a Rûsyayê zêdetir serdana Şamê kiribûn. Ji ber vê yekê, li wir civîn û dan û standinên hûr di asta serkirdayetiyan de hebûn, yanî ne efser, belkî di asta serkirdayetiya dezgehên îstixbaratê û wezîrên berevanî û wezîrên derve de. Behsa gelek hûrgiliyan hate kirin, lê behsa girtina binkeyan nehat kirin û ew mane.

Rûdaw: Di serdana Ehmed Şer a Moskowê de, hikûmeta Sûriyeyê xwest ku Beşar Esed were radestkirin?

Elbrus Kutraşev: Ez bawer im ku di vê serdanê de nexwestiye, dibe ku daxwaz nekiribin. Nikarim bêjim sedî sed lê dibêjim ji sedî 99 daxwaz nekirine. Berê, cara yekem hat daxwazkirin û li ser mijarê lêkolîn hat kirin di dema serdana nûnerê serokê Rûsyayê yê Rojhilata Navîn û Alîkarê Wezîrê Karên Derve Bogdanov ku niha teqawît e. Ew kesayetiyekî naskirî ye. Ew bi serokatiya şandeyeke mezin çû Şamê û bi Ehmed Şer re civiya.

Di destpêkê de hatibû daxwazkirin ku divê Beşar Esed bê radestkirin. Li vir, şîroveya aliyê Rûsyayê ew e ku ew nikare were radestkirin, ji ber ku ew penaberekî mirovî ye, lewma nikare bê radestkirin. Penaberiya mirovî jî li gorî şîroveya me ya ji bo peyvê, ji penaberiya siyasî cuda ye. Penaberiya siyasî tê wateya her kesê ku bi awayekî siyasî daxwaza penaberiyê kiribe, û ew dê di çalakiyên siyasî de berdewam be û ji aliyê teorîk ve dibe ku rojekê radestî welatê xwe were kirin. Lê penaberiya mirovî tê wateya ku filan kes nikare were radestkirin ji welatê xwe re, ji ber ku ev yek ji bo jiyana wî xeternak e. Ev yek bi razîbûna serkirdayetiya nû ya Sûriyê bû ku Beşar Esed li Moskowê bimîne û ti mafê wî ji bo ti çalakiyeke ne ragihandinê û ne jî siyasî tune ye. Bi vî awayî ew dimîne. We tiştek derbarê wî de bihîstiye? Na. Çima? Ji ber ku mafê wî tune, lê ew li cihekî aram dijî.

Rûdaw: Em behsa pêwendiyên we yên bi HSDyê re bikin. Amerîka û Fransa xwestiye ku mafê Kurdan di nav hikûmeta Sûriyeyê de bê naskirin û HSD bibe beşek ji artêşa wî welatî. Nêrîna Rûsyayê li ser vê mijarê çi ye?

Elbrus Kutraşev: Berî her tiştî dixwazim bêjim ku pêwendiyên me bi HSDyê re pêwendiyên asayî ne. Ez nabêjim dostane ne lê pêwendiyên diyalogê ne. Derbarê Amerîkayê ew aliyekî wisa ne ku çekan didin HSDyê û piştgiriyê lê dikin. Wekî ku diyar e, ew dixwazin HSDyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, wekî cureyekî kompanyayeke leşkerî ya taybet. Ev helwesta Amerîkayê ye li hemberî HSDyê. Ka helwesta li hemberî HSDê wekî hêzeke leşkerî û siyasî li ku ye? Ji vî alî ve, em han didin diyaloga di navbera Şam û HSDyê de. Di serdema rejîma Beşar Esed de me han dida vê diyalogê û em wekî navbeynkar beşdar bûn. Niha jî em han didin vê diyalogê, her çend em êdî ne navbeynkar in.

Rûdaw: Ango Rûsya piştgiriyê li wê yekê dike ku mafê Kurdan di nav desthilata nû ya Sûriyeyê de bê naskirin û HSD bibe beşek ji artêşa nû ya Sûriyeyê?

Elbrus Kutraşev: Berî her tiştî ev tiştekî pir girîng e, em ji wir dest pê dikin ku divê ev mijar di çarçoveya diyalogeke niştimanî de bê çareserkirin. Ev pirs tiştekî navxweyî yê Sûriyeyê ye. Tiştê ku Rûsya li ser difikire, dibe ku li ser bifikire û dibe ku nefikire lê tiştê ku em li ser difikirin, pirî caran ne ji bo belavkirinê ye, ji ber ku eger tiştek ji vê helwestê bê belavkirin, ew dibe karteke zextê.

Mînak, hûn ketin nav helwesta me ya eşkere. Em, Federaliya Rûsyayê, dewleteke federal in. Min ji we re got 300 zimanên me û zêdetirî 80 herêmên me hene. Dibe ku li Îraqê herêmek hebe lê 80 herêmên me hene. Ji vî alî ve, em bi awayekî xwezayî daxwaz dikin ku divê her neteweyek mafê zimanê xwe misoger bike, di serî de mafên ziman, ji ber ku şerê Ukraynayê ji ber sepandina qedexeyekê li ser zimanê Rûsî li Ukraynayê dest pê kir.

Bînin ber çavê xwe eger qedexeyek li ser bikaranîna zimanê Kurdî li Îraqê bê sepandin, ne li Bexda û Besrayê, belkî li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, dê çi biqewime? Serhildan û şer. Mafê ziman, mafên çandî, mafên aborî, mafên îdarî, mafên siyasî li gorî yasa û destûrê divê em hemû wan mafan misoger bikin. Derbarê hûrgiliyan tevlîkirina HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de, an mana HSDyê wekî aliyekî cuda, tevlîkirina wan wekî komeke temam, an tevlîkirina wan wekî takekes... Spas ji Xwedê re, ti pêdiviya me nîne ku em destwerdana van hûrgiliyan bikin. Belkî, em daxwaz dikin ku divê ev mijar bi rêya diyalogê bên çareserkirin, ji ber ku eger diyalog nebe, dê çi biqewime? Eşkere ye.

Rûdaw: We gotibû ku dezgehên îstixbarata Amerîkayê û Brîtanyayê li balyozxaneya we ya li Bexdayê çavdêriya we kirine, gelo ew kar heta niha jî didome?

Elbrus Kutraşev: Divê hûn ji wan bipirsin, pêwendiya min bi wan re nîne.

Rûdaw: Baş e we çawa zanî? We berê got çavdêriya me dikin lê niha hûn nizanin berdewam e an na?

Elbrus Kutraşev: Şehyanê! Ez dixwazim vê bibêjim, ev tiştekî li cem her kesî naskirî ye ku jiyana dîplomatîk jiyaneke wisa ye ku bi berdewamî tê çavdêrîkirin. Em li ser vê mijarê û mijarên din fêr bûne. Ne mimkun e, bi taybetî di vê serdema niha de ku mobîlên me hene. Mobîl di cîhanê de amûra herî baş e ji bo sîxuriyê, ji ber ku mobîl dikarin bêyî agahdariya xwediyên wan bên xebitandin. Mobîl di bêrîkan de ne û ji bo sîxuriyê tên bikaranîn. Mîkrofon û kamera bi hev re tên bikaranîn eger pêwîst be, hemû peyam dikarin bên xwendin. Hemû pêwendî dikarin bên şopandin. Em di vê cîhanê de dijîn. Cîhan bûye tiştekî şefaf.

Bê guman, bal li ser hin berpirsên diyar heye, di nav wan de dîplomatkar. Em ji vê mijarê matmayî namînin. Bi awayekî xwezayî amûrên me hene ji bo rûbirûbûna van hewldanan. Nizanim ev hewldan heta çi astê bi bandor in. Mînak, Amerîkiyan gazin nekirine ku ez nahêlim derfeta wan hebe. Derbarê rewşa me ya li Îraqê, divê ez li vir berî her tiştî spasiya serkirdayetî û gelê Îraqê bikim ji bo pêşwazî û mêvanperweriya wan a baş. Rewşa me li Îraqê, rewşa balyozxaneyê li Bexdayê û du konsulxaneyên giştî li Hewlêr û Besrayê, rewşeke pir hêja ye.

Em li welatekî dost in. Gelek dostên me hene, gelek alîgirên me hene. Eger derfeta me hebe ku em bi xwendekaran, bi xelkê re bicivin, her tim nêrîneke erênî heye. Bi rêya karê li Îraqê, em tecrubeyeke pir bi nirx bi dest dixin ji bo berdewamkirina karên xwe li herêmên din ên Îraqê an li welatekî din. Heta dibe diyardeyek ku dîplomatkarê Rûsyayê yê ku li Îraqê kar kiriye, paşê bi berdewamî serdana wê dike. Ez dikarim bêjim ku di beşa Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de, du komên me hene: Koma Îraqî û Koma Sûriyeyî ji ber ku hemû yên ku di yek ji van her du welatan de kar kirine, bi hev re komekê pêk tînin.

Mînak, dîplomatkarên Rûsyayê, ji ber ku dîplomatkarên me hene ku li welatên cuda kar kirine lê tenê yên ku li Sûriye û Îraqê kar kirine, dema kesekî din dibînin ku ew jî li Sûriye û Îraqê kar kiriye, hest dikin ku ew birayê wan e. Heta dîplomatkarekî biyanî, ez ji we re bêjim dema ez ji dîplomatkarekî biyanî dibihîsim, her çend ne ji welatekî dostê me be jî eger ez bizanim ku wî mînak berê li Sûriyeyê kar kiriye, ez nikarim wekî biyaniyekî muameleyê pê re bikim.

Ez hest dikim ku ez nêzîkî wî me, her çend ne dostê min be jî lê ez nêzîkî wî me. Li vir keşeke taybet heye. Keşeke ku ji welatên din cuda ye. Çima min ev axaftin dirêj kir? Karê li Îraqê aliyekî wî yê ewlehiyê heye. Wekî ku me di sala 2006an de pênc kes ji balyozxaneya xwe ji dest dan di encama revandin û kuştina wan de ji aliyê Qaîdeyê ve li Îraqê. Ji vî alî ve, em li vir di rewşeke ewlehiyê ya taybet de dijîn. Em nikarin wekî welatiyekî Îraqî bijîn.

Çima min ev axaftin dirêj kir, ez lêborîna xwe dixwazim lê ez berî her tiştî spasiya dezgehên ewlehiyê yên Îraqê dikim ji bo dabînkirina ewlehiya me, ji bo parastina me, ji bo çavdêriya me. Em spasiya hikûmetê dikin, ji ber ku eger ev çavdêrî nebûya, me nedikarî kar bikira. Derbarê çalakiya CIA an yên din, Xwedê tenduristiya wan baş bike, bila kar bikin. Lê herî kêm rewşa me li vir ji vî alî ve ji rewşa hevkarên me yên li Amerîka û li hin welatên Ewropî baştir e ku zexteke rasterast û neexlaqî ji aliyê dezgehên îstixbarata navxweyî ve li ser wan heye.

Herî dawî yek ji hevalên min li yek ji welatên Baltîkê kar dikir. Rasterast kesek hat û got, "Ez ji dezgeha îstixbaratê me, yan tu dê alîkariya me bikî yan em dê te derxin, wekî kesekî nexwestî." Hevalê min bersiv da: "Ma tu wisa dizanî ku welatê te heta vê astê girîng e? Gava tu du bijardeyan didî min."

Bêguman ev qewimî. Vî dîplomatkarî bersiv da: "Baş e, êdî karê te yê dîplomatîk li welatê me bi dawî hat." Dibe ku ew tembel bin, dibe ku ew ehmeq bin lê sê meh kişand heta ku notayek gihîşt balyozxaneya me ku filan kes “kesekî nexwestî ye”.

Hevkarên me li gelek welatan di van rewşên neasayî de dijîn. An jî hemleyên derxistinê, dema ku bi carekê radigihînin ku bi dehan dîplomatkar kesên nexwestî ne. Spas ji Xwedê re, ev hemû tişt li vir li Îraqê nînin. Em pir rehet in. Xwedê mala CIAyê xerab bike.

Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser hilbijartinên Îraqê ye. Kampanyaya hilbijartinê heta niha çawa bi rê ve çûye û pêşbîniya we çi ye, gelo dê hilbijartineke dûrî destwerdanê bê lidarxistin?

Elbrus Kutraşev: Ez di van hilbijartinan de ne beşdar im, ne wekî berbijêr û ne jî wekî dengder. Lê em ji bo çavdêriyê hatine vexwendin, û em dê wekî çavdêr beşdar bibin. Tecrubeya me ya berê di beşdarbûna hilbijartinên xwecihî de wekî çavdêr heye. Em wekî mêvanên vî welatî, bi awayekî xwezayî piştgiriyê li pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan di dema wan de dikin.

Berî her tiştî, em guherînan dişopînin. Ji bo nirxandinê çi pêwîst e? Rewşa Îraqê çawa ye? Xwedê neke, gelo rewş li ber teqînê ye an aram e? Spas ji Xwedê re, heta niha em tiştekî metirsîdar heta asteke diyar nabînin. Derbarê tohmetên ku alî li hev dikin û kampanyaya tohmetbarkirinê ya vê dawiyê de, di her kampanyayeke hilbijartinê de ev diyarde heye.

Ya girîng ew e ku berbijêrên li Îraqê rûbirûyî kiryarên terorkirinê nebûne. Ji vî alî ve, ez dixwazim bînim bîra wî kesê ku rexneyê li Îraqê digire, ku li Amerîkayê berî ku bê hilbijartin du caran hewldana terorkirina Trump hate dayîn, du caran. Cara yekem bi tesadufî gule li serê wî neket. Serê wî mezin e, maşallah. Ew zilamekî cusemezin û dengbilind e. Ji ber vê yekê, ji vî alî ve, eger em Îraqê bi welatên din re berawird bikin, hingê helwesta min ew e ku spas ji Xwedê re kar bi awayekî baş bi rê ve diçin. Ez hest dikim ku ev kampanya li gorî kampanyayên berê aramtir e jî. Lê ev hestên şexsî ne, dibe ku ez şaş bim, eger ez şaş bim ez lêborîna xwe dixwazim.

Rûdaw: Gotûbêjeke pir bi berhem bû, gelek spas. Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutraşev gelek spas.

Elbrus Kutraşev: Gelek spas ji bo vê gotûbêjê û ji bo sebra we.

Rûdaw: Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst