Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin

8 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Remi Feraud û Ala Şalî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Remi Feraud û Ala Şalî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Fransa Rojhilat Rojava Kurd
A+ A-

Senatorê Fransayê Remi Feraud got, “Pêwîst e 10 milyon Kurdên Îranê di paşeroja welêt de li ber çavan bên girtin. Ev yek pir girîng e û li vir Fransa xwedî rol û gotin e.”

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişa leşkerî ya li ser Îranê kir.

Îranê jî bersiv da û xeynî Îsraîlê, êrişî hinek hedefên li Qeter, Îmarat û Behreynê kir ku baregehên Amerîkayê li wan deran hene.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek rayedarên payebilind ên Îranê mirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kermanpûr ragihand ku di êrişan de heta niha 926 kes mirine.

Senatorê Fransayê Remi Feraud ev şer û helwesta welatê xwe ji Rûdawê re nirxandin.

Remi Feraud da zanîn ku “Kurd qurbanên sereke yên zordariyê ne” û anî zimên:

“Herêma Kurdan a li Îranê bi dehsalan e di bin zordariyeke pir dijwar de ye.”

Wî da zanîn ku ji bo Rojavayê Kurdistanê jî modela baş otonomî ye.

Senatorê Fransayê Remi Feraud pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Fransa vî şerî çawa dinirxîne û ev şer ji bo Ewropayê çi qasî metirsî ye?

Remi Feraud: Îro, şer hat ragihandin. Her çend ne fermî be jî ev şerek e ku dest pê kiriye. Di demekê de dest pê kir ku me qet hêvî nedikir.

Min digot qey ew dê paşê biqewime. Fransa, li gorî zanîna min, ti rolê nagerîne ji ber ku leşkerên me ne beşdar in lê îhtîmaleke mezin heye ku Ewropa tevlî bibe. Em jixwe îro bi êrişên li ser Qibrisê vê yekê dibînin. Lewma ev şerekî ku dest pê dike ye, em dizanin çawa dest pê dike lê em nizanin dê çawa bi pêş ve biçe û dê çawa bi dawî bibe û ji ber vê yekê divê ev bibe cihê nîgeraniyê, nemaze ji ber ku rêz li ti rêgezên yasaya navneteweyî nayê girtin.

Bê guman, ev yek rê li ber xwestina rûxandina rejîma Melayan li Îranê nagire û em hêvî dikin ku qet nebe ev bibe encameke gengaz û alternatîveke baştir hebe.

Rûdaw: Fransa difikire ku ji aliyê leşkerî ve tevlî vî şerî bibe?

Remi Feraud: Wisa dixuye ku rejîma Îranê dixwaze teqîneke herêmî çêbike. Em vê yekê bi şandina dron û mûşekan a ser welatên Kendavê, Riyadê, Îsraîlê û heta Qibrisê jî dibînin.

Xuya ye, êriş li baregeheke leşkerî ya Fransayê li Îmaratê hatiye kirin. Ji ber vê yekê, armanca rejîma Îranê ya ber bi rûxanê ve ew e ku şer li ser şer zêde bike, ev yek eşkere ye.

Gelo leşkerên Fransayê dê di rojên pêş de tevlî bibin? Ez nikarim bersiva we bidim lê li gorî zanîna min, ev ne armanca hikûmeta me ye.

Rûdaw: Hûn rewşa li Rojhilata Navîn çawa dibînin û pêwediyên we yên bi Kurdên Rojhilatê Kurdistanê re çawa ne?

Remi Feraud: Herêma Kurdan a Îranê bi dehên salan e di bin zordariyeke dijwar de ye. Li Rojava pir kêm behsa vê yekê hatiye kirin lê Kurd ew in ku hem gelek caran di xwenîşandanên li dijî rejîma Îranê de di rêza pêşîn de ne û hem jî qurbaniyên sereke yên zordariyê ne. Pêwîst e ku ev pirrengiya pêkhateya Îranê, nemaze nêzîkî 10 milyon Kurdên Îranê, di paşeroja welat de li ber çavan bên girtin. Ev yek pir girîng e û li vir Fransa xwedî gotinek û roleke ku bilîze ye.

Rûdaw: Şer dê zû xelas bibe yan wekî ku Trump got dê 4 hefteyan biajo? Fransa nirxandineke çawa dike?

Remi Feraud: Ez nizanim rojên pêş dê çi bi xwe re bînin. Rayedarên Fransayê gotin ku ew ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve derbarê êrişa li dijî serkirdeyên Îranê nehatine agahdarkirin.

Serokkomar Emmanuel Macron, her roj li gel konseya parastinê dicive da ku rewşê binirxîne û her wiha ji bo amadehiyan pêşbîniyan bike.

Bi rastî, dibe ku êriş li ser berjewendiyên me yên yekser çêbibin ku me neçarî destwerdanê bikin. Divê em karibin rewşê bişopînin û dostên xwe biparêzin û ez bi taybetî li Kurdan, tevî Kurdên Îraqê jî difikirim. Ji ber vê yekê ez nizanim roj û hefteyên pêş dê çi bi xwe re bînin.

Tiştê misoger ew e ku divê em hişyar bin û Ewropa bi qasî ku gengaz be bi yek dengî biaxive û bi yek dengî destwerdanê bike. Divê giraniya Ewropaya yekgirtî hebe.

Rûdaw: Fransa dixwaze rejîm biguhere yan dizwaze rejîm bimîne lê qels bibe û derbarê daxwazên Amerîkayê pê re rêkeftinê bike?

Remi Feraud: Ez di her rewşê de, dixwazim rejîma Melayan birûxe. Ez bawer dikim ku dê wisa bibe. Ez bawer dikim ku ev daxwaza desthilatdarên Fransayê jî ye.

Bi taybetî piştî daxwaza me, Hikûmeta Fransayê berî çend hefteyan Pasdarên Şoreşê xistibû lîsteya rêxistinên terorîst. Bê guman, divê ev derfet bê bikaranîn ji bo ku gelê Îranê ji vê rejîmê bê rizgarkirin.

Lê belê berevajî tiştê ku li Sûriyeyê qewimî, divê alîkariya Îraniyan bê kirin da ku azadiyeke rasteqîn ku rêzê li pirrengiya gelê Îranê digire ava bikin.

Rûdaw: Kurd û HSD li Sûriyeyê hevpeymanên nêzîkî Fransayê bûn lê artêşa Sûriyeyê zexteke mezin xiste ser wan. Fransa çawa dikare li Sûriyeyê mafên Kurdan biparêze?

Remi Feraud: Fransayê hinekî dereng û gelek caran bi tena serê xwe, rolek lîst lê Serokkomar Emmanuel Macron, Wezîrê me yê Karên Derve Jean-Noël Barrot çûn Hewlêr û Bexdayê. Wan rijdîbûna Fransa ya ji bo piştgiriya Kurdan dupat kir. Tenê ev yek jî gelekî girîng e.

Pişt re li ser mijarên leşkerî, li ser mijarên îstixbarat ku ne pêwîst e ez pê bizanim dan û standin hene lê ev tekezkirina siyasî ya piştgiriya Fransa ji Kurdên Rojava û Hewlêrê re bê guman gelekî esasî ye û divê Fransa karibe Ewropayê zêdetir bikişîne nav helwesta xwe ya tund a parastina Kurdan.

Rûdaw: Yanî Fransa amade ye piştgiriyê bide Kurdên Rojava?

Remi Feraud: Ez hêvî dikim.

Rûdaw: Hûn difikirin ku divê li Rojavayê Kurdistanê jî otonomiyeke Kurdan a wekî ya li Herêma Kurdistanê hebe?

Remi Feraud: Perspektîv di rastiyê de ev e lê belê rewş ji hev cuda ne. Sûriyeyê hîn jî destûra xwe nîne. Kurdên Rojava îro li ser erdeke gelekî piçûk in.

Lê ev perspektîva naskirin û otonomiyê di welatekî pirtir federalî de ji ya navendî, wekî li Îraqê, belê, li gorî min ev modela rast e.

Ango, şiyana parastina serweriya welat lê di heman demê de dayîna otonomiyeke rasteqîn ji Kurdan re, bi taybetî li Sûriyeyê.

Rûdaw: Hûn çawa garantiyê didin ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê dîsa nekevin bin metirsiyeke wekî ya çend mehên borî?

Remi Feraud: Fransa, ji aliyê leşkerî ve bi tena serê xwe nikare lê ji aliyê siyasî ve divê bike. Ew bi taybetî dikare bi rêxistinkirina zexta tevahiya Ewropayê ji bo rakirina cezayên li ser rejîma Sûriyeyê, bi diyalogeke pir tund li gel Tirkiyeyê û her wiha bi rijdîbûna ji bo qanihkirina Trump vê bike.

Eger fikir ew be ku artêşa Fransayê dê bi awayekî berfireh ji bo parastina Kurdan were bicihkirin, mixabin, ez bawer nakim lê ev yek siyasî ye. ^

Ji xwe, seferberiya siyasî ya Fransa di demekê de bû sedem ku rewş were sekinandin lê divê ev agirbesta mayînde, hem berdewam bike û hem jî bi rastî paşerojê garantî bike. Ev di serî de mijareke siyasî ye.

Rûdaw: Yanî ez dikarim bibêjim ku Kurdan ji Fransayê garantî standiye?

Remi Feraud: Helbet, model ew pêbendiya serok Mitterrand bû, bi taybetî ji bo livandina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina Kurdên Îraqê.

Lê îro em di sîstemeke navneteweyî de ne ku Neteweyên Yekbûyî tê de gelek lawaz bûye. Em vê yekê careke din bi şerê ku nû dest pê kiriye dibînin.

Loma divê Fransa ji aliyê siyasî û leşkerî ve amade be, bêyî ku em hêza xwe ya leşkerî mezin bikin an wê kêm binirxînin û bi zanîna wê yekê ku deng û bi biryarîya Fransa her tim girîng e, ez hêvîdar im ku sibe jî li Îranê dê wisa be, ev rola Fransayê li cem Kurdan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst